11Ê ADARÊ LIHEVHATINA SED SALA 20AN
Yek ji bûyerên girîng û dîrokî yên sed sala bîstan li Kurdistana Başûr lihevhatina 11ê Adara sala 1970yane, jiberku ev lihevhatin yekem lihevhatine di dîroka Kurdan de ku bi awayek fermî dinavbera hikûmeta Îraqê û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de tê encamdan, ku têde hikûmeta navendî bi neçarî danpêdan bi mafên rewa yên gelê Kurd li Başûrê welat kir.
Pêş vê lihevhatinê di dîroka Kurdan de ti lihevhatinek din bi vî awayî nebûye, ne li Başûrê welat ne li parçeyên din ti lihevhatinek di navbera ti bizavên rizgarîxwazên Kurdan û hikûmetên serdest nehatîne encamdan, herçend ev lihevhatin ji aliyê hikûmeta Îraqê ve nehat bicî kirin lê belê dîsan ev lihevhatin weke destkefteke dîrokî çû di nava dîroka gelê Kurd de.
Gelek caran ev lihevhatin weke beyan tê binavkirin lê ev şaştiyek dîrokî ye, ji ber ku bûyera (11ê Adara sala 1970yan) lihevhatin bû dinavbera du aliyan, ne ku beyanek bo ji aliyê layenekê bi tenê ve hate xwandin, pêş vê lihevhatinê ew bo dema 2 salan bû serkirdayetiya siyasî ya Kurdî bi serkirdayetiya General (Mistefa Barzanî), bavê ruhî yê netewa Kurd digel hikûmeta navendî de di danustandina de bû heya gihiştî vê lihevhatina (15) xalî, ev lihevhatin li şeva 10 li ser 11ê Adara sala 1970yan li saet 11 û nîvê şevê ji aliyê General Mistefa Barzanî û Sedam Hisên hat îmze kirin.
Îro 50 sala li ser vê rêkeftina dîrokî ku dinavbera hikûmeta wê demê ya Îraqê û General Mistefa Barzanî de hatbû îmze kirin derbas dibin, di vê lihevhatinê de bû cara yekemîn “otonomî” ji bo Kurdan li Başûrê Kurdistanê hat tesbît kirin.
Ev yekemîn car bû hikûmeta Îraqê li gorey lihevhatinek fermî de bas li mafên Kurdan bke û wan mafan bi Kurdan re rewa bibîne, di vê lihevhatinê de biryar bû heya sala 1977an de, bi rêya serjimêrîyek giştî, navçeya otonomî ji bo gelê Kurd were diyar kirin, bi mercekê ku Kurd beşdar bibin di hikûmeta Îraqê de.
Di dirêjahiya dema danustandina di navbera serkirdayetiya siyasî ya Kurdan bi seroktiya General Mistefa Barzanî û hikûmeta Îraqê li salên 1968an heya 1970yan ta dema gihiştin bi lihevhatinê û îmze kirina wê lihevhatinê, General Mistefa Barzanî ti caran seredana Bexdayê nekir, yanî Barzanî ji bo ti danustandina derbasî paytexta Îraqê nebû, ger em bi nerînek din li vê yekê binêrîn wê bibînîn General Barzanî hikûmeta Îraqê neçar kirbû ku ew bi xwe seredana baregaya serkirdatiya bizava rizgarîxwaza Kurdistanê bikin.
Her weha general barzanî bi t awa razî nebû beyana lihevhatinê ji aliyê ti berpirseke Îraqî were xwandin ji bilî Serok Komarê Îraqê bi xwe, ev yek di demek weha de bû ku berpirsên blind yên Îraqê û partîya Beis ya Erebî berdewam tekez li ser vê yekê dikir ku pêwîste beyana vê lihevhatinê ji aliyê kesê duyemîn yan sêyemîn ê hikûmeta Îraqê ve were xwandin ne ku Serokê Îraqê, wan digot ku ev ne lihevhatineke di navbera du dewletan de belku lihevhatineke dinavbera hikûmetê digel bizaveke çekdar de, lê belê fişarên General Barzanî hikûmeta Îraqê neçar kirin ku beyana vê lihevhatinê ji aliyê serok komarê Îraqê û serokê encûmena şoreşê, Ehmed Hesen Bekir ve bihê xwandin.
