Herdu şirketên berhemanîna erebeyan TOYOTA û BMW bi sedema belav bûna vayrosa Korona ya nû (Kovîd-19) berhemanîn li Ewropayê ragirt.
Şirketa TOYOTA ragihand ku bi sedema belav bûna zêdetir ya vayrosa Koronayê li Ewropayê, bandoreke nerênî li kerta abûriyê û jiyana civakî hatîye, lewma pilana dem kurt ya firortina erebeyan li Ewropayê êdî nezelale û kêşe li ser daxwaziyê çêbûne.
Her wiha dest nîşan kir ku ji bo parastina silametiya karkmendên şirketê, ji îro û qonax bi qonax, berhemanîn erebeyan, motor û gêrboksan wê were ragirtin.
Şirketa BMW jî eşkere kirîye, bi sedema belav bûna vayrosa Koronayê berhemanîna erebeyan li Ewropayê û Başûrê Efrîkayê heya 19 nîsana îsalê wê were ragirtin.