Rawêjkarê darayî yê serok wezîrên Îraqê, Mezher Mihemed Salih ragihand, bihayê yek bermîl petrola Îraqê di bazarên cîhanî de bo kêmtir ji 30 dolaran daketîye û bi vê sedemê dahatê firotina petrolê bi qasî 60 ji sedî kêm bûye.
Mezher Mihemed Salih di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya “Elsebah” ragihand, bi rêya henarde kirina petrolê 98٪ ji diravê biyanî li Îraqê pê tê dabînkirin, herweha 93٪ ji dahatê budceya giştî ya Îraqê bi vê rêyê tê dabînkirin.
Rawêjkarê darayî yê serok wezîrên Îraqê, bas li vê yekê jî kir ku kêm bûna dahatê firotina neftê, şokek mezine ji bo Îraqê û bi pêwîst zanî ku di niha de, zor bi aqilane serederî di gel dahat û xericîyên de bê kirin.
Tê zanîn ku belav bûna vayrosa Korona li Îraqê, kênceke raste rast li ser berhemê xomalî û abûriya Îraqê kiriye.
Li 24ê meha rabûrî li Îraqê yekem haletê tûş bûna bi vayrosa Korona ya nû hatbû tesbît kirin.