TRUMP: “MEHEKE DIN NIRXA PETROLÊ WÊ ASAYÎ BIBE”

TRUMP:"MEHEKE DIN NIRXA PETROLÊ WÊ ASAYÎ BIBE"

Serokê wîlayetên Yekbûîy yên Emerîkayê, îro eşkere kir ku daketina nirxa petrola rojava Teksasê, demkî ye û careke dê ev nirx wê asayî bibin.

Donald tramp, îro roja sêşemî 21/4/2020ê  li derbara daketina mezn ya nirxa petrolê daxweyanî da û dest nîşan kir, bi sedema ku di vê rewşê de erebe ji ber rêkarên qedexê li welatan bi kar nahên û piraniya fabrîkeyan daxsitî ne, petrolê di bazaran de kom bûye û daxwazî li ser tuneye.

Serokê Emerîkayê dibêje: “ev daketine demkî ye û li wexteka nêzîk wê rewş asayî bbe û nirxa petrolê vegere rewşa caran”.

Bi nerîna serokê Emerîkayê, di wexta meheke din de, nirxa petrolê wê careke din asayî bibe û li nêvbera 25 heya 28 dolaran cêgîr bibe.

Duh roja duşemî 20/4/2020ê nirxa petrolê daketineke dîrokî tomar kir wexta ku li jêr sifrê kirîn û firoştin pê hate kirin, bisporên abûrî ya cîhanê li wê bawerê ne ku ev rewş bi sedema belavbûna vayrosa korona ya nû (kovîd-19) derketiye.

Pustên heman beş