Nivîsîna: Eslan Van
Di demekê de ku dagîrkarên Kurdistanê bi hemû cudahî û hevdijîya berjewendiyên wan digel hev, li himber Kurdistanê û doza serweriya Kurdan hevgirtî, “siyaseta nerm” (Soft power) û “siyaseta req” (Hard Power) ya xwe bo ji nav birina statoya siyasî ya Kurdan pêş têxin, beşek ji civaka Kurdî bê hest kirin bi asta xetere ya pîlana dagîrkaran, bi hinek babetên ne sereke ve hatîne mijûl kirin û li himber vê jî hinek kes jî li dehola îxanetê dixin û bi eşkere daxwaza hilweşandina statoya siyasî ya Kurdan dikin.
Başûrê Kurdistanê, piştî çendîn salan ji şerê terorê û pirisgirêkên abûrî û dirba îxanetê û dehan pirsgirêkên din yên navxweyî û derekî, dest avêt bû çaksazîyan û dem hatbû careke din bikeve ser rêya pêşketin û avedan kirinê, lê belê dagîrkarên Kurdistanê careke din bi hinek pîlanên nû dest avêt çik kirina nefesa Kurdistanê, ji encama siyaseta req ya dagîrkaran her weke em dibînin beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê dagîrkarên Enqere û tehranê ve hatîye dagîr kirin, her wek wezareta pêşmerge ragihandî Tirkiyê pêtir ji 20 kîlometran û Îran jî 10 kîlometran hatîne di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de.
Dibe dagîrkaran ji bo şikandina Kurdan mifa ji alavên req wergirtibe, lê belê ji bo cêgîrkirina wan destkeftên xwe wan pêwîst bi siyaseta nerm hebû
Lê belê ya ku ev care xetere ya wê li ser bizava rizgarîxwaza Kurd zêdetir kirîye, ew nerme siyasetin yên ku dagîrkarên Kurdistanê û bi taybetî Îran bikar tîne, ger li dîroka Kurdan mêze bikîn wê bi zelalî ji me re xweya be ku bicî kirina pîlana dagîrkaran û ew destkeftên di warê serbazî de bi dest xwe xistî bê sûd wergirtin ji “siyaseta nerm” ya serkeftî nebûye, bi watayeke din dibe ji bo dagîrkirin û şikandina Kurdan sûd ji alavên req wergirtibe, lê belê ji bo cêgîr kirina wan destkeftên ku bi rêya alavên req bi dest xwe xistî wan pêwîst bi siyaseta nerm heye.
Bo mînak diruste ku Kerkûk bi hêza “tank û top û hêza bejayî” ve hat dagîr kirin, lê belê ya ku heya niha ev dagîrkarî bi cî kirî, ew dûratî bû ku di navbera hêzên Kurdî de dirust kirbû, ciyê daxê ye ku bi îxaneteke qirêj Kerkûk û beşeke din ji xaka Kurdistanê careke din hatin dagîr kirin, hemwext îxanetkaran bangeşe ji bo dagîrkaran dikir û digot bila gelê Kurd careke din vegere Kerkûkê, bi direw dikir qêrî jiyan li Kerkûkê normale û wê Kurdekî bikîn parêzgar û em bi xwe dê bi serbestî rûnin û domînayê kîn!!
Berxwedana Kurd û pêşmergeyên qehreman li himber terorîstên DAIŞ’ê û dengvedana qehremaniya pêşmergeyan li enyên şer weha kir ku dewletên rojava zêdetir bal bikşînin ser Kurdistanê û ji bo wan eşkere bû ku li rojhilata navîn ya pirr prisgirêk û kirîz de, di vê Rojhilata Navîn ya dîktator dirustker û azadî kuj de, çandek azadî xwaz, mirovên aştîxwaz bi tena serê xwe mane û ji bilî çiyayên wilatê xwe çi dustek din nîne, bê goman nasînek zêdetir ya dewletên Rojava li ser çand û hizra pêşkeftinxwaz ya Kurdan, seqayek guncayî ji bo bizava rizgarîxwaza Kurdan xuliqand, raya giştî ya rojava hevdem digel berjewendiyên giştî yên wilatên rojavayî wiha kir ku desthelatên dewletên zilhêz bi girîngîyeke zêdetir li rol û pêgeha Kurdan û çanda wan ya pêşkeftî her wiha cengawerên azadîxwazên wê binêrin.
