Serokê mezin, efsaneya çiyayan

SEROKÊ MEZIN, EFSANEYA ÇIYAYAN

Di dîroka her Gelekê de kesek yan hinek kes hene ku hemû jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan dikin û tu caran ti gelek li vê dinê nikare wan kesan ji bîr xwe bibe û ji bîr bike, di dîroka Gelê Kurd de jî hinek kesên bi vî awayî hene, Mela Mistefa Barzanî kesê herî diyare ku mirov dikare weke yek ji van kesan bi nav bike.

Doza gelê bindest bi cîhanê da nasandin

Di dîroka gelê Kurd de gelek dastanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgerî yê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka Kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye kesê ku serkêşiya van dastan û qehremaniya kiriye û gelê Kurd ê belengaz û bindest bi cîhanê daye nasandin û karî pirsa Kurd û Kurdistanê ji pirseke veşartî û lokalî de bike pirseke eşkere û navdewletî, bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî ye.

Mela Mistefa Barzanî, navê wî yê dirist (Mistefa kurê şêx Mihemed Barzanî)ye, ew li 14ê Adara sala 1903an li gundê Barzan ji dayik dibe, hêjan di jîyê zaroktîyê de Barzanî hest bi bin destî ya gelê Kurd dike dema  li sala 1905an de bi dayka xwe û birayê xwe yê mezin Ebduselam bo dema 9 mehan, ji aliyê Osmaniyan ve tê zîndan kirin.

Barzanî di jiyana xwe de çendîn qonaxên siyasî derbas kirîne, herçend ew li başûr ji dayk bûye û piranya şoreşên wî li başûr bûne lê ew ji aliyê gelê Kurd bi giştî, anku li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê bi kesek şoreşgêr û pakij û Kurd perwer tê nasîn, ew li cem piraniya Kurdan kesek pakij û pir pîroze.

Qonaxên karên siyasî yên Serokê nemir Mistefa Barzanî pirr gelekin lê emê bi kurtî basî giringtirîn qonaxên jiyana wî ya siyasî bikîn, herçend ev sitemek mezine ger em wiha bifikrîn ku bi tenê ji bo rojekê jî serokê nemir karîye jîyaneke rihet û aram û dor ji sîyasetê bi jiyan bike, ew di tevahiya jîyê xwe de bi sîyasetê re jiyan kir taku bikare mafên gelê xwe yê bin dest bistîne, ev jî giringtirîn qonaxên jiyana serokê nemir Barzanî ne:

-Di sala 1919an de beşdarî şoreşa Şêx Mehmûd Hefîd dibe û serkirdatiya hêzeke 300 kesî pê tê dan, paşan li sala 1920an de ji aliyê Şêx Ehmed Barzanî (birayê Serokê nemir) dihêt rewane kirin ji bo Bakurê Kurdistanê taku alîkarya Şêx Se’îdê Pîran bike di şoreşa Bakur de.

-Di şoreşên sala 1931-1932an de ji bo berevanî kirin ji enyên (Mêrgesûr û Şêrwan) dibe fermandarê hêzeke mezin a pêşmergeyan li dijî dewleta Berîtanya, her di vê şerê de bû ku weke fermandareke serbazî û xwedî şiyan û bispor hatî nasandin.

-Di sala “1943 _ 1945 ” an de, bi ser fermandariya Barzanî, hêzên Barzaniyan şer û berxwedanên dijwar, li dijî Berîtanya û hêzên dewleta Îraqî kirin.

-Di sala 1946 an, Mela Mistefa û bi hezaran pêşmerge tevlî komara Kurdistan li Mihabadê bûn, û li wir Barzanî yê nemir dibe serfermandarê giştî yê leşkerê komarê û pileya Generaliyê werdigire.

-Di sala “1946 ” an de, partya demoqrat Kurdistanê li başûrê Kurdistanê  bi destê Barzanî hat damezrandin.

Koça dîrokî

-Di sala” 1947 ” an de û piştî herfandina Komara Kurdistanê li Mihabadê, Mela Mistefa û “500 ” ji pêşmergeyên Barzaniyan, di nav sînorên” 3ê “,dewletan, “Îran, Îraq, Tirkiyê”, bi meşê û bi koçeke dîrokî berê xwe dane yekîtiya Sovietê, Barzanî li gel hevalên xwe” 12 ” salan li wir dimînin.

