NIRXA PETROLÊ GIHÎŞT 28.3 DOLARAN

NIRXA PETROLÊ GIHÎŞT 28.3 DOLARAN

Nirxa petrolê îro roja çarşemî daketineka herî mezin tomar kir û yek bermîla petrola Brênt bi qasî 28 dolaran hat firotin û ev kêmtirîn nirxe ji sala 1991an.

Li gor bazarê îro roja çarşemî 18/3/2020an, nirxa petrola Brênt daketineka herî zêde tomar kir û yek bermîla wê bi qasî 28.3 dolaran û yek bermîla petrola Rojava Têksasê bi 26.72 dolaran.

Şareza amaje dikin ku ji ber belavbûna vayrosa Korona ya nû (Kovîd-19) bandoreke mezin li ser nirxên petrolê bûye û bi vê sedemê zirar bi abûrîya wilatên berhemhêner ketîye.

Li vê derbarê de Erebistana Si’ûdiyê eşkere kirîye, her çend ku nirxa petrolê bi rêjeyeka zêde daketîye, lê belê ew dê li ser henarde kirin û firotinê berdewam bin.

Li gor dawîn amar ku îro roja çarşemê belavbûye, heya niha kesên ku canê xwe bi vayrosa Koronayê li seranserî cîhanê ji dest dane, 7 hezar û 991 kesin, hejmara tûşbûyan jî bi vayrosê gihiştîye 198 hezar û 971 kesan û her wiha 82 hezar û 799 kes sax bûne.

Pustên heman beş