Îro 9 tebaxê, dibe roja cîhanî a mafên gelên resn, Neteweyên Yekbûyî li sala 1994an/ biryar girt ku ev roj weke bûneke cîhanî ji boy bi dest xistina mafên gelên resen li tevahîya dinê, were dest nîşan kirin.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji boy pêşda birin û bi dest xistina mafên wan, roja 9 tebaxê weke roja cîhanî a mafên gelên resn îlan kirîye, ev biryar li sala 1994an girtîye, weke rêz girtin ji boy yekem civîna tîma Neteweyên Yekbûyî a taybet bi gelên resen ve li sala 1982an.
Neteweyên Yekbûyî salane vê rojê ji boy wan gelên di wilatên xwe de jêr dest sax dike, ewên bi sedema ceng û koçberîya berdewam rastî derdeserîyan dibin.
Her çend ku Neteweyên Yekbûyî tu pênaseyên zelal ji bo gelên resen nedanîne, lê belê li gor lihevhatina rêxistina Cîhanî a Kar hejmar 169, gelên resen bi wan gelan dane nasandin ewên di wilatên azad de bi nejad ji wan gelane ku li ser demên împiryalîzmê de li herêmeka dest nîşan kirî a wan wilatan jiyan dikir, yan li wexta ku sînor hatine kêşan.
Her li gor Neteweyên Yekbûyî gelên resen, ew gelin ku bi dirêjahîya dîrokê dab û nerîtên xwe û sîstema jiyan kirina xwe parastine, hejmara wan bi 370 însanan tê xemlandin anku dibe rêjeya 5% ya tev şêniyên cîhanê, lê di heman demê de ew rêjeya 15% ya hejartirîn gelên cîhanê pêkdînin, bi zimanên cuda di peyivin.
Bi vê bûnê pêwîste em bas li gelê Kurd û Kurdistan jî bikin, Kurd yek ji neteweyên dêrîn ên Rojhilata Navîne ku ciyê jiyan kirina wan bi Kurdistan tê nas kirin û bi ser wilatên Îran û Îraq û Tirkiyê û Sûriyê hatine parve kirin, xaka Kurdan her ji çiyayê Anatolyayê heya zincîre çiyayên Zagrosê dirêj dibe, Kurd li hinek ciyên din yên Rojhilata Navîn de jî belave bûne.
Amareke fermî ya hejmara Kurdan li ber dest nîne lê belê Kurd bi 40 milyon însanan tên texmîn kirin, zimanê Kurdî çiqeke ji zimanê Hind û Ewropî, piranya Kurdan Musilman û li ser mezheba Şaf’î ne û yên dimînin Musilmanên Şî’e û Yarsan û Êzidî û Mesîhî û Cuhî û Aşûrî ne.