Bi awayek giştî lihevhatina 11ê Adarê ji 15 xalan pêk tê ku ew xal jî evin:
1- zimanê Kurdî wê di gel zimanê Erebî weke zimanê fermî be li wan navçeyên ku piraniya rûniştvanên wê Kurdin û zimanê Kurdî li wan navçeyan wê weke zimanê xwendin û perwerde kirinê be, zimanê Kurdî jî wê li hemû wan dibistanan were xwandin ku bi zimanê Kurdî dixwînin, hevdem zimanê Kurdî weke zimanê duyemîn li gorey yasayê li hemû aliyekê Îraqê wê were bikar anîn.
2- beşdarî kirina birayên me yên Kurd di desthilatê de û cudahî nekirin dinavbera Kurdan û kesên din de di wergirtina berpirsyariya de, weke wergirtina pileyên blind û giring di dewletê de, weke Wezaret û Supa û yên din. Eve hemû ji wan karên girîngin, ku armancên şoreşê bûn û di demekê de ku hikûmet danpêdanê bi van binemayan dike, tekez dike ku pêwîste kar ji bo bicî kirina van binemayan were kirin bi rêjeyeke dadperwerane, di gel berçav wergirtina binemaya lêhatinê û rêjeya rûniştvanan û wê bêbehir bûna ku birayên me yên Kurd di berî niha de dîtî.
3- ji ber wê paşvemana ku pêş niha ji aliyê rewşenbîrî û perwerdeyî de bi ser netewa Kurd de hatî, pilanek ji bo çareserkirina vê paşvemanê wê were danîn, bi rêya:
A- lez kirin di cîbicî kirina biryarên encûmena serkirdatiya şoreşê ji aliyê ziman û mafê rewşenbîrî ji bo gelê Kurd û girêdan û araste kirina bernameyên taybet bi karubarên netewî yên Kurdan di radio û telefizyona de bi rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û ragihandina Kurdî.
B- vegerandina wan xwendkarên hatî derkirin ji bo dibistanên wan yan ji ber rewşa nebaş li navçeyê neçar man dest ji xwandine berdin, bi berçav ne wergirtina jîyê wan yan dîtina çareyek baş ji bo kêmasiyan.
C- vekirina dibistanên zêdetir li navçeyên Kurdî de û bilind kirina asta perwerde û fêrkirin û qebûl kirina xwendkarên Kurd li zanîngeh û kolîjên serbazî û “Zemaleyên” xwandine bi rêjeyeke dadperwerane.
4- pêwîste memorên hikûmetê li wan yekeyên kargêrî ku piraniya wan Kurdin, Kurd bin, yan jî ji wan kesa bin ku Kurdî baş fam dikin,
5- hikûmet danpêdanê bi mafên gelê Kurd bike di damezrandina rêkxistinê qutabîyan û lawan , jinan û mamusteya û ev rêxistine endam bin di rêxistinên niştîmanî yên Îraqê de û wekhevî wan bin.
6- – birgeya (A): karkirin bi herdu birgeyên 1 û 2 yên biryara jimare 59 ya roja 5/8/1968an a encûmenê serkirdatiya şoreşê, heya roja derçûna vê lihevhatinê, eve jî hemû ewan kesan bi xwe ve digire ku beşdarî karên tundutîjî bûy li navçeyên Kurdî.
– birgeya (B): karker, fermanber û xizmetguzarên sivîl û serbazî werin vegerandin ji bo xizmetê, ev jî bê li berçav girtina mîlak wê were cîbicî kirin, mifa jî ji xelkê sivîl li navçeyên Kurdî li gor pêdivîyê were wergirtin.
7- – birgeya (A) desteyek ji kesên xwedî taybetmendî were pêkînan ji bo wê çendê her zû navçe ji her aliyekê ve were pêşde birin û qerebûya salên rabûrî bihête kirin û budceya temam jibo cîbicî kirina vî karî were terxan kirin û ev desteye jî ser bi wezareta karubarên Bakur ve be.
