Îro roja 6’mîn salvegera karesata Kurdên Ezidîye
Çeteyên DAe weke şevreşê ketibûn asîmanê Rojhilta navîn. Di vê fermanê de hezaran însan hatin kuştin, 6 hezar û 410 kes hatin revandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji boy rizgar kirina van kesên hatî revandin, “Ofîsa Rizgar kirina Ezîdîya” damezrand, 3 hezar û 309 kes hatin rizgar kirin. Vê ofîsa rizgarkirina Ezidîyan carna bi pere carna bi vasîta carna bi şewazê leşkerî gelek Ezîdî rizgar kirin. Lê belê hêjan jî aqubeta gelek kesan nayê zanîn.
Hemû Kurd wê fermanê di dilê xwe de jiyan dikin. Ev fermana 73’mîn ya alî DAe ve hatî kirin di hemû Kurdî Musilman da li hember Kurdên Ezîdî deynekî lêborîne ava kir. Li sal yada vê fermanê de li hember Kurdên Ezidî ez bejna xwe ditavînîm. Bi taybetî jî di feramanê de armanca sereke zarok û jin bûn, ez êşa van kişandî wek êşa xwe dibînîm. Û heman demê her aîdê kîjan mezhebê be aîdê kîjan perçeyê Kurdîstanê be cudahî êşa Kurdên Ezîdî weke êşa xwe bibîne û hember wê êşê xwe bitevîne.
Berdewamiya trajedîya Ezidîya sebeba wê ya esas ne dewlet bûna Kurda’ye
Ew tiştê ku em wek fermana Ezidîyan bi nav dikin li wêje ya navdewletî da navê wê nîjadqirî’ye (jenosîde) . di cewher de fermana Ezidîya parçeyek ji qirkirina Kurda ye. Ev qatlîame û qatlîamên din yên bi serê Kurdan hatî bi hevre gêredayîne. Çi li ser Kurdên Ezidî ve çi ser Kakaî çi li ser Şebek be, çi li ser aşîreten heremî be ev qirkirin hemû armanc bi giştî tunekirina Kurde’ye. Her yek ji van qirkirinan çikilek ji dara dîroka Kurdistanê’ye. Cuda kirina vana ji hev ya îşareta kevneperestîya îdeoljîk-sîyasî yan jî îşareta armanca xirabe.
Qirkirinên Kurdên Ezîdî ji dîrokê heya niha bi hemû hêla xwe ve ne hatîye nivîsandin. Ji ber ku documantên Qirkirinên arşîva Osmanliyan veşartîye û bûyer alî kesên muxalîf ve ne hatîye nivîsandin documentên nivîskî dest nebûn. Ji ber vê yekê jî li ser 72 fermanên borî em zêde xwedîye agahîyên ber fîreh nînîn. Carna şûna ku dîrok şaş were nivîsandin hîç neyê nivîsandin baştire. Ana jî dîroka fermana 73’mîn şaş tê nivîsandin.
Heger em rastîyek îlmî binîvsînîn emê weha bêjîn: şaş nivîsandina fermana 73’mîn heman dem ji boy Kurdê Ezidî dibe fermana 74’mîn. Bi êrîşa çetên DAê li ser Şengal Kurdên Ezîdî bi fîzîkî hatin qirkirin û nave vê bû fermana 73’mîn. Ji vê roja fermanê virde li alî PKK ve şêwazê servîs kirina vê bûyerê ji boy Ezîdîyan û hemû Kurdan bûye sedemê şolî kirina hiş û bîrên Kurdan. Bi vî şêwazê PKK ku bûyerên qawimî berevajî û ji rastiê dûr bi planî dihête propaganda kirin ev ji boy Kurdan dibe fermana 74’an. Li roja fermana Şengal ê virda PKK Ezidîya li hembere hemû Kurdan gur dike. Ev jî dibe sedem ku Kurd û Ezidî ji hev were cuda kirin.
Bi salan me ev polîtîka Ermanîstan û Irak li hember Kurdên Ezîdî kar anî. Hewildanên PKK ê li ser rêbaza Ermanîstan û dewleta Irak’ ê ye. Ango Kurd û Ezidî’ya ji hev cuda dikin. Ezidî wek netewekî cuda tên destnîşan kirin. Ev jî dihêle ku metirsî ser DNA û kîmyaya netewa Kurd çêbe.
Pêwîste trajedîya Ezidîya nebe qurbanê berjewendiyên Partîya PKK
Despêkê da nêzî bûna Ezidî û Şengalê meseleyekî wîjdanî û exlaqîye. Berê her tiştê ji boy mirov birînên Ezîdîyan bipêçe pêvîste ji berjewendiya û rantê partîyan dûr wê bûyerê binirxîne. Nuke jî birînên nehên dermankirin bingehê xwe yê esasî ji helwesta PKK dirgire. Ji ber ku PKK li ser eş û azarên trajedîya Ezidîya berjevendîya hizbî destdixe û diparêze.
Hêşta roja yekê însan li çîya birçî û tihnîbûn karmendên ragihandina PKK li destê wan da mayk û kamêra li nava wê haşruneşrê da dixwastin rêveberîya Herêma Kurdîstanê tawanbar bikin û pêşmerge reş bikin. Ev bûyera ji boy propaganda reş ya PKK bû derfet. Ji wê rojê haya îro PKK vê karesatê ji boy berjewendiyên xwe yên hizbî bikar tîne.
