BAŞÛRÊ KURDISTANÊ: EMÊ BI LIHEVHATINA “OPÊK+” PABEND BIN

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ: EMÊ BI LIHEVHATINA"OPÊK+" PABEND BIN

Hikûmeta başûrê kurdistanê, îro eşkere, ewê bi lihevhatina rêxistna Opêkê ya sînordar kirina berheman pabend bibin ku bi “Opêk+” tê nas kirin.

Ajansa Royterzê, îro roja yekşemî 19/4/2020ê ji hinek çavkaniyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê veguhastine ku Başûrê Kurdistanê wê bi lihevhatina rêxistina Opêkê ya sînordar kirina berhema petrolê pabend bibe.

Herweha dest nîşan kir, Başûrê Kurdistanê wî mehane raporên xwe yên asta şandina petrolê ji bo hikûmeta Îraqê bişîne û wê bi temamî pabendî lihevhatina rêxistna Opêkê be.

Rêxistna Opêkê ya wlatên berhemhêner ên petrolê, li 12 vê mehê li gel hejmareke wlatên cîhanê weke Rûsya federal, li ser sînordar kirina berhem û şandina petrolê ji bo bazaran lihev kirin, lihevhatin bi “Opêk+” hat nav kirin û li gor wê 9.7 milyon bermîl rojane wê ji bazaran werin kêm kirin.

Pustên heman beş