Nirxa petrolê îro li gel destpêkirina civîna rêxistina Opêkê ya henardekaran bi rêjeya 10% blind bû û ji asta 35 dolaran derbaz bû.
Rêxistina Opêk ya henardekarên petrolê, îro roja pêncşemî 9-4-2020 li gel hejmareke din ya welatên berhemhêner civîneka vîdyo konferans saz kir ji bo ku gotubêja sedemên daketina nirxa petrolê û rêkarên sînordar kirina berheman bikin.
Her li gel dest pê kirina civînê, nirxa petrolê blind bû û yek bermîla petrola Birêntê gihîşt 35 dolar û 50 sentan.
Hemwext yek bermîla petrola Rojava Têksasê bi qasî 27 dolar û 51 sentan di bazaran de hat firotin, bi awayekî giştî ev berzibûna îro ya nirxên petrolê, bi rêjeya 10% tê xemlandin.
Li gel destpêkirina kirîza darayî ya ku vîrosa Korona yê çêkirî, nirxa petrolê dest bi daketinê kir, lê belê daketina herî zêde ya rojên rabûrî bi sedema zêdekirina berhema Erebistana Sûdiyê hat ku dixwest bi vê rêkê peyamekê ji bo Rûsya Federal bişîne û jêre bêje ku kontrola bazara petrolê di dest wê deye nek Moskoyê.