Hesen Xeyrî yê Bakur û Hesen Xeyrî yên Başûr

Piştî şerê cîhanî yê yekê û serkeftina dewletên hevpeyman û jinav çûna împeratoriya Osmanî, dewletên hevpeyman hizir di wê yekê de kir ku weke dewletên Tirkiyê, Îran, Îraq, Ordin û…. Dewletên din, dewletekê jî ji bo Kurdan ava bikin, ev biryar li gorey bendên wê lihevhatinê bûn yên ku li bajarê Sîver yê Firansayê li ser mîratgirên împeratoriya Osmanî de hatî sepandin ku têde hatbû pêwîste împeratoriya Osmanî ku di şerî de şikestin anîbû razî bibe ji bo sîstema otonomî yê ji bo kurdan, dirust kirina dewletek ser bi xwe ji bo Yonanê û serxwebûn ji bo Armenian.

Li sala 1923an dema nûnerê Tirkan di rûniştna Lozan de dixwest lihevhatinê di gel nûnerên wilatên hevpeyman îmze bike rû bi rûyê nerazî bûna nûnerên wilatên Ewropa bû, nûnerên wilatên Ewropa razî nebûn lihevhatina Lozan îmze bikin û got li rojhilatê Tirkiyê kurd û xaka Kurdan hene, ger em vê lihevhatinê îmze bikîn wê çi b kurdan bê kirin?

Nûnerên Tirkiyê di bersivê de dibêjin: Tirkiyê bi tenê ne dewleta Tirkan e, belku dewleta kurd û Tirkan e, me Tirk û kurdan biryar daye bi hevre di yek dewlet de bijîn, lê belê nûnerên wilatên Ewropa bi van axaftinan razî nabin û axaftinên nûnerê Tirkiyê bawer nakirin.

Serokê wefda Tirkiye yê navê wî “‘Îsmet Paşa” bû piştî ku zanî çi b wî nayê kirin û wê beşeke din ji wê xaka împeratoriya Osmaniya ku di esl de a kurdane û dagîr kiriye, ji dest bidin bi awayek lezgîn xeberê ji Mistefa Kemal Etaturk re dişîne û jêre dibîje: ger bi awayek lezgîn tevnegerîn wê dewletên zilhêz dewleta Kurdistanê ava bikin, pêwîste karek weha encam bidîn ku ji bo van wilatan îsbat bikîn kurd û Tirkan biryar daye bi hevre di yek dewlet de bijîn daku peymana Sîver bihê hilweşandin.

Mistefa Kemal Etaturk kesekê bi navê “Hesen Xeyrî” ku nûnerê devera Dêrsimê bû li parlamentoya Tirkiyê bang dike û jêre dibêje: sibe kincên Kurdî li xwe bike û bi wî re biçe parlamentoya Tirkiyê, daku ji bo rojnamevan û wefdên wilatên din diyar bike ku hikûmeta Tirkiyê kurd û kincên kurdî û ziman û çanda Kurdan pesend kiriye û rêzê li Kurdan digrin, kurd di nava Tirkiyê de xwedî maf û êmtîyazên xwe ne, ew bi tu awa naxwazin ji birayên xwe yên Tirk û musilman cuda bibin, çarenvîsa van du netewan di yek welat de wê pir baştir be, kurdan bi giştî biryar daye di çarçûvê dewleta Tirkiyê de jiyan bikin.

Hevjîna Hesen Xeyrî lavayan jê dike ku bi gotna Etaturk û Tirkan neke, jiberku Tirk ne ew mirovane ne kesek bikare bawera xwe pê bîne, bi taybetî ger ew kes kurd be, hevjîna Xeyrî daxwazê jê dike ew îxanetê ji Gelê Kurd neke û bi xwasteka Tirkan razî nebe jiberku li dawyê wê wî bi xwe jî li ser vî karî ji nav bibin, lê belê bi tu awa Hesen Xeyrî razî nabe guhdariya hevjîna xwe bike û bi ya Etaturk dike.

