YPS Dupat kir ku liser kê ye

Berîya du roja ew rêxistina navê wê me di şerê xendeka da bihîstî anku YPS û YPS Jin bi daxuyanîyekê  dîsa nîşana çalak bûna xwe diyar kir. Bi video de jinek u du kesê din daxuyanî xwendin û behsa despêkirina pêvajoyeke nû dikin. Di daxuyanî yê de ji artêş, polis anku dagirkeriya Tirk bêhtir gef li kurdan dihate kirin. We tê zanîn ku, ev video li Raniya hatîye wênekirin.

GELO ŞERÊ NAVXWEYÎ DIHÊTE GÛRKIRIN?

YPS ê navê pilana xwe ya nû kirîye “hemla tolhildanê dijî mêtinkar, ajan û hevkarên wî” gorî daxuyanîyê de jî diyar dibe ku ev hemle hemberî Gelê Kurd dê were kirin. Daxuyanî wiha berdewam dike: “jiber berpirsyariya hemû tiştên hatîne jîyan kirin, di bajar, tax û gundan de mirov dikare berxwedanê bilind bike. Ew xayînên qesta jîyana ‘Kurdê azad’ diken pêwîste em dijî wan xwedî helwest bin. Dujmin ne bes tinê leşker û polisin. Ew ajan û hevkarên wa yên keftî nava civaka me û layengirên faşîzma AKP-MHP hemû di kategoriya dujminan de cih digirin. Dibin sîvaneya mirovetî û cîrantî da pêwendîyên kurdan yên civakî dihêne  sûîstîmal kirin. Hevkar û layengirên dujminî ji vîrusê xetertirin. Pêwîste em dijî vane ewlehîya xwe bigirîn. Silavê jî nedîne van kesan”

MA PÊVAJOYA RÊVEBERIYA CEWHERÎ DI SALA 2015-2016 DE SERKEFÎ BÛ ?

YPS di daxuyanî ya xwe de behsa ew şerê xendekan yê dawiya 2014 heya Tîrmeha sala 2015 hatî domkirin ji bo kurdan weke pêvajoyeke serkeftî dinirxîne.  Di daxuyanîyê de pêvajoya rêveberiya Cewherî wiha dihête behis kirin: hêrişên artêşa Tirk yên faşîst bi berxwedanakî efsanewî ya rêveberiya Cewherî ve hatîye têkdan. Bi armanca Berdewam kirina hebûna xwe u azadiya xwe enîya gel hatiye xurt kirin û bereya dujminî hatiye jinavbirin. Şerê xendekan yê Cizîrê, Sûrê, Silopî despêkirî û Nisêbînê, Şirnex, Gever û Hezexê belav bûyî  gel û Gerîla di xaçe rêya berxwedanê de gîhandin hev. Yên bivî rihê berxwedanê ve bê mirin bûyî; Ş.Çîyager, Ş Zeryan, Ş Xebatkar, Ş Çeko…. Terzê tekoşîna azadiyê xuliqandin û dujmin çawe dihête jinavbirin nîşanî me da.

GELO, ÇI ÇÊBIBÛ?

Ew pêvajoya şerê xendeka ya di dawiya sala 2014 de despêkirî û heya xizîrana 2016 berdewam kirî, piranî bajarên Kurdistanê wêran kirbûn. Dawiya sala 2014 li Cizîrê dest bi xendek kulanê hatibû kirin lê belê wê deme dinav bera dewleta Tirk û PKK ê de pêvajoya çareseriyê berdewam dikir. Jiber wê jî Peyman hate çêkirin. Hatîp Dîcle meha berfanbarê 2015 de çû Cizîrê û got “Apo peyama xwede dibêje bila xendek werin girtin” lê belê rexmê vê peyama Apo jî rêveberiya PKK ê sîyaseta xwe ya xendeka berdewam kir. 27 Tîrmeha 2015 Dûran Kalkan li ser şaşa Stêrk TV got; “pêngava rêveberiya cewherî de faşîzmê binbixe” ligel vê peyamê meha Tebaxê de gelek bajar u bajaroka Îlana rêveberiya cewherî kir. Bijlî peyama Dûran Kalkan bi rêzêve pêwîstî yên vê peyamê hat cîbecîh kirin. Dîyar bû ku ev plan zûde hatîye çêkirin. Di bihara 2015 de li ber çavên dewleta Tirk ku bedenî lê temaşe dikir, ciwanên bi ser rêxistina PKK ê ya bi navê YDG-H girêdayî di kolanan xendek di kolan, çîmentu û kerese di kêşandin nava kolanên bajarên Kurdistanê. Û dewleta Tirk xwe şaşî û lalî danî bû. Qed pêşî li van amadekariya ne girt.

