PKK e rê ji bo şerê navxwe li Rojhilata wilat xweş dike

PKK e rê ji bo şerê navxwe li Rojhilata wilat xweş dike

Rê nayê dayîn PKK e û hevpeymanên wê pêşeroja Rojhilata Kurdistanê ji nav bibin û weke Koreya Bakur lê bikin û ferhenga hawirdekirî ya yekdestiyê bi ser de bisepînin.

Her ku diçe karên bi guman û tiris yên Partiya Karkerên Kurdistanê li Rojhilata wilat, pêtir eşkere dibin, bisporên siyasî yên Kurd jî bi bawerin ku aydolojîya PKK ê ya bi nav “Modernîta Demokratîk” xistîye rojevê û xebatê ji bo dike, rê ji bo şerê navxwe û malwêraniyê li wê beşa Kurdistanê xweş dike.

PKK E HEWIL DIDE FIKRA NETEWEYÎ Û RIZGARÎ XWAZ YA ROJHILATA KURDISTANÊ JI NAV BIBE

Demeke PKK e û baskên wê li Rojhilat “PJAK”, siyaseta dije gel kêmtir di peçine û êdî eşkere hinek îdyeman bi kar tîne ku bisporên zanistî, civakî û siyasî bi xetereke mezin  li ser pêşeroja Rojhilat mêze dikin, PKK e li Rojhilat tenê bi ji nav birina fikira rizgarîxwaz ne rawestaye, belku dest avêtîye tesfîye kirina rexne giran û kesên ku weke wan nefikirin, gullebaran dikin, dibe kuştina “Soran Exter Semer û Saman Danîşwer” ji aliyê PKK ê ve bi dû mînakên vê siyaseta dije gel nav bikîn.

Dr. Mes’ûd Rostemî xwedî diktoraye bi zanista siyasî, ew li pêgeha xwe ya (Facebook) ê, bas li 5 xalên herî xeter dike ku siyaset û aydolojîya PKK ê ji bo pêşeroja Rojhilata Kurdistanê çêkirine, ew pêşeroja ku ji nav çûna rejîma Îranê û rizgar bûna gelê Kurd têde ji her wexteke din zelal tir xweya dike.

PKK E REXNEGIRAN BI ALÎKARÎ KIRINA PDK Ê SÛÇBAR DIKE

Dr. Mes’ûd di xala yekem de bi kurtî bas li vehandina “Sefistay ya” PKK ê dike li himber wan takên Rojhilat ku siyaseta PKK ê rexne dikin û bê ku tu dukyomentek hebe, rasterast sûça kar kirinê bi PDK ê re têxin pal û dinivîse: “Nediriste her kesê PKK e rexne kir, her rast bêxin ser PDK ê”.

Tê zanîn PKK e ji bo peçinîna şaşêtiyên xwe û tesfîye kirina rexnegiran, herdem wan kesên bas li kêmasiyên wê dikin, bi alîkarîya PDK ê û hikûmeta Enqerê sûçbar dike.

PKK ê ev îdyemên bê biha ne tenê ji bo takan, belku ji bo wan Partîyên Rojhilat jî bi kar tîne ku pêtirî 80 salên xebat û tekoşînê hene û yekem Komara Demokratîk ya Kurdistanê ava kirine, bê goman beşeka vê ji bo rêxistina PKK ê bi xwe vedgere ku ev rêxistin nexwedî xweserîya biryar dayînê ye û bi rêxistineke dûvelank ya dagîrkerên Kurdistanê tê hesab kirin.

Ji ber vî sedemê, di nerîna PKK ê de, kesê ku rexnê lê digre, xebatê ji bo PDK ê dike û ew li gel PDK ê bi hevre xebatê ji bo Tirkiyê dikin, lê belê sedemeke din jî heye ku PKK e ji bo wê direwan têxe pal rexnegirên xwe, ew jî PKK e dixwaze tev xiyanetên xwe yên li dijî doza neteweyî ya Kurdistanê pê bi peçine.

Rostem di xala duyan de dinvîse: “Kesên li Rojhilat ser bi PKK ê vene eşkere ne, çunke ew eşkere alîgirên PKK ê ne û xwe bi PKK eyî didin nas kirin, lê belê tenê li ser esasa gomanê hinek kes bi alê PDK ê re tên xistin”.

Tiştê ecêb her weke Dr. Mes’ûd bas lê dike, alîgirên PKK ê eşkere li Îranê li jêr kontirola rejîma Îslamiya Îranê çalakî hene, çûn û hatin heye û tu alîyekî kar bi wan re nîne, tenê Gerîla serbest li navçeyên Rojhilata Kurdistanê tên û diçin, hemwilatîyan di êşînin û ciwanên Rojhilat di kujin, lê rejîmê qed rê li wan negiritîye, tenê li demên pêwîst nebe ew jî ji bo veşartina têklîya Rejîmê û PKK ê, heger hinek Gerîlayan ji bo xapandina gel bikin qurbanî û bi destê Pasdaran bi kuştin bidin, lê belê li hemû demên din ew serbest li Rojhilat digerin.

Pirs li vir eve, rêxistinek ku bixwaze Kurdistanê rizgar bike, bi tu awa hikûmeteke dije Kurd û dagîrker, azadane rê bi çalakiyên wê bide û alîkariyê jêre bike?

