Pirojeya rîformê, bihêz kirina pergala Başûrê Kurdistan yan lêdana bingeha gendel û bazirganên mafên gel

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê, li sala rabûrî pirojeya rîformê anku pirojeya çaksaziyê pejirand, ew dixwaze 2 armancan ji vê pirojeyê bi dest bixe, ya yekem bihêz kirina pergala Hikûmetê bi awayekî ku dadperwerî bingeha wê be, ya diduyan îlan kirina cengê li dijî gendel û ticarên mafên gel.

Civaka Kurdistanî demek dirêje li benda rîformê û ‘edaleta maf û êmtyazatane

Çaksazî ew slogane ku partiyên opozisyon gel pê xapandî, lê niha ew li dijî pirojeya rîformê derketine

Bi tevahî ev demek dirêje, civaka Başûrê Kurdistanê, li benda pêngaveke bi vî awayî ne, li benda edaleta mûçe û maf û îmtîyazatane, dixwazin êdî tu kes mafên wan bin pê neke û piştre hejarî û derdeseriya wan ji bo xwe bi derfet nebîne ku armancên xwe yên siyasî pê bicî bike.

Ji dema erê kirina pirojeya çaksaziyê û destpêkirina pêngavên bi cî kirina wê, asteng derketin holê, taxmeke destnîşankirî naxwaze ev piroje ronahiyê bibîne, ji ber ku berjewendiyên wan wê bikevin xeteriyê, tişta seyr eve ku ev asteng ji aliyê hinek partîyên mixalefetê derketine, ew partîyên ku ji destpêka damezrandina xwe diruşma çaksaziyê bilind kirîn û li ser wê esasê bingeha xwe ya cemawerî ava kirîn, gelo pirs li vir eve, partîyên ku xwe bi rîformxwaz dizanin û li ser wê esasê mixalefeta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin, çima naxwazin pirojeya çaksaziyê were cî bi cî kirin? Bi gotineke din, partîyeke Îslamî ku çaksazî diruşma wê be, partîyeke lîbral ku bi çaksaziyê gel xapandiye, çima naxwazin çaksazî were kirin?

Coreke bazirganan li Başûrê Kurdistanê derketine ku piraniya wan li ser pişta gelê hejar dewlemend bûne, wan bazirganan yasayên Hikûmeta Başûrê û kirîza salên cenga dijî DAIŞ’ê di berjewendiya xwe da şikandine, wan di heman demê de îstixlala gelê hejar û hikûmetê kirine.

Şasiwar Ebdulwahid Kurdê Başûrê Kurdistanê ye, xwe bi tacir, sîyasetvan û medyakar dide nas kirin, kenalê asîmanî yê NRT li Silêmaniyê li jêr navê şirketa Naliya ava kir, her wiha hinek pirojeyên bazirganî weke “Çavî Land” li Silêmaniyê hene.

Şasiwar Ebdulwahid temen 41 sale, wî li sala 2017an de dijatiya xwe ji bo referandoma serxwebûna Kurdistanê diyar kir û serkêşiya pêvajoyekê bi navê “Na” ji bo referandoma serxwebûna Kurdistanê da meşandin.

Li heman salê tevgereke siyasî bi navê “Newey Niwê” damezrand û tevlî hilbijartinên Îraqê û Kurdistanê bû.

Şasiwar Ebdulwahid li destpêka derketina xwe ji bo meydana bazirganiyê û piştre siyasetê, gelek guman li ser hebûn, tu kes û aliyan ne dizanî ew li tu demekê û çawa dewlemend bû.

Ya rast Şasiwar Ebdulwahid li destpêka karên xwe yên bazirganî bi fêl kirinê li gelê hejar dest pê kir, wexta bi rêya pirojeya “Çavî Land” pereyekê zor ji hemwilatiyên hejar û kirêçî wergirtî ku bi pitrî 20 milyon dolaran dihatin texmîn kirin û heya niha ew pere ji bo xudanên wan nevegerandiye.

Her wiha li alîyekê din Şasiwar Ebdulwahid ne tenê fêl li hemwilatiyan kirine, belku li Hikûmeta Başûr jî, wexta ku pêtirî 51 milyon dolaran weke qeriz li ser dema desthilatdariya Dr. Berhem Salih wergirtin û heya niha ew pere ji bo Hikûmetê nevegerandiye.

Çima herdema behsa bicîkirina pirojeya rîformê tê kirin Şasiwar di tirse û rewşê têkdide?