– birgeya (B) amade kirina pilana abûrî bi awayekî ku pêşde birina wek hev ji bo hemû aliyên cuda yên Îraqê têda be, herweha di gel berçav wergirtina deverên Kurdî yên paşvemayî.
– birgeya (C) terxan kirina mûçeyên xanenişînê ji bo malbatê wan kesên ku di şerê bizava rizgarîxwaza Kurdî da şehîd ketî, herweha bo kesêb din û wan kesên bi egera vê rewşê tûşî nehametiyê bûy û li gor yasayên kar pê kirî.
– birgeya (D) kar kirina bilez bo hawarhatina gelê zîyan dîtî û dest kurt bi rêya temam kirina pirojeyên dirustkirina xaniyan û pirsên din û kar ji bo bêkaran were dîtin, herweha alîkariyên kelupelan û pere bi awayek guncayî û qerebûkirineke hêja bo zîyan dîtîyan were kirin, eve kar jî bi lijneyên bilind dihête kirin.
8- vegerandina rûniştvanên Ereb û Kurd ji bo ciyên wan yên berê, lê ew gundên ketî wan navçeyan nabe bibin navçeyên akincîbûna wan, hikûmet ji bo berjewendiya giştî li gor yasayê wê vê karê encam bide û wê wan navçeyan bike mulkê xwe û paşan wê wan rûniştvanan lê akinicî ket û her zirar û zîyanek bi vê sedemê dihêt pêş, qerebo ji bo hebe.
9-lez kirin di cîbicî kirina yasaya çak kirina kiştukalê di navçeyên Kurdî de û rastvekirina yasaya bi şêweyeke weha ku pakij kirina peywendiyên feodalî misoger bike û parçe erdên baş bi hemû cotkaran jî bihên dan û cotkar ji wê Baca kiştukalî ya ku li dema şer de li ser wan hatbû sepandin bihên bexşîn û ji wan neyê wergirtin.
10- lihevhatin li ser rastve kirina destûrê demkî weke li xwarê hatiye diyar kirin:
A- gelê Îraqê ji du neteweyên sereke pêk tê, ew jî netewa Ereb û netewa Kurdin, ev destûre danpêdanê bi mafên netewî yên gelê Kurd û hemû neteweyên din di nava Îraqê de bike.
B- zêde kirina vê xala li xwarê ji bo maddeya çaremîn ji destûrî:
(zimanê Kurdî hevdem digel zimanê Erebî, zimanê fermî be li navçeyên Kurdî de.)
C- bicî kirina ya li serî hatiye diyar kirin di destûrê bingehîn de.
11- vegerandina westgeha radio û çekên gran ji bo hikûmetê, ev yek jî peyweste bi cîbicî kirina qonaxên dawyê ji lihevhatinê.
12- cîgirê Serok Komarê Îraqê Kurd be.
13- yasaya parêzgehan bi awayek weha wê were rastvekirin, ku di gel vê beyanê de bigunce.
14- piştî ragihandina vê beyanê, bi rawêj di gel lijneya bilind a serperiştiyara cîbicî kirina beyanê, karên pêwîst wê werin encamdan ji rêkxistina wê parêzgehê û yekeya kargêrî yên ku piraniya wan Kurdin li gorey wan amarên fermî yên dihên encamdan, û dewlet wê hewl bide ji bo berev pêş birina wan yekeyên kargêrî û berifreh kirina wan, ji bo ku gelê Kurd bi hemû mafên xwe yên netewî şad be ji bo desteber kirina şad bûn bi mafê otonomî, taku ev yekeya kargêrî jî binecî bibe, hemahengiya karên netewî yên Kurdan bi rêya civînên dewrî bihên encamdan di navbera lijneya blind û parêzgarên navçeyên Bakur, ji ber ku otonomî di çarçoveya Komara Îraqê de tê cîbicî kirin, bê goman weberhênana hemû samanên siruştî di vê navçeyê de a tayîbete bi desthilatdarên vê komarê.
15- gelê Kurd bi qasî jimara rûniştvanên xwe li himber rûniştvanên Îraqê, wê beşdarî desthilata yasadanînê bike.