DAKETINA PETROLÊ WÊ KIRÎZEKE CÎHANÎ YA XETER DIRUST BIKE

DAKETINA PETROLÊ WÊ KIRÎZEKE CÎHANÎ YA XETER DIRUST BIKE

Nirxa petrolê îro roja pêncişemî daket 26 dolaran paş ku bi sedema vîrosa Koronayê 2 dolar ji duh ve ji dest dan.

Li gor bazarên cîhanê îro roja pêncşemê yek bermîla petrola Brênt bi 26.53 dolaran mamele pê hat kirin û xava Rojava Têksas bi 23.53 dolaran.

Daketina nirxa petrolê bi sedema vîrosa Korona ya nû (Kovîd-19) ye ku li destpêkê li wilatê Çînê serîhilda û pştre her zû li piraniya wilatên cîhanê belav bû, xetera vîrosê Korona bandoreke herî mezin li abûrîya cîhanê kir û ji ber vê sedemê bazarê petrolê zirareke mezintir dîtîye.

Şarezayên abûrê wiha dibînin ku bi sedema bilez belav bûna vîrosa Koronayê, dilgiranîyeke zêde ji wê bandorê çêbûye ku li ser abûrîya cîhanê hatîye kirin, her wiha vekşandina şirketên mezin ji borsên cîhanê ev xeter zêdetir kir.

Ji bo vê qonaxê pêşbînyên abûrînasan ji bo wê arasteyê diçin ku nirxa petrola Brênt di nêvbera 25 bo 27 dolaran da bimîne û ev çende wê weke kirîzeke gelek mezin be ji bo wan wilatên piştbestinê li ser petrolê dikin.

Vîrosa Korona ku niha tev cîhan li derman û vaksîna wê digere, abûrînasên cîhanî dibînin, paş vê rewşê hevsengîya hêzê wê li ser asta cîhanê were guherîn, Amerîka weke yekem abûra cîhanê namîne, lê belê wê li gel Çînê serkêşiyê bike, her wiha dibînin abûriyên tek çavkanî wê xeter û gefa nemanê li ser be.

Pustên heman beş