General Hefter şert ji bo dubare şandina petrola Lîbyayê danan

Lîbya

Hêzên bi navê arteşa netewî ya Lîbyayê bi fermandariya general Hefter ji bo dubare şandina petrola Lîbyayê bo bazarên cîhanê şert danan û ragihand heya ku ev şert e nehên bicîkirin petrola Lîbyayê wê nema bigehe bazarên cîhanê.

Saziya netewî a petrola Lîbyayê roja eynî ya derbas bûyî daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: “hemû astengên li himber şandina petrola wilat hatîne rakirin û yekemîn barê petrolê ji bendera Seder ber bi dervey Lîbyayê hatiye şandin.”.

Hevdem hikûmeta Wîfaq ku bi dijberên general Hefter tên naskirin û hinek wlatên din yên herêmî û navdewletî pêşwazî ji vê mijarê kir.

Berdevkê artêşa Niştîmaniya Lîbyayê di bersiv dayîna ji nû ve vegera çalakiyên petrolê de ragihand: hinardekirina petrolê di niha de a tayîbete bi berhem anînên ku pêş daxistina benderên hinardekirina petrolê di ’embaran de mane, lê belê ev kar di warê hevkarî digel civaka cîhanî û wlatên dost de ye ku xwastiye car din hinardekirina petrola Lîbyayê bê encamdan.

Heyva petrolê ya Lîbyayê navçeyeke ku piraniya bîr û tesîsên nefta wî welatî lê hene û ji hêla hêzên Hefter ve tê kontrolkirin. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Lîbyayê, hinardekirina nefta wî welatî seknî, ji ber ku dahatên neftê di hesabê banka navendî ya Lîbyayê de li Terablusê dihate danîn daku li ser hemû hemwelatiyên Lîbyayê were belav kirin, Hefter dibêje dike ku beşek girîng ji wê dahatê ji bo têçûnên leşkerî yên dewleta Wîfaq a netewî dihên mezaxtin jiber vê yekê li 18/1/2020an rê li himber firotina petrola Lîbyayê girt.

Sererkanê giştî Ehmed al-Mismarî diyar kir: girtna bîrên petrolê û benderan dê berdewam be heya ku daxwaz û mercên gelên Lîbyayê bêne bicîh anîn.

Wî derbarê van şertan de got: divê hesabek bankî li yek ji welatên cîhanê were vekirin da ku dahatên neftê yên Lîbyayê ji wê hesabê re veguhêzin. Her weha, divê rêyek zelal û rûn were damezrandin da ku bi vê rêkê diravê ji firotina neftê bi dest tê bi awayek hevseng li ser tevahiya welatiyên Lîbyayê li seranserê welat were belav kirin, her çend divê di vî warî de garantiyên navdewletî jî hebin.

Ehmed el-Mismarî lê zêde kir: gerek garantî were dayîn ku dahata neftê ji bo kirê girtî û komên terorîstî nehê mezaxtin, û tenê gelê Lîbyayê divê ji van dahatan sûd werbigire.

Pustên heman beş