Bê guman girîngî pêdana dewletên rojava bi Kurdan û peywendiyên wan yên bi hêz digel Hikûmeta Herêma KURDISTANÊ “weke take statoya siyasî ku nûneratiya neteweya Kurd dike”, dujminên Kurdan û dagîrkarên Kurdistanê zêdetir hov kirin.
Dagîrkarên Kurdistanê ji bo dirb lêdana Kurdan û bizava wan ya neteweyî û her wiha têkşikandina îradeya rizgarîxwaza gelê Kurd ku li jêr sîbera serkeftinên pêşmergeyan li ser terorîstên DAIŞ’ê de pêşveçûnek berçav bi xwe ve dîtibû û bi encam dayîna referandomê gihîştibû asta xwe ya herî jor, bi darêştina pîlaneke xeter xwest van destkeftên Kurdan hemûyan jinav bibin.
Di vê pîlana xwe ya qirêj da, yekem car êrîşî Kerkûke dilê Kurdistanê kir û bi hevkariya hejmarek kirêgritî û koleyên xwe yên di nava Başûrê Kurdistanê de, beşek mezin ji xaka Başûr dagîr kir û ger berxwedana pêşmergeyan nebaye wan biryar dabû ku dawyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û statoya wê ya siyasî û îdarî bînin, hemwext di beşeke din ya pîlana wan ya dagîrkariyê de, di du qonaxan de, êrîşî ‘Efrînê û navçeyên din yên rojava Kurdistanê da û beşeke mezin ji xaka rojava dagîr kir.
Niha em dibînîn di qonaxeke din da cendermeyên Tirkiyê û pasdarên Îranê bi hêncetên cuda dixwazin careke din xwînê li Başûrê Kurdistanê birêjin, wiha diyare ku tu caran ew bi xuyna Kurdan têr nabin, dagîrkarên Kurdistanê nikarin Kurdistan eke serkeftî û aram û xwedî asayîş û avedanî bibînin, normal e, ji ber ku ew baş fêm dikin ku bihêz bûna Kurdistanê li her beşekê Kurdistanê be wê kêncek erênî li ser parçeyên din yên Kurdistanê jî bike û hesta rizgarîxwaza Kurdan ber bi pêş dibe û hêvî û îradeya derbasbûn ji koleyî û bin destî yê li cem neteweya jêrdest ya Kurd û Kurdistana dagîrkirî zêde dike.
Ger li asîman barana azadiyê bibare, hinek kole wê seywanan hilgirin
Pir zehmettirîn kar ev bû ku bikarî koleyekî têbgihînî ew kole nîne û mafê wî ye bi azadî jiyan bike
Lê ciyê daxê ye ya ku derd û kovana wê sed caran pêtire ji êrîşa dagîrkaran û baca wê jî dê pêtir be, eve ku hinek kes ku li nava civaka Kurdî de daxwaza hilweşandina statoya Herêma Başûrê Kurdistanê bikin û ji bo lawaz kirina Kurdistanê xebatê dikin.
Eflaton çend rind got: “ger li asîman barana azadiyê bibare, hinek kole wê seywanan hilgrin”, bê goman ji bo gihîştin bi azadiyê û derbasbûn li koletiyê yekem car pêwîste hizra xwe ji koleyî û jêr destiyê rizgar bikîn, qanûn bi tenê nikare kesekê bigihîne azadiyê, ger ew kes bi xwe nexwaze azad bibe, hizra koletî, çanda koletiyê di afirîne û bawer bi xwe nebûn û xwe bi kêm zanîn û xwe bi biçûk zanîn li asta neteweya serdest û desthilata dagîrkaran, beşek ji verêja vê çandê ne.
Mirovek ku karîbe zîhinîyeta xwe ji koletiyê rizgar bike, dê bawerî bi şiyana neteweya xwe û bispor û şareza û rêberên neteweya xwe hebe û dê bizanibe wê bikarin bi hevre rewşên ji wê dijwartir derbas bikin.
