Dilzar Dîlok 25 Golanê di malpera ANF ê ya biser PKK ê ve meqale yek weşand, Ev nivîsa bi navê “hestên pêşmerga çi dibêje” de bi zimanekî îdeolojîk û tevlîhev heqaret barandin ser pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Di giştîya nivîsê de dîyar dibe ku nivîser ji rastiya siyaset, jîyan, dîrok û heqîqetê bîyanîye. Tenê bi pencerka partîya (PKK) xwe de karîye jîyanê bixwîne. pir bêperwa liser Rêveberiya Herêma Kurdistanê van gotinan dike “ Rêveberiya Herêma Kurd nikare jîyana Herêmê, azadiya wê sîstem û temin bike. Berevajî, hereşê liser jîyanê dike, civak bûnê dikuje, parçe dike û di nezera dûnya yê de Kurdan lawaz û bê ihtîbar dike”.
Di sed sala 20an de dinava pergala cîhanê de bi navê Kurdan tenê Hikûmeta Herêmê weke sîstemeke fermi û meşrû cîhê xwe digire. Hemû cîhan bi şanazî behsa Herêma Kurdistanê dike. Diyar dibe ev nivîser dibin sîbera partîya xwe mirîdiyê dike. Ji wilatparîzî û ilmê sîyasetê dûr ji xwe ve diaxve.
NIVÎSER, JIBO HERÊMA KURDISTANÊ REŞ BIKE KETÎYE NAVA LÊGEREKÎ BÊ WATE. BI ZARGOTINA PÊŞMERGE YEKÊ DIBÊJE “EZ JI HEMÛ KIRYARÊN XWE PÛŞMANIM”
Dibe ku ev gotin ji alîyê pêşmerge kê ve hatibe kirin, Ne pir ecêbe jî, Lê dinava bi sedhezaran pêşmerga de kesek anjî çend kes gotinên bi vî awayî bikin ne tiştekî pir ecêbe. Pêşmerge ji salên 1800 heye niha jibo rizgariya Neteweya Kurd fedaîyetê dikin, liser hemû qehremaniyên kurd mora Pêşmergê Kurdistanê heye. Di nava van 200 salên derbasbûyî de bi sedhezaran Kurd bûne Pêşmerge û bi deh hezaran jî şehîd bûne. Kesên derveyî vê rastiyê bixwazin jîyana xwe bidomînin jî pirin, Lê ya herî dawîyê şerê DAIŞ de jî me dît pêşmergên temen 70-80 salî di berokên şerî de cîh girtin, ev rastiya çanda vê civaka dilsozên wetenî ye. Li ser 2000 pêşmerga canê xwe gorî axa welat kir, efsane û qehremaniyên pir mezin derketin, Heman pêşmerge cihê pêwîst bike hemû rexneyan li fermanda xwe dike, Bê tirs û bê fikar.
Pêşmerge dikare bibêje ez pûşmanim jî heya dikare jinava sîstema pêşmerge derbikeve jî, tiştekî pir normal û siruştî ye, lê dinava PKK ê de kes nikare behsa pûşmanî û jinava PKK derketinê jî bike, ev mafe weke îxanetê dihête dîtin, heya mirinê bêdilî jî be pêwîste dinava PKK de bimîne.
Dilzar Dîlok dibêje “bi ratibekê ev pêşmerge avêtine quncikekê” gelo PKK çi dike dev ji ratibî berde kesên bi dehan sala jê re xizmet kirî weke xayîn binav dike û dikuje, bi sedan gerîlayên dêrîn bi navê îxanetê hatin Kuştin, Dilzar Dîlok û yên weke wê “şûjina çavê xwe re nabînin behsa derzîya çavê alemê” diken.
GER HÛN PÎÇEK BIŞEREF BIN LISER WAN KESÊN KU PKK Ê BI NAVÊ REVÊ KUŞTIN BINIVÎSIN.