Hesen Xeyrî çendîn caran bi kincên kurdî diçe nava parlamentoya Tirkiyê de û hertim digot kurd naxwazin ji Tirkiyê cuda bibin, çendîn caran li himber ajansên medyayî û rojnamevan û rêkxerawên navdewletî amade bû û ev yek dubare kir, paşan Etaturk daxwaz jê kir bi rêya telegrafê peyamê ji nûnerên wlatên amade bû li “Lozan” re bişîne û vê yekê ji bo wan jî îsbat bike, Hesen Xeyrî bi gotina Etaturk kir û bi vê yekê belgeyeke haşahelnegir da dest nûnerên wlatên beşdar li Lozan, eve bû sedema sereke ku nûnerên wlatên beşdar bi taybetî wlatên zilhêz razî bibin û lihevhatina Lozan ku bi lihevhatina jinavbirina xewna kurdan tê naskirin îmze bikin.

Paş ku her tişt bi dawî tê û rayedarên Tirkiyê bi taybetî Mistefa Kemal Etaturk pê dizanin ku êdî her tişt qedîyaye fermana desteserkirina Hesen Xeyrî bi destê mistefa Kemal Etaturk bi tawana bin pê kirina qanûnên Tirkiyê û bêrêzî kirin bi serwerî û xaka Tirkiyê û hewildan ji bo dijatî kirina Tirkiyê û bi tawana li ber xwe kirina kincên kurdî di parlamentoya Tirkiyê de tê îmzakirin, herçend ku Xeyrî ji wan re got: min ev kar bi fermana Etaturk encam daye, daku rêgirîyê ji serixwebûna kurdan bikim, min telegraf ji bo “Lozan”ê şand û min lihevhatina Sîver helweşand ku têde biryar li ser dirust kirina dewletek kurdî hatbû dayîn, lê dîsan rayedarên Tirkiyê razî nabin û Xeyrî rewaney berdem dadgeha blind a Tirkiyê dikin.

Di dadgeha Tirkan de Xeyrî axaftinên xwe dubare dike lê belê dadgeh di berisva wî de dibîje: em baş fêm dikîn tu bûy ku bûye sedem lihevhatina Lozan ciyê lihevhatina Sîver bigre ku têde biryar hatbû dayîn dewletek ji bo kurdan were dirust kirin, lê belê li ber xwe kirina kincên kurdî di nava parlamentoya Tirkiyê de pêşêlkirina destûra bingehîn ya Tirkiyê ye, ji ber vê yekê em hukmê sêdaredanê ji bo te der dikîn.

Pêş ku Xeyrî bihêt sêdaredan ji wî re dibêjn dawî daxwaza te çiye? Xeyrî bi şaştiya xwe dizane û difikire ku kareke weha bike tu kesek din mîna wî îxanetê li gelê xwe neke jiber vê yekê daku bibe mînak ji bo cîlê paş xwe daku kes mîna wî bi vî awa îxanetê neke û nebe dardestê di destê dujminan de daku Kurd êdî bawerê bi t dewletek dagîrkar nekin dibêje: ez daxwaz dikim piştî dihêm sêdaredan, tirba min li ser rêyekî danin ku rêya kurdan be, daku her kurdek hat pê li ser tirba min dane û tifekê li min bike.

Dewleta Tirkiyê daxwaza Xeyrî bicî anî û tirba wî li ser rêyekê dana ku rojane hejmarek zêde ji xelkê li wê derê re dihatin û diçûn û her kurd gihaba tirba wî tif li tirba wî dikir, bi awayek weha ku tirba wî bi tu awa hişk nedibû ji ber tifa kurdan, piştî ku Tirk dibînin tirba Xeyrî bûye sedemek ji bo hevgirtina kurdan û hesta neteweyî li cem kurdan blind dike biryarê didin tirba wî bihêt kolan û li cîyekî din ê berze danin daku ev yek ji bîra kurdan nemîne.

Ev Hesen Xeyrî li Bakur bû, lê yên weke Hesen Xeyrî yê Bakur ku kincên kurdî li xwe dikin û li bin wan kincan weke dije kurdek tevdigerin li Başûrê welat niha hejmara wan pirr geleke, Hesen Xeyrî yên başûr ji Hesen Xeyrî yê Bakur xirabtirin ew yên bûye dardestên dewletên dagîrkar ji bo jinavbirna xewna kurdî, Xeyrî yê Bakur li dawyê şerim ji xwe û karê xwe kir, lê Xeyrî yên başûr weha di nava îxanet û wilat firoşiyê de winda bûne ku dehan caran jî bihên sêdaredan û zîndî kirin jî nikarin dest ji karên xwe yên qirêj berdin.

Pustên heman beş