Lê kesek ku amadeye ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî raste rast hizir di jinavbirina serwerî û siyaseta neteweya xwe de bike û basî ji nav birina wê bike, bê goman perwerde ya dagîrkaran bi awayek weha kênc li ser dirust kirîye ku hêjan nikariye hizir û zîhinîyeta xwe rizgar bike.
“Hirît Tabmen” jineke reş pêst a Amerîkî bû ku di serdema koletiyê de, giropek nihênî avakiribû û alîkariya koleyan dikir daku baz biden û birevin, paşan pirs ji Hirît Tabmen hat kirin gelo dijwartirîn karê te di wê qonaxê de çi bû? Piştî têhizrînek kûr, henaseyek helkêşa û got: “dijwartirîn kar ev bû ku koleyekî têbigihînî ew ne kole ye û mafê wî ye bi azadî jiyan bike”.
Kes nikare bêje ku statoya siyasî- îdarî ya Herêma Kurdistana Başûr bê kêmasiye û birêveberên siyasî û îdarî yên mezin yên vê parçeya Kurdistanê bi xwe jî dibêjin kêmasî hene û projeyên cur bi cur ji bo çareser kirina wan kêmasiyan pêşnîyaz kirine û li jêr navê “pirojeya çaksaziyê” parlamentoya Kurdistanê ev pirojeye pejirandîye, di van rojan de wê bikeve warê cî bi cî kirinê de, lê kesekî ku ‘eqlê wî hindik be jî wê pirr bi hêsanî wê rastiyê bizanibe ku şansê çareser kirina van kêmasiyan di nava Başûrê Kurdistanê de pirr zêdetire ji wê yekê ku ev kêmasî ji aliyê desthilata gendel û dije Kurd ya Îraqê ve werin çareser kirin, anku hinceta nehêlana gendelyê direwek bi şax zêdetir tiştek din nîne.
Rastîyek heye ku pêwîste aliyên siyasî û kesatiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê baş fêm bikin ku statoya siyasî ya Herêma Kurdistanê mulkê wan bi tenê nîne ku her dema xwest û pê xweş bû bikarin jinav bibin yan jî bazarek siyasî li ser bikin.
Nabe tu aliyek ji ber ku nikare dengê piraniya gel bi dest bxe û negihîte desthilatê êdî ji bo dijatî kirina aliyê serkeftî hemû serweriya siyasî ya Başûrê Kurdistanê hedef bikit.!! Mijara serweriya siyasî ya her neteweyekî peywendî bi çarenvîsa hemû takên netewê ve heye û serweriya siyasî ya Herêma Başûrê Kurdistanê jî peywendî bi hemû Kurdan ve heye û bi lawaz bûn û ji nav çûna Başûr wê asayîşa neteweyî ya Kurdan bikeve xetereyek mezin û wê jinav biçe û karesateke mezin ji bo Kurdan li pey xwe bîne ku paşan bi çendîn salên din ev yek nayê bedel vekirin.
statoya siyasî ya Herêma Başûrê Kurdistanê, piştî komara Kurdistanê li Mehabad ê, duyem sembola serweriya siyasî û neteweyî ya Kurdane li Kurdistanê, bê goman pêkhateyên siyasî – îdarî yên Herêma Başûrê Kurdistanê pirşengdartirîn û girîngtirîn û bi bihatirîn destkeftên Kurdane di dîroka hevçerx ya Kurdan de û berhema xwîn û xebat û berxwedana gelê Kurde û her wek çewa hebûna wê bûye sedema helkêşan û berev pêş çûna mijara Kurdan di asta navdewletî de û hemwext hêvî û îradeya rizgarîxwaz ya Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê de berev pêş birîye, her ji ber vê yekê ji nav çûna wê jî wê bibe sedema têkçûn û wêranbûna asayîşa neteweyî ya Kurdan, hemû hêvî û arezoyên rizgarîxwaz yên Kurdan jî wê ji nav biçin û dê îradeya neteweyî ji bo rizgar bûn ji koletiyê bîne nizimtirîn ast.