Mînak kuştina Haronê Sermezin (Barzan Dûre) binivîsin, ew kurê alimekî mezin yê Kurdistanê mela Ebdulrehman Dûre bû, bi salan çîya, çîya dijî dujminî şer kiribû, Haron tenê gotibû “min bawerî bi vê stratejîya nû nîne” Lê dibin navê revê li herêma Xinêre PKK ê kuşt. Ger hûn bixwazin binivîsin liser Şoreş ê Simbêlzer anku Şirnex (Osman Balîç) binivîsin, we çewa ew û kiça wî Rewşen ya temen 3 salî kuştin, malbata Şoreş tevlîbûnên destpêkê li herêma Botanê dane PKK ê, gundê Deştalala û malbata wî pêşîya hemû Botanê derî li PKK ê vekir bû, Şoreş hemû jîyana xwe ji bo Kurdistanê terxan kir, ewî jî çend rexneyên di cih de li PKK ê kirin û bi emrê Mirad Karaylan û Cemîl Bayik ve ew û Rewşen a biçûk hatin kuştin, ger te dilopek wîjdan jî hebe tu li ser Rewşen a biçûk binivîse, Heroj bi dehan gerîla ji nava rêxistina PKK ê qut dibin here guhdarî çîrokên wen bike û binivîse.
Ger tu dixwazî binivîsî ew Nasir ê mezin (Faruk Bozkort) yê ku 1982 tevlî PKK ê bûyî û 20 sala li çîya şer kirî, fermandarê eyaleta Zagros û Amedê endamê Mekteb sîyasî ya PKK ê çewa bi fermana Konseya Serokatî hate kuştin binivîse.
NASIR DIGOT “EV ARMANCA PKK Ê NE DI BERJEWENDIYA KURDAN DE YE Û TEKOŞÎNA NETEWEYÎ WIHA NAYÊ MEŞANDIN
Nasir digot “ev armanca PKK ê ne di berjewendiya Kurdan de ye û tekoşîna neteweyî wiha nayê meşandin” lê ew sîstema we ya demokratîk, îkolojik, azadiya Jinê û civaka azad ev rexne qebûl nekirin û Nasir qetil kir. Sitema we ya bê rêz, bê maf, bê sebir ya ku kes parast, yek dengî û yek kesî em baş fehm dikîn. Çewa dinava Împeratoriya Osmania de ji bo kursîkî bira, bira dikuşt partîya we PKK jî jibo kursîkî heval hevalê xwe dikuje, Hûn û Tirk “dewê yek mastî” ne.
Di nava PKK ê de ne bi tenê Dilzar Dîlok piranî qelemşûrên wan mejîkê xwe bi îkoloji, Jînekolojî û bi hemûlojîya ve tevlîhev kirine, Mirov dikare bibêje vane “bermahîkên şûrî” ne dinava çapemeniya PKK ê de, ew kesên salên 1990 dinava ragihandinê de welatparêz, Kurdistanî û netewperwer di alîyekê de dujminî alîyê din de jî PKK ê bihevra hemû hatin tune kirin, yên weke Gûrbetellî (Zeynep) Ersoz, Huseyîn Denîz, Nazim Babaoğlu û Kemal Qiliç anku ev nifş hate qirkirin, Qada ragihandinê jibo van bê esil ma, Ev bê eslene ligel hev dinava pêşbirkîyekê de ne ka dê kî zêdetir dijî Rêveberiya Herêmê, di jî destkeftên Başûr, di jî Barzanî û dijî pêşmerge nivîsan binivîse.
BI ŞOXILANDINA XWÎNA CIWANAN Û RONDIKÊN DAYIKÊN KURDA EM NAHÊN XAPANDIN
Xwe we dibînin ku, ev cîhane bes tenê wan fam kirîye kesên derveyî wan hemû cahil, şûndamayî û bêperwerde ne, Tiştê vane hinde bêperwa dike ev têgeha PKK ê ye, Pêwîste em dîroka wan nîşa hemû kesî bidîn, ew dîroka wan ya tarî bînîn bîra wan, Em weke netewperestên Kurd pêwîste bibêjîn PKK ê êdî cihê xwede bisekine, Mecalê rojevên direw avakirinê nedîne wan, êdî Kurd ne weke 10-15 sal berîya nûke çav girtîne, Bi şoxilandina xwîna ciwanan û rondikên Dayikên Kurda em nahên xapandin, ew dixwazin civaka kurd ji kurdayetî dûr bixin, Em mecal nadîne wan kesa yên ku heqaretê Hikûmeta Herêmê, Pêşmerge û doza me ya dewlet bûnê, diken.