PKK e dixwaze dewleta Tirk kêşî Silêmaniyê bike

PKK e dixwaze dewleta Tirk kêşî Silêmaniyê bike

Ji KCK ê derbarê YNK ê de daxweyanî yek balkêş

Li 26 xizîranê de, konseya rêveberîya KCK ê, daxweyanîyek belav kir, Di vê daxweyanîyê de ew êrîşa dewleta Tirk ya li ser Kunemasî ya Silêmanîya, kirî hati bu nirxandin.

PKK ê di vê daxweyanîyê de hebûna xwe ya li Silêmaniyê fermî dikir,Weke hûn dizanin wezîrê kar û barê derve yê Tirkîyê Mewlûd Çawîşoxlu goti bû:“ PKK daketîye bajarê Silêmanîyê û wir kontirol dike” li pay wî re jî serokê Partîya Gelê nijadperist Dewlet Baxçelî hindek axiftinên weke Çawîşoxlu kiribûn, Ji van axiftinên hatîn kirin diyar dibe ku wê Silêmanî bihête aramanc kirin.

Ev axiftin ji bo Tirkan weke bangawazîye kêye ku, bibêjin “Werin ez livirim”

Rêxmê vê yekê PKK ê di daxweyanî ya xwe de di got: “Belê em ji mêj ve li Silêmanîyê ne” vê beyaneta PKK ê ji gelek alîyên sîyasî ve bi şik nêzîkbûn jêre hate kirin, Partiye kî di nava lîsta terore de û ji bo kuştina rêveberên wê pere hatîn terxankirin çawe bi vî awayî “Ez li Silêmanîyê me û nikarin me ji wir derbixin” dikare biaxive. Ev axiftin ji bo Tirkan weke bangawazî ye kê ye ku, bibêjin “Werin ez livirim”

PKK ê berçavkirina hesasîyêtan de dû standardî,nîşande, Ew êrîşa li ser Kunemasî çêbuyî dîmenên birîndar bûna zarok û sivîlan Tirkîye xiste nava tengasîyekê de, lê piştî bûyerê bi dû rojan, PJAK/PKK di daxweyanîyekê de got: Ew seyara hatî armanc girtin ya meye.

Piştî vê daxweyanîya PJAK ê ew sîbera li ser êrîşa dewleta Tirk ya Kunemasî yê rabû, Lê bele berîya çend rojan li Kobanî gundê Hallîce SÎHA yên Tirka hindek sivîl kiribûn armanc û di wê êrîşê de endama rêveberîya Konsey KJK ê Leyla Wan jîyana xwe ji dest da bû.

PKK ê ji bo ev êrîşên li Rojava meşrû nebin bi fermî behsa rêvebera xwe Leyla Wan, nekir bû.

Ew hesasîyeta ji bo Rojava raberkirî ji bo Silêmanîyê nişan neda, Ji ber ku ajêndayekî PKK ê yâ veşartî hebû, Vê ajendayê kesên obcektîf nêzî meselê dibin di karin bibînin.

Tirk hersal 15-20 km axa Başûr dagir dike

PKK ê Başûrê Kurdistanê kir qada şer di berjewendîyê xwe de di bîne, PKK her sal biharê dibêje Pilana Tirkan heye ku Başûr dagîr bikin lê em îcaze ndin wan ku ew bikarin werin.

Di êncam de dewleta Tirk hersal 15-20 km axa Başûr dagir dike, PKK xwe şûnde vedikêşe, ji bo demokratîze kirina Tirkîyê û helweşandina faşîzma AKP-MHP ê û li gel vê bi armanca damezrandina Biratîya Gelan gundên Başûrê Kurdistanê têne bordoman kirin, rezên gundîyan di hêne sotin, mirov di mirin, Kêmek maye ku PKK şerî bigehîne hidûdê Dihok û Hewlêrê.

Ji ber çi erdnîgarîya Kurdistanê bi hinceta tekoşîna demokratik kirina Tirkîye de dihête feda kirin, Ji bo çi ciwanên Kurd têne kuştin? Bo çî  başûrê Kurdistanê baca demokratik kirina Tirkîyê bide.