Ji derketina pirojeya çaksaziyê, tirseke zêde li cem Şasiwar çêdibe, wî hemû hewlên xwe ji bo asteng kirina vê pirojeyê dane şuxilandin, belku peyam jî ji bo hinek aliyên siyasî şandibûn ku heger pirojeya çaksaziyê serbigre û bikeve di qada bicî kirinê de, ewê Kurdistana Başûr weke meydana Azadiyê ya Îraqê lê bike, gelo çima Şasiwar dixwaze rewşê têk bide? Bersiv pir hêsane.

Li gor pirojeya çaksaziyê pêwîste hemû qerzên li salên rabûrî hikûmetê bi bazirganan dane werin vegerandin, hikûmetê pitirî 800 milyon dolaran weke qerz li cem bazirganan hene, ji wê kujmê 51 milyon dolar li cem Şasiwar Ebdulwahid hene, li vir ji bo ku Şasiwar xwe ji vegerandina vî qerzî ji bo hikûmetê vedize, cara yekem siyaseta têkdana rewşê bi alîkariya Îranê û hinek partên Şî’e mezheb li Îraqê da meşandin û kirîza xazê û mazotê ya ku aliyekê Yekîtiya Niştîmanî bi serkêşiya Lahor Şêx Cengî çêkirî bi delîve ji bo xwe dît ku teklîfa siyasî li ser serê gelê hejar bike.

Şasiwar ev yek kir û bera qedexeya derketinê û rewşa vîrosa Koronayê, xwepêşandan çêkirin, lê belê ev hewlên wî bi armanc negihîştin.

Vê carê Şasiwar û Lahor cengî li hev kirine, Şasiwar wê medyaya xwe li dijî rîformê bide şuxlandin, li beranber Lahor Cengî wê nehêle tu kes û alî qerên hikûmetê ji wî wergire, her wiha Lahor pereyên NRT ên 6 mehan pêşwext dane Şasiwarî

Niha jî û piştî ku li rojên rabûrî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xeta giştî ya cîbicî kirina pirojeya çaksaziyê îlan kirî, Şasiwar Ebdulwahid careke din ketîye nav hewlên mezin ji bo asteng kirina vê hengavê, vê carê wî lihevhatin li gel Lahor şêx cengî kirîye.

Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, Lahor Şêx Cengî Şasiwar haydar kirîye ku ew wê nehêle tu kes û aliyek zextê lê bike ku qerzê 51 milyon dolarî yê Hikûmeta Başûr vegerîne û ji bo vê Lahor wê nehêle tu dadgeheke Silêmaniyê lêpirisînê digel Şasiwar de bike û her wiha Lahor mesrefên 6 mehan yên kenalê NRT dane Şasiwar, li beranber vê Şasiwar wê medyaya xwe li jêr şîrketa Naliya li dijî pirojeya çaksaziyê araste bike.

Bi kiryar, cî bi cî kirina vê lihevhatinê destpêkir û Şasiwar banga xwepêşandaneke seranserî kirîye, wî navê xwepêşandana Rûxandina Hikûmeta Başûr li xwepêşandanê kirîye.

Dev jê berde ku Şasiwar di nerîna partîyên Başûrê Kurdistanê de bi siyasetvanekê dûrî xeta Kurdayetîyê tê hesab kirin, lê belê tiştê seyr eve ku paş 2 salan ji avabûna tevgera Newey Niwê, 3 caran kirîzên mezin di nava tevgera wî bi xwe de çêbûne, hejmareke parlementerên tevgera wî cuda bûne, hinek li ser pirsên exlaqî û hinek li ser pirsên dest hebûna Şasiwar li gel dewletên dagîrkar yên Îraqê û Îranê û hinek jî ku damezrînerên tevgerê bûn Şasiwar ew bi karê sîxoriyê ji bo saziyên Parastin û Zanyariyê sûçbar kirin lewma ew jî cuda bûn.

Niha jî Lahor Şêx Cengî dardestê dewletên dagîrkar yên Îraqê û Îranê, alîkariya Şasiwar dike ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê lawaz bike û astengîyan ji bo pirojeya çaksaziyê bixulqîne, ya rast ev hewil bi fitna dewletên dujmin û xaînên 16ê Oktoberê ye, taku ji alîyekê wan pirsgirêkên di nava YNK ê de û pîlanên qirêj yên Lahor Cengî ji bîra gel biben ji alîyekê din rewşa Başûrê aloz bikin ji bo ku rêgirîyê li pirojeya çaksaziya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê bikin.

Pustên heman beş