Çima PKK ê rêveberê Asayîşa Giştî ya Rojava tesfîye kir?

Çima PKK ê rêveberê Asayîşa Giştî ya Rojava tesfîye kir?

Rêxistina PKK ê siyaseteke wiha dimeşîne ku her Qadroyekê wexta muhîma wî bi dawî dibe, yan wexta hinekî pêş bikeve, bi xeter li ser rêxistnê dibîne, mînak pirin, lê belê emê di vê nivîsê de bas li “Ciwan Ereb” bikîn, kanê bi tu awa PKK ê ew weke rêveberê giştî yê asayîşa rojava wezîfedar kir û çima paş demekê ew tesfîye kir?

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê te’qîba vê babetê kirine û pêzanînên herî taybet bi dest xistin kanê ji destpêkê ve Ciwan bi tu awa dibe rêveberê asayîşê û tu awa tê tesfîye kirin.

JI KARÊ ZÊREVANIYA CEMÎL BAYÎK BO RÊVEBERÊ ASAYÎŞA GIŞTÎ YA ROJAVA

Ciwan Îbrahîm bi kod navê “Ciwan Ereb” tê nasîn, piştî ew tevlî PKK ê bûy, demekî li çiya maye û wek zêrevan û muxabere li çiya kar kirîye, ew nêzîkî Cemîl Bayîk bû, lê zêde di nav hevalan da nedihate nas kirin.

Piştî şorşa li rojava ber bi pêş çûy, “Ciwan” jî ku wek Qadroyekê Rojavayî ye û xelkê Hesekê ye, diçe Rojava, paş demekê dibe berpirsê giştî yê asayîşa Rojava.

Ciwan gelek tişt li rojava li hemberî kesên dijî PKK ê û tev – demê kirin, ev dijber bi fermana “Ciwan” dihatin girtin, kesên ku bi dest asayîşa rojava dihate berze kirin û sizayên nediyar ji bo derdiketin, “Ciwan” bi berpirsyar di hate zanîn.

CIWAN GIHABÛ ASTEKÎ WIHA KU ÊDÎ TENAZUL JI BO YPG Ê Û RÊVEBERIYA ROJAVA NEDIKIR

PKK Ê CIWAN KÊŞA ÇIYA Û LI GARE HIŞT, LI PAYÎZA 2018AN ÎLAN KIR KU BALEFIRÊN TIRKAN LÊDANE

“Ciwan” di nav asayîşa rojava da xwe anî asteke blind ku êdî dikarî li himber YPG ê bisekine û tenazul jî jibo Rêveberiya Rojava nedikir, wî desteyek ji xwe re dirust kir bû ku gihiştbû astekî wiha ku asayîş bi temamî êxistibû jêr kontirola xwe.

“Ciwan” kesekî xwecih anî di nava asayîşê da û wî kesî xwe weke “Seyîdek” dabû nasandin, gelek qadroyan xwe wek mirîdên wî qebûl kirin, ev kese ku bi rêya Ciwan hatbû tenzîm kirin, piştî demekê rêveberiya PKK ê ya Qendîlê ev kes bi xeter dît, eve jî terzê PKK ê ye ku her êkê hinekê pêş bikeve, PKK zû maytêkirinê têda dike û îmha dike.

PKK ê bi behaneya civîn û perwerdê “Ciwan” vexwand çiya û piştî perwerdê rê lê girtin û nehîştin bizivre rojava û êdî bi te’lîmatên rêveberiya Qendîlê, maytêkirin di rêveberiya asayîşê da hat kirin.

Piştî vê maytêkirinê, PKK ê kesên nêzîkî Cemîl Bayîk qadroyên wek “Bijar” ku demekê zêrevanê Cemîl Bayîk bû, wek rêveberê giştî yê asayîşa rojava wezîfedar kir.

RÊVEBERIYA QENDÎLÊ HEMÛ KESÊN BI CIWAN RE KAR KIRÎN AVÊTIN ZÎNDANÊ

Li vê qonaxê, “Bijar” bi fermana Qendîlê rêveberiya berê ya asayîşê û kesên ku bi Ciwan re kar krî, her wiha mirîdên wî kesê xwe wek “Seyîd” daye naskirin, ji ser kar girtin û avêtin zîndanê.

Rêveberên asayîşê wek “Mem” ku Qadroyekê kevne û dîsan hevala jin “Kînem” ku ew jî di rêveberiya asayîşa giştî da bûn, ketine jêr lêkolîn û zîndan kirinê.

Evê maytêkirinê rojeveka serekî di nava qadroyên rojava da çêkir, “Sabrî Ok, rêveberiya Rojava û her wiha komîta PKK ê ya Rojava”, nekarîn vê giriftê di nav qadroyan da bidin îqna’ kirin, ji boy wê jî Duran Kalkan bi xwe maytêkirin kir û çû rojava konferans û civîn ji qadroyan ra çêkirin û pêvajoya pilatformên qadroyan da dest pê kirin û ji nû ve serrastkirina qadroyan hat çêkirin, hinek Qadro hatin girtin û hinek kêşan çiya û hinek ji nû ve erkdar kirin.

Rewş di nava qadroyên rojava da giha bû astekî weha ku kontrol li ser qadroyan ne dihat kirin, ji bo wê jî komînên qadroyan jibo îstrahetê hatin çêkirin ji bo ku qadro di nav malên gel da nerazin û qadro tiştê muxalîf nekin, telefonên pêşketî bi kar neînin û ji gelek tiştên din ên keyfî mehrûm kirin, ji bo ku hertim bi perwerdê û karî ve mijûl bibin, eger muxalifyek li gel kesekî çêbiba jî da raporê jûr bikin, bi gotneke din, (yanî casostîya hev bikin).

PKK ê Ciwan kêşa çya û li Garey hişt, li payîza 2018an  hat zanîn ku teyarên Tirkan lêdane

PKK ê paş vê maytêkirinê, “Ciwan” ji boy demek dirêj li çyayî li navçeya Gare hiştin, lê belê li gor agahiyên herî taybet ku bi dest pêgeha Darka Mazî ketine, hate bihîstin ku li payîza 2018an : “teyarên Tirkan lê dane û ew kes di jiyanê de nameye”, lê belê PKK ê ev yek îlan nekir.

Ya rast çarenvîsa “Ciwan” ne diyare kanê rastî jî balefiran lêdaye yan jî PKK ê tesfîye kirîye, ji ber ku rêveberiya PKK ê ew wek çete dabû nîşan dan û hertim di nava perwerde û civînan da di kete rojeva rêxistnê de.

Pirsa li vir tê kirin eve, gelo sebeb çiye ku ev kes heya niha ne bi şehîd hat îlan kirin û ne jî çarenvîsa wî diyare?.

Bersiv jî eve ku tiştê tê texmînkirin bi îhtîmaleke pir mezin, ev tiştê PKK ê û asayîşê li rojava krî, bi kuştina Ciwan were winda kirin.

Pustên heman beş