Meşa HDP ê, êrişa li ser PKK ê û penda Adornoy “Jiyana xelet rast birêve naçe”

Di beşê 18 mîn ya pirtûka Tiyodor Adorno de “Mînîma Moraliyê” ya bi nav û deng, ew sihra gotina wî, “Jiyan, heqîqete û yên jiyanê lêpirisîn dikin wê rojekê vê gotinê ji bo xwe bibêjn: Jiyana xelet rast birêve naçe”.

Dema ku em ji bo wan kesên ku dibêjn em HDP ê û PKK ê naparêzîn li berisvekê digerin, em tenê dikarîn vê gotinê jêra bikîn, “Jîyana xelet rast nahê meşandin”, bi bizavekî xelet ve mirov nikare bigehe rastiyê, bi felsefekî xelet jiyan, nahê ser rast kirin.

Di vê sed sala dawiyê de, li Rojhilata Navîn pirsgirêka herî aloz û dijwar beşk jê ya Kurdan, rastîya Kurdan û mafên neteweyî bi HDP ê û PKK ê ve çareser nabe, her çend dema mirov vê rastiyê dibêje bi xaîn û sîxortiyê bihête tawanbar kirin jî, lê em mecbûrîn rastîya bibêjîn.

Em ne siyaseta PKK ê ya bi dewletê re, nejî siyaseta dagîrkeriyê di ‘ecbînîn û nejî mecbûrîn tevlî siyaseta dewletê ya li ser înkara Kurdan hatî damezrandin, bibîn.

Ez weke Kurdek  ji ber asteng kirina meşa HDP ê û qedexe kirina wan ya ketin û derketina bajaran û girtina wan, piştgiriyê li HDP ê nakim, ji ber ku HDP ne neferekî demokrasiyê ye, HDP ji bo miletek bibe xwedî nasname û mafê xwe yê bi serê xwerêvebirinê dibin navê “Demokratîk Tirkiye” de ji nav dibe.

HDP rastîya Kurdan di nava rastîya Tirkan de di helîne

HDP nasnameya Kurdan xweya nake û nasnameya Tirk dike sereke, ji ber vê jî wekîlên HDP ê di nava vê meşê de bihêne kuştin jî, lêdanê jî bixwen lê belê nikarin cewherê Tirkîye bûna HDP ê biguherin, tu ji kîjan zawiyê lê binêrî binere, HDP û AKP di ber yek rûbarî ve diherikin ew jî “Tirkiyayek bihêze” em Kurd xwe naxîn nava pêlên vî rûbarî de.

Azadî, daxwaze bihevra jiyanê û her wek van rumetiyên ku ayîdê mîrovatiyê ne û nifşê mirovan rizgar dike, yên weke wekhevîya cudahîyan, wekhevîya newekhevan, nedibin yekdestîya HDP ê û PKK ê da ye, bawerîya mejî bi pêwîstîya sîstemên siyasî yên bihevra jiyanê, heye, lê dîroka mirovatiyê ya hizar salî diyanetê, pirtûkan, feylesofan nekarîye nava vê peyvê çareseriyekî serkeftî peyda bike, noke nava vê peyvê bi fedakirina Kurdan ji bo Tirkan ve dihête dagirtin, ev pêşî her tiştî xiyanete li armanca bihevra jiyana mirovatiyê re, heya wekhevîya newekhevan nehête ava kirin, her pêngavên ku werin avêtin dê tenê rêkê ber ajotinê, vebike.

Dema ku HDP dikeve tengasiyê de, behsa yekîtî û çareserîya pirsgirêka Kurdî dike, pêwîste em vê ji wan qebûl nekîn, ji ber ku HDP van peyvan ne ji bo Kurdistanê ji bo siyaseta Tirkîye bûnê di mezêxît.

Li gorî agahiyên destê me da li şeva 14-15 xizîranê, balefirên bi ser Tirkiyê ve li axa Kurdistana Başûr de, 81 bingehên PKK ê bordoman kir, ez naxwazim xwe Kurdekî nebaş jî bi destê dijimin were kuştin, çawa ku mafê jiyana her mirovekê jiyana her Kurdekê jî pîroze, ez ji ber exlaqê xwe yê siyasî, Kurdayetî û însanî bi çi hecetan qebûl nakim ku balefirên djiminî li Biradostê, Qendîlê, Şengalê û xwe li bihostekî axa Kurdistanê biden, lê belê dijberîya min ya dijî êrişên dagîr keran jî, min palnade ku ez PKK ê bi ‘ecbînim, ji ber ku PKK e li gel dewleta Tirkiya kûr di nava têkilîyan da ye, ew peymanên Ebdulla Ocalan li gel dewletê çêkirîn derdixe holê ku PKK jî beşeke ji berjewendiyên dewleta Tirik ya dagîrker.

Pir zelale ku PKK dixwaze şerê xwe ji Bakur veguhêze Başûr, her roj ajansa PKK ê ANF dibêje: “Li heftenînê 5 esker hatin kuştin, li Kanî Masê çalakî hate kirin û bi nûçeyên vî rengî dixwaze Gerîlayan weke serkeftî bide diyar kirin, giropekî bawermendên wan jî van direwan weke serketin dibînin û çepkan ji bo tixin.