Hin bi çavsorî nava bizavekîdeye ku Şengal ji boy nekeve ser Herêmea Kurdistanê hewlên mezin dide. Û bi van hewlên xwe ji alî dîpolmasî û navnetewî karkir û gelek caran jî ser ket. PKK ê rê da Heşda Şebî ku wek caneverekî hat nav Şengalê. Lê rê neda ev Pêşmergeyên ku bi sadan şehîdan dabûn werin nava Şengalê de. Û berevajî hewildanên heşda şebî ji boy pêşmerge ji Şengalê derbixe bû palpişt.
PKK dema ku ev karên xirab dikirin ji ve gotinê palpiştî digîrt: Peşmerge îxanet li Ezîdîyan kir ew hişten û revîn me Ezîdî rizgar kirin. Lê rastîya xwe de ne vaye. Şengal heremek bû li ser Irak’ê de li nava vê da astekî sembolîk de peşmerge hebû. Giraniya van peşmerge ji Kurden Ezidî bû. Çekên giran û pêdawîstîyên şer wek dihat xwestin ne bû. Loma nikarî peşîya êrîşên DA ê bigre.
Şengal çi bû Efrîn jî ew bû
Li şer de serkeftin jî heye binkeftin jî heye. Xwe kêşandin jî heye berxwedan ji heye. Lê belê ne parastina sengerê û îxanet nayê yek watayê. Despêkê virde PKK bûyera Şengal’ê weke îxanet gelê Ezidî da nîşandan ev jî parçeyeke ji plan û berjevendiya hizbî ya PKK. Ev jî dide nîşandan ku PKK çend xwepereste.
Cewherê xwe de bûyerên Şengal û Efrîn wek heve. Bûyerên Efrînê ne ji Şengalê kêmtire. PKK 6 sal bû Efrîn ji alî sîyasî, askerî, aborî bireve dibir. Lê nav du rojanda bêku hemû gel bizanibe kadroyên xwe, şervanên xwe, reveberên xwe û malbatên wan, malbatên ku nas dikirin ji Efrînê derxistin. Kadroyên wê cilên leşkerên Esad berxwe kirin û derketin. Lê haman dem de êvarê daxuyanî dida û digot “em yek nefer jî bimînîn Efrîn bernadin”. Piştre roja din “sibê rabû got em ji Efrîne vekişîyan”. Armanca me ya ku Efrîn û Şengalê bînîn ber hev ne eve ku em êşan bipîvin. Armanca me eve ku em bêjin heqîqata şer gelek cudaye. PKK ji boy Şengalê qiyamet radike û ji boy Afrînê ser diveşêre. Trajedîya Efrîne jî gelek girene.
Heqîqeta Şengalê eve: Şengalê de dûrbînî û amadekarî ne bû.
Revebîrîya herêma Kurdîstanê wek raxne dayîn destê xwe danî li bin berê. Ji sad peşmerge zêdetir ji boy ku xwe bigihînin Ezîdîyan şehîd ketin. Ji boy pêçana birînên Kurdên Ezidî maddî û manewî her rengî bedel hatin dayîn. Ji boy rizgarkirna bajarê Şengalê 14 Mijdara 2015 şexsê Mesut Barzanî ku wî demî Serokê Herêma Kurdistanê bû çu cîhê operasyonê û birêvebir. Ev hemû vê telafîkirana kêm û kurtîyên bûyerên Şengalê bû. Heya niha jî Rêveberîya Herêma Kurdistanê vê rola xwe berdevam dikin.
Lê PKK ê bênavber ev kêm û kurtîyen hatî jîyan kirin bi zanabûn rojevê de dikelandin. Ev jî bû egera birînên kur lê têgaha gelê Şengal’ê de were vekirin. PKK Ezîdîyan ji nasname Kurd û Kurdistanê dûr dixe. Ne tenû bes dûr dixe belku hemberê Kurdan neyarîye kî jî dixulqîne. Ev tenê xisarete ji boy nav mala Kurdî. Heman dem xisarate ji bo nasnama netewa Kurd. Ji ber ku nasnama netewa Kurd ji gelek netewên din cudatire. Ango ji pir bavermendîya pêk tê. Ezîdî ji Kurda cudakirin, Elewî ji Kurda cudakirin, Kakeî û Enel Hak ji Kurda cudakirin tê wateya tunekirina bingehê dewlemendîya nasanameya netewa Kurd. Ev jî lawazbûna netewebûna Kurde.
Bila PKK dev ji fermana 74’an ya li ser Ezîdîya dimeşîne berde
PKK li van 20 salên dawiyê de li Kurdistanê nasnama Kurd bê wate kirîye û weke nasnameyekî kem netewe derxistîye pêş ev jî bû sebebê otoasîmîlasyona Kurdan. Nasnama jinê, nasnama bawermendîyan, nasnama tercîhên cinsî hiştine pşşîya nasnama netewa Kurd. PKK ê îdeolojîya xwe de dibêje ku derxistina nasnameyên din li peş pêşketin û azadîxwazîyê. Le belê derxistina nasnama netewê wekî paşveruyî dibîne. Li nava nasnameya netewa Kurd da gelek nasnameyên din ku vî temam dike heye. Heger em van nasnameyan ji nasnameya netewa Kurd qut bikin ev nasname dê wenda bibin. Heman dem de lewazîyê bi nasnama netewîre jî çêdike.