Hejmarek ji serkirdên DAIŞ’ê li Kerkûkê hatin desteserkirin

Hejmarek ji serkirdên DAIŞ’ê li Kerkûkê hatin desteserkirin

Fermandarê heşda şeibî li eniya Kerkûkê ragihand:  me hejmarek ji serkirdeyên DAIŞ’ê li bajarê Kerkûkê desteserkirin.

Eboriza Elnecar berpirsê enya Kerkûkê di konferenseke medyayî de ragihand: liv û tevgerên DAIŞ’ê li dema rabûrî li derdûrên bajarî Kerkûkê û Neynewa yê zêdetir bûne û çekên di dest wan de jî çekên pêşketîtirin ji çekên pêş niha di destên wan de.

Elnecar her weha ragihand: lê belê DAIŞ’ê şiyan û hîza pêwîst ji bo dagîrkirina Kerkûkê û Neynewa yê nîne û hêzên heşda şeibî wê rê li wan grin, hêzên me DAIŞ’ê dorpêç kirîne û wê hemûyan jinav bibe.

Tê zanîn ku ev bû dema çend mehane liv û tevgerên DAIŞ’ê li nava xaka Îraqê de bi taybetî li derdûrên bajarê Kerkûkê pirr zêde bûye û êrîşên ne çaverê kirî encam dide, ev êrîş bara pêtir li şevê de tên encamdan û heya niha zîyanek mezin bi heşda şeibî û hikûmeta Îraqê gihandîne.

Pustên heman beş