JI SALA 2003AN HEYA NIHA BEXDAYÊ PÊTIR JI 100 MILYAR DOLARÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIZÎNE
JI SALA 2003AN HEYA NIHA ÎRAQÊ 1200 MILYAR DOLARÊN EMERÎKÎ MEZAXTÎNE Û JI WÎ PERE KÊMTIRÎ 90 MILYAR DOLARAN GIHIŞTÎNE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Pêşêlkirina mafên destûrî yên gelê başûrê kurdistanê ji aliyê hikûmetên Îraqê ve, siyaseteke hevdem di gel çêbûna evê dewleta dagîrkar dest pê kirîne û heya gihaye roja me ya îro, ger çi ev babet mijareke dûr û dirêje, lê belê emê li vir tenê behsa wê sitemê kîn ku di warê darayî de, hikûmetên yek li pey yek ên Îraqê li başûrê welat kirine.
Budceya giştî ya Îraqa federal paş şerê azadiyê yê sala 2003an, salane bi pêtrî 100 milyar dolarên Emerîkî tê texmîn kirin, li gor destûra bingehîn ya welat, pêwîste Îraq 17% ya wê budceyê ji bo Başûrê Kurdistanê bişîne.
Li gor zanyariyên ku ji daxuyaniyên hinek parlementerên Başûrê Kurdistanê di parlamentoya Îraqê de û hinek datayên proje yasayên budceyên welat de ku li pêgeha fermî ya parlamentoya Îraqê hatine bi dest xistin, ji sala 2003an û heta sala rabûrî 2019an, Îraqê pêtrî 1200 milyar dolarên Emerîkî mezaxtine, ji wî pere tenê kêmtirî 90 milyar dolaran ji bo başûrê kurdistanê hatine şandin, gelo ev yek bi wateya çi tê?.
Bersiv pir hêsane, heger li gor lihevhatina dinavbera Başûrê Kurdistanê û Îraqa federal ya paş sala 2003an hatîye îmze kirin li mijarê binêrîn, wê bi zelalî wê rastiyê mêza bikî, ku Bexdayê di van hemû salan de çi demekê rêjeya 17% ji bo Başûrê Kurdistanê ne şandiye, her sal bi behaneyek cuda beşe budceya wê qut kirîye.
BI JIMARE BABET WIHAYE:
Heger bi zimanê jimaran bas bikîn û van 1200 milyar dolarên ji sala 2003an heya sala 2019an hesab bikîn û rêjeya 17% ya beşe budceya Herêma Başûr jê derxîn, wê hevkêşeyek bi vî awayî ji bo me xweya be:
1.200.000.000.000×17%= 204.000.000.000 dolar
Anku pêwîste ji sala 2003an heya sala 2019an hikûmeta Îraqa federal, 204 milyar dolar ji bo Başûrê Kurdistanê şandiban, lê belê ji ewqas pere bi tenê kêmtirî 90 milyar dolaran ji bo şandine û pêtir ji 100 milyar dolaran yên ku mafê Başûrê Kurdistanê ne, Bexdayê bi hêncet û behaneyên cuda berze kirine û lê xwarine.
WATEYA VÊ YEKÊ ÇÎ YE?
Eva me bas kirî bi wê wateyê tê ku ji sala 2003an heya 2019an, Bexdayê li jêr rêjeya 10% ji bo Başûrê Kurdistanê şandiye, ev ji bilî ku hinek salan beşe budceya Herêma Başûr li gel mûçeyên karmendên wê bi yekcarî qut kirîye û yek sent ji bo ne şandiye.
Ev yek heger ji koma budceya giştî li babetê bi nerîn, lê belê heger em derbasî hûrgilyên budceyê bibin, wê ev rastî jî bi zelalî xweya be ku hikûmeta navend ya Îraqê, di mijarên mezaxtinên serwerî de, mezaxtin û mûçeyên hêzên pêşmerge, qerzên navdewletî û pereyên dermanan û gelek melefên din, xedreke bê hempa li Başûr Kurdistanê û Gelê wê kirîye bo mînak:
ji sala 2003an heya sala 2018an hikûmeta federal, tenê di melefa mezaxtinên serwerî de, pêtir ji 10.000.000.000 dolarên Başûrê Kurdistanê asê kirine û ji bo ne şandine.
di heman demê de, 12.000.000.000 dolarên Emerîkî ku li gor destûra bingehîn mafên darayî yên hêzên pêşmerge ne, her sal bi hêcetekê qut kirine û ne şandine.
di melefa qerzên navdewletî de, ji sala 2003an heya 2019an hikûmeta navend ya Bexdayê 50.000.000.000 dolar qer kirine, ji evqas pere 10 milyar beşa Herêma Başûrê Kurdistanê ne û Bexdayê ji bo ne şandine.
PARLEMENTERÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BABETA MEZIN WINDA KIRINE
Başûrê kurdistanê ji yekem xola parlamentoya Îraqê beşdarîyeke kara heye, lê belê ev hemû xedir û sitema Bexdayê li Başûrê Kurdistanê kirine, çi lêkolînên bi encam ji bo ne hatine kirin, bi gotneke din, di van hemû xolên rabûrî de parlementerên Başûrê Kurdistanê ne karîne mafên darayî yên Herêma Başûrê Kurdistanê garantî bikin û bi wê zelaliyê ji bo Bexdayê eşkere bikin ku ev xedir ya dihête kirin û berdewame.
Lê ya rast ku di ser vê xedir û sitema Îraqê re, li başûrê kurdistanê ji sala 2003an avedanîyeke baş çêbûye û heger li gel bajarên din yên Başûr û naverasta Îraqê werin himber kirin, wê bi zelalî xweya ku bajarên Îraqê wêran û ne avedanin, berevajî başûrê wilat, anku 1200 milyar dolarên ji sala 2003an gelên Îraqê ti feydeyek jê nedîtine û welatê wan pê avedan nebûye, Başûrê Kurdistanê jî di ser wê sitema Bexdayê re û xwarna pereyê wê û qut kirina budceya wê, lê dîsan berdewame li ser avedankirina bajarên Kurdistanê.