Di 8/1/2025an de PYD’ê ji boy şermezarkirina êrîşên komên girêdayî dewleta Tirkiyeyê li ser Bendava Tişrînê û pira Karakozê hejmareke sivîlan sewqî herêmê kirin û ew weke mertalên zindî bikar anîn, piştre komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve bi bombeyan êrîşî ser gelê sivîl kirin û 6 kurd ku jin jî di nav wan de hebûn, li nêzî bendava Tişrînê kuştin.
Ev ne yekem care PKK’e/PYD’e sivîlan weke mertalên zindî bikar tîne, pêş niha jî bi sedan caran ev yek pêk anîye, di ti cihekî vê dinê ti kes û alî sivîlan weke mertalên zindî bikar nayînin, lê PKK’e/PYD’e ji boy parastina xwe dev ji ti tiştekî bernade, li cem wan canê sivîlan û qanûna şer û kesê li hember şer dike ti giringiya xwe tune, ya ji wan re girîng bi tenê parastina berjewendiyên partiyê û xuliqandina materyalên pêwîst ji boy propaganda di medyayê de ye.
Li ser vê yekê ku Tirkiye weke dewleteke dagirker a Kurdistanê yek ji wan dewletên hove ku ti sînorek ji hovîtiya wê ya li hember gelê kurd re tuneye, guman nayê kirin, her kes dizane ji dewleta Tirk re ne girînge Kurdê li hember wê disekine çekdar e yan jî kesekî sivîle, di her du haletan de dewleta Tirk bi çek li dijî wan disekine û dikuje, wê demê çima rexmî wê yekê ku PKK’e baş dizane ger sivîlan sewqî herêma şer bike wê ji aliyê dewleta dagirker a Tirkiyeyê ve werin armanckirin û kuştin, lê dîsa vê yekê pêk tîne? Bersiv pirr eşkere ye; ji PKK’ê re bi tenê berjewendiyên wê girîngin û ne ti tiştek din.
Belê, Tirkiye dewleteke dagirker û hove, lê belê bikaranîna sivîlan ji bo berjewendiyên xwe ji aliyê PKK’ê ve, di demekî de ku baş fêm dike wê werin armanckirin û kuştin ne tenê çalakiyeke dûrî mirovayetiyê ye di heman demê da çalakiyeke ku bêçaretî û hilweşîna exlaqî ya vê rêxistinê nîşan dide.
Pêwîste gelê kurd bi giştî û gelê Rojava bi taybetî li hemberî qetilkirina van 6 kesan hem li dijî dewleta Tirk û hem jî li dijî PKK’ê bertekên mezin nîşan bide, da ku ti yek ji van hêzan careke din curet neke kareke bi vî awa dûr ji lojîk encam bide. Veguhestina sivîlan ji aliyê PKK’ê ve bo herêmê ne bi tenê helwestek şaşe, di heman dem de tawanake li dijî mafên mirove û divê bi ti awa neyê qebûlkirin.
PKK’e bi qasî dewleta Tirk ji kuştina van sivîlan berpirsyar e, ji ber ku PKK’ê baş dizanî ku wê sivîl werin armanckirin, lê belê dîsa jî ew xistin hember kesên ku bi xwîna kurdan têr nabin, ev hewlesta PKK’ê mîna helwesta wî kesî dimîne yê ku berxê xwe dixe hember gurgek birçî, gur çiqas ji xwîn û goştê berx hez dike bi heman awayî jî Tirk ji xwîna kurdan hez dikin û her tim dixwazin xwîna kurdan birjînin.