Bi sedema PKKê du gundên din li başûr hatin çûlkirin

Bi sedema PKKê du gundên din li başûr hatin çûlkirin

Bi sedema êrîşa dewleta Tirkiyê û bi behane dane dest vê dewletê ji aliyê rêxistna PKKê ve, du gundên din li Başûrê Kurdistanê hatin çûl kirin û şêniyên van gundan derbederî qezaya Zaxo û parêzgeha Dihokê bûn.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li başûrê welat îro roja duşemî 22/6/2020an eşkere kirin ku bi sedema derketina şer dinavbera arteşa Tirkiyê û çekdarên ser bi rêxistina PKKê ve her du gundên “Keşanê û Şîlanê” ên ser bi devera Gulîyan ve li sînorê bajarê Zaxo hatin çûlkirin û şêniyan ev gund terkand.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” ev yek eşkere kirin ku piştî îro çekdarên PKKê çûye nava van du gundan de ku dikevin cîyekî nizim û gulle berday bilindahiyên çîya ku leşkerên Tirkiyê lê hene, leşkerê Tirkiyê ev du gund bombebaran kirin û şêniyên gund neçar man van gundan çûlbikin.

Bi berçav wergirtina ciyên ku leşkerên Tirk lê hene û gundan ev yek bi zelalî diyar dibe ku armanca PKKê bi tenê ev bûye ku şer derkeve û hinek şêniyên van gundan şehîd bibin, daku bikarin di medyaya xwe de bazareke siyasî li ser xuyna wan bikin, jiberku ev du gund dikevin navçeyên nizim, berevajî leşkerên Tirkiyê ku niha di çarçûvê operasyona “çengê Baz” li ser çiya ne û bi tu awa bi teqeyan PKK nikare zirarê bigihîne wan leşkeran.

Pêgeha “Darka Mazî” ji destpêka weşana xwe bi dehan mijar di beşa “Nihênî” de li ser pîlanên PKKê yên xizmet kirina dewleta Tirk li başûrê kurdistanê parve kirine û têde eşkere kiriye kanê bi tu awa PKK dixwaze meydana cengê ji xeta sînor qonax bi qonax derbasî gund û bajarên başûr bke, mînak mijara “Komara Zapê û destpêka hewlên PKKê bo jinavbirina Başûrê Kurdistanê“.

Her wiha mijara “PKKe pira derbasbûna Tirkiyê ji bo Başûrê Kurdistanê“, di êrîşa vê dawyê de jî rastîya wan mijaran pêtir zelal dibe.

Pustên heman beş