Dewleta dagîrker ya Tirkiyê li hinek herêmên Rojava Kurdistanê bikaranîna lîreyê Tirkî feriz dike û gelê navçeyê xwepîşandan ji ber vê yekê û her wiha buhabûna nirxa nanî li darxistin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî li Rojava Kurdistanê” eşkere kirin, li bajarokê Beza yê li gundewarê Bakurê rojhilatê bajarê Babê, li hember buhabûna nirxa nan û firotina wê bi lîreya Tirkiyê xwepêşandanek hat li dar xistin.
Her lîreyeke Tirkiyê bi 400 lîreya Sûriyê ye, lê ev buha ne cêgîre, her tim radibe û dadikeve, ew jî diyar dibe ku buhaya nan li herêmên dagîrkirî tesbît nabe.
li gorî çavkanyên ji bajarê Babê, ger yek bixwaze nan bikire, ew neçare bi lîreya Tirkiyê bikire û lîreya Sûriyê nayê qebûl kirin.
Gelê bajarokê Beza di 3î gulana rabûrî de daketbûn kolanan, ji ber nirxa nan bi 350 lîreyên Sûriyê bû, lê niha piştî derbas bûna pêtirî mehekê buha gihîştîye 400 lîreyan, lê tenê kirîn û firotin bi lîreya Tirkiyê ye.
Dewleta Tirkiyê ya dagîrker bi hinceta hilweşîna nirxa lîreya Sûriyê, pereyê xwe li herêmên dagîrkerî yên Rojava feriz kirîye.