PKK E CIVAKA KURDISTANÊ DABŞE DIKE

Ev bisporê zanistê siyasî di xala sêyan de, behsa xetereke din dike ku ji ewên jûr pêtir mirov pê dilgiran dibe û têxe fikira şerê navxwe yê Kurdan û di nivîse: “PKK e ku xwe bi helgira alaya Modernîta Demokratîk dizane û dijberên xwe têxe di kategorîya Modernîta Kapîtalîzmê de, di esas de her ev bû sedem ku li serdemekî şerê kirîkaran li dijî burciwazan jê dirist bûy”.

Tişta ku ev bispor bi zelalî amajê ji bo dike, Partiya Karkerên Kurdistanê bi çêkirina çemkekê siyasî yê ecêb, dixwaze civaka Kurdistanê perçe bike, eve ji bilî dagîrkarên Kurdistanê di berjewendîya tu kesî de nabe, perçe kirina Kurdistanê ji alîyekî dirbekî li sitrakçera xebata rizgarîxwaza gelê Kurd dide, ji ber ku di dîrokê de nebûye neteweyek neyekgirtî ghîştibe serbestiyê, xiyaneta 16 Oktoberê li Başûrê Kurdistanê û firoştina xaka kerkûkê bi dagîrkeran, ji alyiê Lahor Şêx Cengî û Giropa Kalfamên nava YNK ê baştirîne mînake ji bo vê gotina me.

Hem wext bi perçe kirina civaka Kurdî, rêyeke xeter ji bo serhildana şerê navxwe li Rojhilat xweş dibe û wê bibe sedem ku kabûsa şerê birakujiyê yan bi gotineke din xwekujîyê, pirsa Kurdî bo çendîn salan paş bixe.

PKK EYÎ YAN GOTIYE REXNÊ BIKIN EMÊ HEWE BIKUJIN

  1. Mes’ûd Rostemî di xala çarem ya nivîsa xwe de zêdebarî tekez kirinê li ser xetera perçebûna civaka Kurdî bi ser enîya Modernîta Demokratîk û eniya Modernîta Kapîtalîzmê, behsa ezmûnekî xwe dike û dibêje: “wexta ku min rexne li têza konfederalîzma Demokratîk girtî, wilatparêzên!!!PKK eyî li demjimêr yekê nîva şevê têlefûn ji bo min kir û gotin heger dubare bikî emê te bikujin”.

PKK e hêzeke totaltêr û kevne şope, ji ber vê sedemê aydolojîya wê bersiveke mentiqî ji bo rexne û pêşhatyên siyasî, civakî, abûrî û kultûrî nîne û tenê rêya kuştinê û tesfîya cesedî ya rexnegiran dizane, lewma her kesî rexneyeke bçûk jî lê bigre, rasterast fikir li kuştina wî tê kirin û her wexta derfet çêdbe di jiyanê de nahêln.

Di xala dawiyê ya nivîsê de, Dr. Mes’ûd Rostemî di nivîse: “hêjan Kurd ji aliyê civak nasiyê ve li cîhana siyasetê di nerin, Kurdan hêjan zirarên vê core siyasetê ne zanîne û li dawiyê dibêje: guman nîne ku PKK e û PKK eyî gelek baş ji vê zirara perçe kirinê fêm dikin”.

PKK e berdewam fikira nasyonalîst û rizgarîxwaza Kurd fedayê hinek îdyemên aloz weke Biratîya gelan kirîye ku tenê xizmetê bi dagîrkerên Kurdistanê dikin, ji bo ku dagîrkarî bi dome, lê belê gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê ji wê yekê jîr tire ku kolavê van îdyemên aloz yên PKK ê li serê xwe bikin.

KULTÛRÊ SIYASÎ LI ROJHILAT NETEWEYÎ YE Û AYDOLOJYAYA PAWANXWAZÎYA PKK Ê RED DIKE

Her weke beşekî roşnibîrên Rojhilat bas lê dikin, tevgera siyasî û kultûrî li Rojhilata Kurdistanê di ser kêmasî, evrazî û nişîvîyan re, xwedî jêrxaneyekî neteweyî, rizgarîxwazî, demokratîk û azadîxwaze, ev kultûr tak dengiyê, hejmûna pawanxwaziyê û xwesepandinê red dike û tu aydolojiyayên dest kird û hawirde nikare li himber vî kultûrê neteweyî û demokratîk xwe bigre.

Her çend ku hêjan ew hêza ku wê civaka Rojhilat li jêr dagîrkerîya Îranî derbixe neteqîye, lê belê pêşeroja Rojhilat zelale û ev perçeya niştîman ber bi rewşekî wiha hengavan di havêje ku derfeta teqîna wê hêzê di naxê civakî de berdest dike û li wê demê ev hemû pîlanên “şum” wê betal bibin ku PKK e bi alîkariya dijminê Kurd ji bo pêşeroja Rojhilatîyan darêştine.

Gelê Kurd li Rojhilata wilat rê nade Partiya Karkerên Kurdistanê û hevpeymanên wê bi zebra hêzê û çekan pêşeroja Rojhilat ji nav bibin û bikene Korya ya Bakur û ferhenga yekdest ya hawirdekirî û azadî kuj bi ser de bi sepînin.

Pustên heman beş