Ma qey te li Bakur û Tirkiyê “tovê dijmnî qelandîye”? Li şûna ku li wir çalakîyan encam bidey, hatîye Hewlêrê û pişta Dihokê çalakîyan dikey, ger te li Bakur dijmin nehêlatibe, fermo hemû yên Başûr emê bi hevra xelas bikîn

Nexêr ez vana nakim, ji ber ku dewleta Tirik li gel dagîr kirina axa Kurdistanê, hukmî li ser 783,562 km² dike, ez diprsim gelo di nava van 783,562 km² de, ma qed çi esker nîne tu bikujî, ma qey çi baregehên bîrokrat û ajan nînin tu lêbdî? Ma qey te li bakur û Tirkiyê “tovê djimnî qelandîye”? Li şûna ku li wir çalakîyan encam bidey, hatîye Hewlêrê xebatkarê qonsilxanê dikujî û li pişt Dihokê çalakîyan dikey, ger te li Bakur dijmin nehêlatibe, fermo hemû yên Başûr emê bi hevra xelas bikîn, lê te hêjan bihostekî axa Bakur rizgar nekirî xêre tu behsa rizgar kirina xaka rizgar kirîya Başûrê Kurdistanê dikey, mebesta te cudaye, ez diprsim gelo PKK erkdare ku dewleta Tirikiyê kaşî Başûrê Kurdistanê bike? Belê, ji salên 1990an virde, dewleta Tirik dikeve nava axa Başûr de û PKK rêkê pêşîya hatina Tirkan vedike.

Jiyana xelet rast birêve naçe

Ew gotina Tiyodor. Adorno “Jiyana xelet rast birêve naçe” li ser Almanan hatîye gotin, ew hovatîya li ser Cuhîyan dihate meşandin, beranberî wê nejadgeriyê bi hêrsî ev gotin hatîye kirin, di nava vê ristê de felsefekî pir kûr heye, ez weke mirovek wê felsefê weke xetîrekê di destê xwe da digirim û rewşa Kurdistanê di nav da bi wê ve lêkolîn dikim, giropek mirovan ketine pey partîyekê û serokê wê partiyê hemû rastî, şaşî, heqîqet û xeyal pir nava hev ketine.

Li van 20 salan li ser civak û çanda Kurdan, operasyonekî siyasî dihête meşandin, dixwazin DNA ya gelê Kurd biguherînin, PKK ê ji bo guhertina DNA ya Kurdan derzîyek bi navê “Modernîta dîmokratî, konifderalîzma dîmokratîk, ekolojîk, azadî ya cinsî” pêşxistîye, di xwaze li bedena netewey ya Kurd bide, diyare ku ev derzî wê me Kurda şelelî bike, lewra jî laşê Kurdan rêyakisyon nîşan da û derzî qebûl nekir, armanca vê derizyê ewe ku me Kurdan di otoasîmîlasiyonê re derbas bikin, çav lê kirina djimnê xwe bikîn, nasnameya neteweyî jibîr bibin û ji Kurdayetîya xwe derbikevîn, mebesta vê paradîgma Apo eveye.

Direwan lingên pir dirêj hene

Adoro ji bo vî dibêje: “Em noke di nava çepe rêkekê dane direw weke heqîqet, heqîqet jî weke direw dihête dîtin”, em Kurd jî rû bi rûyî vê rewşê ne, direw û rastî pir nav hev ketine, dîroka Kurdistanê “Bakur” ya van 40 salên dawiyê li ser direwan ava bûye, bi peyvan tê leyîstin û felsefe dihête şolî kirin, em dibêjin Kurdistana serbixwe ew dibêjin ev kevneşopî ye û şûna wê behsa welatê azad dikin, em dibêjin me nasnama neteweyî divêt ew dibêjin nexêr jiyana bê nasname û nav hev da, îdolojîya Apoçîtî di xwaze warê paradgîma û çandî de desthilatdar be, ew peyvên Apoçî bikar tînin bi serveyî wan raste lê nava wan direwe, ew peyv me Kurdan ji welatê me dûridixin, weke ku Adorno dibêje: “Direwan lingên pir dirêj hene”, belê ji ber vê lingidirêjiyê we xuyaye ku pêşdene, lê ev tenê xapandine.

Li Kurdistanê nivşekî nû yê ku ji vê tiryaka paradgîma Apo nevexwarî, zindî dibin, ev nviş çi corên dagîrkeriyê qebûl nake

Lê belê li Kurdistanê nivşekî nû yê ku ji vê tiryaka paradgîma Apo nevexwarî, zindî dibin, ev niviş çi corên dagîrkeriyê qebûl nake, ev niviş ew axa mirîya li ser xwe dihavêje û wê paşeroja neteweya Kurd li ser esasê serxwebûn û azadiyê diyar bike, hêza wan ya heqîqet û direwê ji hev derxistinê heye, ger em vegerîn serî: “em ne tenê ji bo lêdanê li HDP ê digrîn, nexêr em dibînîn ku niyeta HDP ê ya derbas kirina dagirkeriyê nîne”. Em ji ber ku di nava PKK ê de ciwan dihêne kuştin û firoke li wan didin nikarîn PKK ê bi parêzîn, ji ber ku em dizanîn jiyane çewt rast birêve naçe, li gel rêxistinek xelet tu nikarî ber bi aliyê rast ve biçî, li gel serkêşek xelet tu nikarî bigehî armancê, bi amorên xelet ve siroda Kurdistanê nahêt lêxistin, em rêkekî derveyî dagîrkerîya Tirik û hevalbendê wê PKK ê, dipejrînîn.

Pustên heman beş