Di sala “1958 ” an de, piştî rûxandina rejîma melekî li Îraqê, Barzanî û gelek hevalên xwe vegerîn welatê xwe.

Di “1”ê îlona sala “1961 ” ji bo bi dest xistina mafên neteweyî ji gelê Kurd re, şoreşa Kurd, bi serokatiya Barzanî, destpêkir, piştî şerên dijwar û xebateke dûr û dirêj.

Di “11ê ” Adara sala “1970 “an, berpirsyarên Kurdan û Hikûmeta Îraqê, li ser autonomy ji gelê Kurd re lihevkirin, lê rejîma Be’is, xwe nade ber pêkanîna xalên gring ji peyama Adarê.

SEROKÊ MEZIN, EFSANEYA ÇIYAYAN

A rast mirov ji bo ku bi temamî bikare li ser jiyan û xebat û berxwedana serokê nemir bipeyve ev rêzên nivîsînê pirr hindikin û mirov nikare bi nivîsînek wiha kurt bas li serwerî û dîroka vî kesê mezin bike.

Mistefa Barzanî Serokek zana, bi heybet, karzan, lêhatî û netirs ê gelê Kurd bû, ew hevalê nêzîk ê Qazî Mihemed bû li Komara Kurdistanî de, her ji Komara Kurdistanê heya şoreşa Îlonê dujminên gelê Kurd çendîn caran hewl da bi pîlanên cuda cuda Barzanî jinav bibin, lê belê dujminan di ti yek ji wan hewlên xwe de serketin ne anî, li dawyê bi pîlaneke navdewletî û îmze kirina peymana qirêj a “Cezayir” ji aliyekê û kal bûna wî û nexweşiya Penceşêrê ji aliyekê din dilê mezin ê Barzanî ji lêdanê rawestand û giha karwanê pîrozê şehîdên gelê Kurd.

Nexweş ketina rêberê gelê kurd

Serokê nemir Mistefa Barzanî, li sala 1975an tûşî nexweşiya Penceşêrê dibe û rewşa wî ya saxlemiyê têk diçe jiber vê yekê û bi mebesta wergirtina çareseriya nexweşiya xwe diçe Amerîkayê lê piştî berxwedaneke mezin digel nexweşiyê Barzanî li roja pêncşemî rêkeftî 1/3/1979an li wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê digehe karwanê şehîdan.

Cenazeyê pîrozê serokê nemir li 5/3/1979an bi amadebûna pêtrî ji 300 hezar kesan ji her çar parçeyên Kurdistanî û hejmarek herî zêde ji medyakarên biyanî li bajarê Şino ê ser bi rojhilatê Kurdistanî ve tê bi xak sipardin.

Niha aramgeha serokê nemir Mistefa Barzanî li gundê Barzan li Başûrê Kurdistanê ye, ev aramgeh hemû salan li roja wefata wî de dibe cihê li xwe girtna wilatparêzên Kurd li hemû navçeyên Kurdistanê, ev yek bûye karek salane.

Di dilê hemû Kurdan daye

Li vir em dibêjîn ey mezintirîn mirov, rihet raze. Çavên te bila li pişt te nemînin… te erka xwe bi awayekî herî baş ji bo me pêk anî. Ji bo Kurdekî, gelê wî, zarokên wî mirasek jiya te biqedirtir dikare bête hêlan? Cihê tu lê bibe nor, mekanê te biheşt be.

Xebat, tekoşîn, sekin û şexsîyeta Mela Mistefa Barzanî yê nemir îro jî jibo hemû Kurdên cîhanê cihê rêzê û hêvîyê ye.

Mele Mistefa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û Serokek bû. Di qada navneteweyî de cîyekî xwe yê girîng hebû.

Mele Mistefa Barzanî yê nemir serokê partiya xwe, yê mîlatê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye. Serokê nemir li her çar parçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştmanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyêye. Azadî û serixwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezn be jibo Barzanîyê nemir.

Barzanî yê nemir her wê di dilê Kurdan de bi mîne…

Pustên heman beş