PKK di bin navê peyva qehreman, şehîd û berxwedanê de girse ya xwe bêhoş dike, lê belê ji bo xwe polîtîkaye kî berjewendiperist û reel dike. PKK Ji bo berjewendîyê xwe dikare hemû kesî, bajarî, çîya û her tiştî feda bike.

Li Sala 2015-2016an Nisêbîn,Cizîr, Silopî û Gever feda kir, noke jî rêza Başûrê Kurdistanê ye.

PKK ji bo berdewama hebûna xwe şer kêşî Başûrê Kurdistanê kir, bi vî awayî dixaze li Başûr ji bo xwe mecalê desthiladarîyê ava bike û PKK ji bo berjewendîyê xwe dikare her nirxekê feda bike.

PKK teşbî “dijminê” xwe buye, eqlîyeta desthilat bûna PKK ê û yê dewleta Tirk yeke û Yek fehmê, Çawe ku Tirk ji bo “Beqqa dewletê” xwedîyê têgeha ku “ji bo desthilata xwe dikare birayê xwe jî bikuje” heman têgeh di PKK ê de jî heye.

PKK û dewlet weke cêwîk ka ne, Di her alî de teşbî hev dibin, PKK jî noke dixwaze ji bo pêşeroja xwe hemû Başûrê Kurdistanê feda bike.

PKK li Başûr ku bigehe armancên xwe di pêşî de dixwaze navbera wan partîyên sîyasî yên ku hene xirab û aloz bike, Berde hev.

PKK vê yeke baş dizane ku her çend di navbera PDK û YNK nexweş be jî lê di gel hev di nava pêwendîyekî hebûnî da ne, ev her dû rêxistin li ser dîyalêktîka nakokî û têkilî hene,Tinebûna alîyekî di hête wateya tinebûna alîyê din jî.

PKK ê ew dîyalektîka di nvbera PDK-YNK de fehim kirîye, di xwaze navbera wan têk bibe ku herdû bi hevra lawaz bibin.

Armanca PKK ya layengirîyeke vekîrî ji bo YNK ê nişandan, bi vê sedemê ye, Sîyaseta PKK ya dijî  rêveberîya Herêma Kurdistanê weke ya dewleta Tirk e “Parçe bike, belav bike û rêve bibe”

PKK li gel partîyên Başûrê Kurdistanê di nava tirafîkekî hevdîtinan da ye, Di esas de ev hevdîtin û her kesê re hinek tişt û cîh dayîn ne ji rêzgirtina “Yekîtîya Neteweyî” ye; ji arezûya PKK ê ya ku rêveberîya Başûr parçe bike,balav bike û birêve bibe, dihêt.

KCK ê di daxweyanî ya xwe de dibêje: “Dewleta Tirk dixwaze PKK û YNK werin hemberî hev” Gelo çima KCK behsa wê yeke nake ku dewleta Tirk PKK ê rêdike ser rêveberîya Başûrê, nake ?

Rêveberîya KCK ê di daxweyanîya xwe de navê Îbrahîm Ehmed û Celal TalabanÎ li gel hev yad dike û dibêje bingehê dostîniya me digehe van her dû alîyan.

Bi vî şêwazî peyama xwe digehîne herdû hêzên di nava YNK ê de, lê belê ji despêk vê, nirxandinê PKK ê derbarê Mam Celal û YNK ê de aşkerane. PKK ê û serokê wê Ebdula Ocalan ji bo Celal Talabanî digot: “Sîyasî fahîşe” û bi tûndî YNK rexnedikir, Noke jî bi daxweyanîye dixwazin li ser van hemû tiştan bigirin.

Bi kurtasîya gotinê: Daxweyanîya  KCK ê ya 26 xizîranê ji bilî meşrû kirina êrîşa li ser Silêmanîyê wekê din çi armanca xwe nebû.

PKK ji bo berjewendîyên xwe Başûr feda dike, PKK ji bo her dû hêzên Başûr yên mezin berde hev pilanên fitine û fesadî cêdike, PKK û dewleta Tirk di nava hevpişkîyê de hewildidin ku xwe bigehin armanca dewleta Tirk ya “Mîsaqî Mîllî” hemû pilangêrî û xebat ji bo vê armancê tên meşandin.

Pustên heman beş