Ez li Bakurê Kurdistanê jiyan dikim û hest dikim li bin destê dagîrkaran jiyan kirin pitir ji mirinê bi azare, ger statoya Başûr nemîne, ne tenê gendelî bi dawî nabe belku wê çendîn caran pêtir bibe û derdê jêr destî ya dagîrkaran jî wê li ser zêde be
Hêvîdarim hemû Kurdên rizgarîxwaz yên her çar parçeyên Kurdistanê, rêxistinên siyasî û medenî yên Kurd û hemû ewên hesta nîştîmanî û azadî û avedaniya Kurdistanê hey, bi hevre bi ruheke neteweyî û li ser esasa berjewendiyên neteweyî yên Kurd û Kurdistanê bi hevgirtî û zana bûn vê pîlana xeter ya dagîrkaran jinav bibin û rê nedin hinek kesên Xorocî bi fikarên xwe yên kole krî, bi fîta dujminan û dagîrkarên Kurdistanê û bi hîncetên popolîstî bi gef li ser statoya siyasî ya Herêma Başûrê Kurdistanê, man û hebûna me ya neteweyî û serweriya neteweya me jêr pê bikin.
Hêvîdarim em hemû bi hevre li himber wê gendelyê bisekinîn ku dujmin di warê çand û siyasî û civakî de li Kurdistanê berev pêş dibin û li jêr vê gendelîya kultûrî de drew û piropagindeyan û dizî û teror û opozisyon û hemû tiştekî tevlî hev dikin û me ber bi anarşîzmê dibe.
Werin tekoşînê bikîn pîroziyên xwe yên neteweyî têkildarî hevrikiya partayetiyê nekîn, her kesekî rêz li ala Kurdistanê ne girit, her kesekî fikar di firoştina xaka Kurdistanê de kir, her kesekî bê hurmetî li himber xwîna şehîdan kir, û her kesekî bas li nemana statoya siyasî ya Herêma Kurdistanê kir, bê ku hizir bikîn ew di kîjan partiyê de ye darizênîn û wiha li wî bikîn ku şermezar bibe û êdî tu carên din kes curet neke bas li pîrozî yên me yên neteweyî bike.
Em xwe rêzgirtinê li bihayên xwe yên neteweyî negirîn tu kes rêz û hurmetê lê nagire, hurmeta însanan girêdayî ye bi şunas û kesatiya wî însanî, kesek ku şunasa xwe ya neteweyî ji dest bide ya rast weke jîndarekî zêde ye di nava civakî de û tu bihayê xwe nîne.
Dibe me gazinde ji Hikûmeta Herêmê, hebin lê belê nabe ev bibe sedem serweriya siyasî ya neteweya xwe hedef bikîn û xetere ya jinav birina şunasa kesên di nava civaka xwe de dirust bikîn, heger serweriya xwe ya siyasî ji dest bidîn li wê demê tu tiştek me namîne, me weke însan tu keramet namîne û weke çalakîyek siyasî jî ev desthilate wê jinav biçe û li wê demê tu wateya opozisyonê jî namîne.
Bila jinavçûna komara Mehabad bikîn mînak ji xwe re û bizanîn nemana wê komarê ku bi tenê 11 mehan desthilatdarî kir, şorşa rizgarîxwaza Kurdan tûşî çi zirar û karesatekî bûye, bê goman ew karesata ku wê ji encama têkçûna statoya siyasî ya Herêma Kurdistanê biqewme wê pir zêdetir û mezintir be ji rewşa paş ji nav çûna komara Mehabad ê.
Ez li Bakurê Kurdistanê jiyan dikim û hest dikim li bin destê dagîrkaran jiyan kirin pêtir ji mirinê bi azare, bi dirust kirina gef û xetereyê li ser taku statoya siyasî ya Kurdan, hêvî û omêdên me jî li parçeyên din yên Kurdistanê jinav nebin, ger statoya siyasî ya Başûrê Kurdistanê nemîne ne bi tenê gendelî bi dawî nabe belku wê çendîn caran pêtir bibe û derdê bin destiya dagîrkaran jî wê li ser zêde be.
Avedan be Kurdistan