Bi sedema belav bûna vayrosa Korona ya nû (COVID-19) daxwazîyeke yekcar mezin li ser malpera ticaretê ya Amazonê çêbûye, lewma Amazonê biryar daye 100 hezar karmendên nû wezîfe dar bike.
Cêhgirê yekemê beşa cîhanî ya malpera Amazonê Deyv Kilark di ragihandinekê de eşkere kir, bi sedema belav bûna vayrosa Koronayê, bi awayekî zêde daxwazî li ser bazar kirina elîkitronî heye û bi vê sedemê Amazonê pêwîstî bi karmendên zêdetir heye.
Deyv Kilark ew yek diyar kir, ji bo dabîn kirina pêwîstiyên bikran, her wiha kogeh û torên dabeş kirinê, ew wê 100 hezar karmendên nû bi awayê fol taym û part taym wezîfe dar bike.
Li derbara zêde kirina mûçeyên karmendên xwe, cêhgirê yekemê beşa cîhanî ya şirketa Amazonê diyar kir, ji bo her demjimêreke kar, ewê pêtirî 2 dolaran li ser mûçeyên fermanberên xwe zêde bikin.