OPEC DIBÊJE DI NÎVA DUWEMÎN YA ÎSALÊ DE KIRÎZA DARAYÎ NAMÎNE

OPEC DIBÊJE DI NÎVA DUWEMÎN YA ÎSALÊ DE KIRÎZA DARAYÎ NAMÎNE

Rêxistina OPEC‘ê ya henardekarên petrolê, îro eşkere kir, ew pêşbînî dikin nirxa petrolê di nîva duwem ya îsalê de, bigehe 40 dolarên Amerîkî.

Mihemed ‘Erqab, serokê xola niha ya rêxistina OPEC‘ê, îro roja yekşemî 26/4/2020an daxweyanî li derbara daketina nirxa petrolê û kirîza ku ji sedema belav bûna vayrosa Koronayê çêbûye da û eşkere kir ku ewan pêşbînî hene, di nîva duwem ya îsalê de, nirxa petrolê bigehe asta 40 dolarên Amerîkî.

Serokê OPEC‘ê dibêje: “hemwext li gel dest pê kirina cêbecê kirina lihevhatina OPEC+, nirxa petrolê wê dest bi blind bûnê bike û di demekê herî kêm de, nirx dê careke din asayî bibin”.

Herweha dest nîşan kir, li gor pêşbîniyên OPEC‘ê, nirxa yek bermîla petrolê li mehên gulan û xizîranê dê bgehin asta 35 dolaran û piştre wê li asta 40 dolaran tesbît bin.

Rêxistina OPEC‘ê li gel Rûsya federal û hinek welatên din yên ne endam, li 12 vê mehê lihevhatina OPEC+ îmze kir û li gor wê rojane dê 9.7 milyon bermîl ji bazaran werin kêm kirin.

Pustên heman beş