HPGe çalakiyên Başûrê û Bakur bi awayekî nerast nîşan dide

HPGe çalakiyên Başûrê û Bakur bi awayekî nerast nîşan dide

Hêzên Parastina Gel HPG’ê, balê leşkiriyê PKK’ê, li derbara çalakiyên dû rojên rabûrî daxweyanî da û li gor wê, pêtir ji 10 leşkirên dewleta dagîrker hatin kuştin, hem wext 4 Gerîla.

Navenda medyayî ya HPG’ê, di daxweyaniyê de dest nîşan kir ku li rojên 9-10/6/2020an, Gerîlayan li navçeya Heftenînê li Başûrê Kurdistanê, her wiha li navçeyên Çelê, Dêrsimê û Sêrtê li Bakurê Kurdistanê hejmareke çalakiyên partîzanî encam dane û têde kuştina 12 leşkiran pişt rast kirîye.

HPG’e di daxweyaniyê de dibêje: “tevî leşkirên ku mirina wan hatîye pişt rast kirin, di çalakîyan de hejmareke din ya leşkirên Tirk hatine kuştin, lê belê hejmara wan tesbît nebûye”.

Li derbara Gerîlayên ku canê xwe ji dest da ne, HPG’ê diyar kir, 3 Gerîla di çalakîya li Sêrtê û yekê din li Dêrsimê, canê xwe ji dest dane.

Ev daxweyanîya HPG’ê hem wexta belav bûna rapora sazîya ACLED ya Amerîkayê tê ku duh dest nîşan kir bû 77% ji pevçûnên Tirkiyê û PKK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê di qewmin, PKK’e ji bo ku vê rapora Amerîkayê red bike, di daxweyanîya xwe da wiha dide nîşan dan ku çalakiyên wê pêtir li Bakurê Kurdistanê di qewmin.

Her li vê derbarê de, arteşa Tirkiyê ji yekê vê mehê ve hejmareka êrîşan li Başûrê Kurdistanê li ser pêgehên PKK’ê li darxistine û têde pêtir ji 21 Gerîlayan canê xwe ji dest da ne yek ji wan fermandarekî beriz bû, lê belê HPG’ê tu agahîyek li derbara wan êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne nedane, mînak êrîşa duh roja çarşemyê ku li Zapê û Heftenînê pêkhatibû û 8 Gerîla têde canê xwe ji dest dan.

Pustên heman beş