Bi dehan bajarên Kurdistanê weke; Farqîn, Sûr, Gever, Silopî, Cizîr, Nisêybîn, Hezex wêran bûn. Koçberîye kî mezin rûda. Xanî û avahiyên milletî şawitîn û jiderve man, perwerda zarokan sekinî, Gelê kurd kefte nava travmaye ke derûnî de. Bi hezaran ciwana jîyana xwe ji dest da. Tenê Cizîrê di bindavekê de 60 kes hatin şawitandin. Bajar bûn cihê Pepuka.

DAXUYANIYA YPS DIHÊ ÇI WATEYÎ ?

Di bijlî şerê xendeka di sala 2016 de bidawî buy heya niha jî Gelê Kurd warê sîyasî û civakî de komîserhev ne bûye. Bajarên Botanê yên ku dewleta Tirk bi dehan sala nikarîbû bikevîtê, bi xendeka hatin fetihkirin. Ji bo vê rastiyê kesê rexnedayîn nekir. YPS we dide nişandan ku berîya niha pir serkeftî bûye û dê niha jî hinek serkeftinê din dest xwe ve bîne. Lê hê YPS nikarîye navê şehîdên xwe yên şerê xendeka derbixe. Li ser kavilê bajara dê çi serkeftina ava bike.

Heman deme ji vi şûnde dîsa bi navê xoricî û ajan însan bêne kuştin.  Bawerî heye ku ev bûyer ne tenê Bakurê Kurdistan biqawmin, ev heta Başûrê Kurdistanê jî ve biryare bandor be. Ev kesên ku ji Bakur hatine û bi gelek sebeba xwe sipartîne Başûrê Kurdistanê ev jî hedef werin girtin. Heman deme ev kesên ku jî PKK veqetiyane û jîyanekî jî xwe re li Başûrê Kurdistanê çekirîne ev jî werin armanc kirin. Yanî dîsa Kurd werin kuştin bi destê Kurda, ev yek jî çi îstîfade jî bo Kurda nake, tenê PKK wê piropagindeyan pê bike.

Di daxuyaniya YPS ê de diyar dibe ku dewleta Tirk nahê armanc kirin. Dibêje AKP-MHP, Lê belê Gelê Kurd ev sedî salin di vê rewşê da ye. Desthilata AKP jî berdewamiya vê rewşê ye. PKK di nava Tirkiyê da ji bo tifaqa xwe ya ligel çepê Kemalîst zirar nebîne tawana dibe ser AKP-MHP ê. êdî Kurdê Bakur jî fêrî vê rewşê bûne “komara Tirkiyê başe, Erdogan xirabe” lê belê Erdogan kesekî berdewamkerê vê sîstema ku kurd dihêne înkar kirin. Şexs dewleta na meşînin, yê dewletê birêve diben hêzeke nediyar e. Rexmê vê rastiyê tenê AKP armanc kirin ji bo paqij derxistina dewleta tirse û wextî bi Kurda dide wendakirin.

Daxuyaniya YPS de dewlet nahê armanc girtin û dixwaze kurdan berahev bide. PKK girseya Kurda ji dest daye. Dixwaze bi hirs û zext dîsa li xwe kom bike. Kurd wê kurdî bikuje, tax û kolan dê bibin cihê teqîna. Erebe wê bihên şawitandin, kergeh dê werin xirab kirin. Cudabûna nava Kurdan dê kûr bibe. Dewlet weke berê dinava YPS ê de ji bo xwe hêlîna xwe çêbike. Dê wan ciwanan birêve bibe. Ew ciwanên temen 15-20 salî dibin rêveberiya dewlet û PKK ê de wê nezanin ka xizmeta çi diken. Zirareke mezin dê bigihînin navmala kurdî. Dinava gorepana rojhilata navîn de hemû hêz dixwazin tenê ser linga bisekinin em Kurd jî debit bi xwe ve mijûl bîn.

BI KURTAYÎ YPS DÊ BIBE “AVKÊŞÊ AŞÊ DEWLETA TIRK”

Pustên heman beş