‘Em bi zimanê xwe hene’

‘Em bi zimanê xwe hene’

Konfedrasyona Sendîkaya Karkeran KESK’a Wanê têkildarî Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê daxuyanî da û got: “Ziman ji bo gelekê hêmana herî girîng e. Her milletek bi zimanê xwe heye.”

Konfedrasyona Sendîkaya Karkeran Şaxên KESK’ê ya Wanê têkildarî Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyaniya KESK’ê wiha ye:

“Bûyerên şewba COVİD 19ê yên pozîtîf vê hefteya gehîşt asta herî bilind. Sedema vê jî wekî tê zanîn li taxa Siyevanê tazîye li hatibû danîn, lê gotinên rêveberan yên asayibûnê sedema bingehîna belavbûna şewba COVID 19ê ye. Pergala kapîtalizmê carekê din jî da zanîn ku berjewendiyên aborî berî tenduristiya gel tên. Vekirina navendên danûstandinê îspata vê yekê ye. Li hemberî vê ferasetê dirûşmeya me eşkere ye; ‘Ev pergal dikuje!’

Banga me dîsa ji gel ra, em dibêjin guh nedin gotinên asayibûnê û xwe ji rîska têgeravê şewbê biparêzin. Em di hefteya Cejna Zimanê Kurdî de ne. Wekî tê zanîn roja 15’ê Gulanê her sal li dinyayê wek CEJNA ZIMANÊ KURDÎ tê pîrozkirin.

EM BI ZIMANÊ XWE HENE

Ziman ji bo gelekê hêmana herî girîng e. Her milletek bi zimanê xwe heye. Li welatê Kurdan û welatên Kurd têde dijîn zextên mezin li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Li hemberî hemû zext û astengên li ser zimanê Kurdî, dîsa jî Kurd û Kurdî li berxwe didin. Ji bo ku zimanek bijî divê ku ziman di jiyana rojane da bê bikaranîn. Em jî wekî her gelê cîhanê dîxwazin zimanê xwe li her qada jîyanê bi kar bînin. Em îro dibînîn ku bar û berpirsîyarî ya hebûna zimanê Kurda dîsa tenê li ser milên gelê Kurd e.

Daxwaza her Kurdekî ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê. Ji bo vê ye ku bi salan e Kurd têkoşîna vê didin.

GORÊN BI KURDÎ JÎ QEDEXE NE!

Bi biryarnameyên hûkmê qanunê, gelek sazî û rojname, televizyon û kovarên Kurdî hatin girtin. Van rojên dawî de li gelek bajaran kêlikên gorên ku li ser bi Kurdî hatîne nivîsandin, bi destên hêzên ewlekarîyê ve hatin rûxandin. Dîsa li gelek bajaran qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, zîmanê Kurdî li gelek deveran qedexe kirin. Ev dide nîşan ku zext û astengîyên li ser zimanê Kurdî wekî berî sed salan dîsa berdewam dikin û tîştek nehatîye guhertin.

Zimanê me hebûna me ye. Bijî têkoşîna kedkar û karkeran.”

Pustên heman beş