Benka navdewletî: surpirayzek li benda welatên petrolê ye

Benka navdewletî: surpirayzek li benda welatên petrolê ye

Benka navdewletî îro eşkere kir, zîyanên vîrosa (kovîd-19)ê li ser sêkterên abûrî yên welatên Rojhelata Navîn dê di dûm dirêj bin.

Ajansa Royterzê îro ji hinek çavkaniyên benka navdewletî belav kirîye ku zîyanên vîrusa Korona ya nû (kovîd-19) ê li ser welatên di qada pêgehiştinê da û welatên Rojhelata Navîn, dê gelek mezin û dijwar bin û ev zîyan dê bo demeka dirêj bimînin.

Herweha dest nîşan kir, zîyanên herî mezin dê bi wan welatan kevin ewên pişt bestinê li ser petrolê dikin.

Benka navdewletî, li derbara zîyanên Kovîd ê, raporek bi navê “Aso yên abûrîya cîhanê” amade kirîye û di enelîsta raporê da amaje dike ku welatên Rojhelata Navîn dê mezintirîn zîyanê bînin.

Di beşeke din a raporê da bi jimare bas kirîye ku ev welat dê 11% ya berhema xwe ji dest bidin.

Pustên heman beş