Şeva 15ey Tebaxê, êrîşek li ser nivîsîngeha Partîya Demokrata Sûriyê li Qamişlo çêbû, Ala Kurdistanê hat reşkirin û slogan hatin nivîsandin, piştî êrîşê Berdevkê ragihandina QSD ê Mistefa Balî, ev kiryare tewanbar kir, gelo ev êrîşe tiştekî lokal bû yan jî di nav de hinek peyamên siyasî hene? Bê goman peyamên siyasî hebûn, ev peyame di hevpeyvîna 7î Tebaxê ya ku telefizyona Stêrk di gel Cemîl Bayik de çêkirî hebû, li ser vê hevpeyvîna Cemîl Bayik bi taybetî babetê li ser neqda rojava, gelek aliyan nerazîbûna xwe dabû diyar kirin, di rastî de di her peragrafekê de peyamek hebû, di nava van peyaman da ji bo qadroyên PKK ê yên Rojava jî peyam hebû.
Rojnamevanê hevpeyvîn encamday pirsek ji Cemîl Bayik kir “li rojava hewildanên yekîtîya neteweyî to çewa dibînî?”, lê mixabin Cemîl Bayik li ser mijara yekîtiya neteweyî pir nigetîv axfit û ev bersiv da: “pêwîste her kes li destpêkê sipasiya rêber Apo bike, ger sipasî ne li rêber Apo belku li hindek kesên din were kirin ev xefletek mezine, vê rewşê kes qebûl nake, gelê rojava jî qebûl nake, bi taybetî jin û ciwanên Rojavayî qebûl nakin, jiberku ew di gel rêber Apo gihiştin rastiyê, ew destkeftên hatî wergirtin bi xêra rêber Apo çêbûne”. Ev şiroveya Cemîl Bayik bi taybetî ji bo tevahiya rojava, Qadro û alîgrên PKK ê te’lîmatek bû, Cemîl Bayik got: “xebatên rojava yên yekîtiya neteweyî li derveyî me dimeşin, me ‘elaqedar nakin, em dijî ne, li wir xefletek heye, pêwîste bizava jin û ciwanan helwesta xwe diyar bikin û vê rewşê qebûl nekin”. Diyar dibe ku bizava ciwanan, êrîşa li ser nivîsîngehên Partîya Demokrata Sûriyê bi biryara Cemîl Bayik encam daye. Hemû tiştên bihên serê ENKS ê PKK e jê berpirsyare.
Ji destpêka pêvajoya siyasî ya rojava kurdistanê û vir de PKK ê gelek qadroyên xwe li wir cî kirin, serê pêvajoyê de bi taybetî PKK ê qadroyên xwe yên herêmê ên îdolojîk, perwerdeyî, abûrî, leşkerî û dîplomasî di asta herî blind de li rojava cî kirin. Piştî xebat li rojava pêşketî bi tevlîbûna qadroyên rojavayî di xebatan de giraniya qadroyên PKK ê yên bakurî kêm bû, xebatkarên PKK ê yên esas xwe li gel xebatkarên jin û ciwanan rêxistin kir, xebatkarên ciwanan û jinan hemû ji wan qadroyên tundrew pêk tê û ev Qadro hemû dixwazin emrê rêxistinê û yê Ocelan peyv bi peyv pêk bînin, erka pîroz dîtna ‘ebdula ocelan ev her du hêz wê erkê pêk tînin, dîsa bi taybetî di nava hêzên taybet anku HAT de pir qadroyên hêzên taybet ên PKK ê cî digrin, cî kirina van qadroyan de du armancên PKK ê hebûn, ya yekê bi rêya qadroyên bakurî ve zext li ser rêveberiya rojava kirin û çavdêrî li ser kirin, ya diduyan bi rêya van qadroyan ji bo rêveberiya rojava alternatîv û paralêl rêveberî avakirin bû, diyar dibe ku erkekî din yê van qadroyên PKK ê ew kesên ku weke mixalif bihên dîtin êrişî ser wan bikin û wan tesfiye bikin.
Her çi qas êrîşa li ser PDKS ê biçûk were dîtin jî lê belê peyameke weke vê micit heye, weke di manşêtê de jî me diyar krî ev kar bi emrê Cemîl Bayik hatiye encamdan bi vî karî ev peyam hatiye dayîn ku rêveberiya rojava bizane em kengî çi bixwazin em dikarîn encam bidîn ya din jî ENKS e bila bizane ku ne di ewlewiyê de ye.
Dema ku ENKS e li rojava hatî derxistin jî heman hêzê, yanî rêxistina ciwanên şoreşger ev kare encam dabû bi cilubergên leşkerên rejîmê, mixalif hatbûn lêdan, cam hatbûn şikandin, însan hatbûn kuştin, wê demê jî ew kesên ev kiriyare encam day di erkdabûn, piştî vê êrîşê ger êrîşek li ser partiyên bi ser ENKS ê ve, kes û layenên wan çêbibe bi rasteqîn PKK e berpirsyarê vê êrîşê ye.
Berdevkê QSD ê Mistefa Banî ev bûyere şermezar kir, ev weke pêngava yekemîn tiştekî baş bû, em hêvî dikîn rêveberiya rojava di vê bûyerê de bi biryar tev bigere kesên encamder werin dadgehkirin, rêveberiya rojava xwe bi ç hîcetan mijûl neke û dijî zexta PKK ê jî bi qanûnê tevbigere, jiberku gelek caran PKK e kiryarên xwe bi navên cur bi cur qebûl nake, mînak weke TAK û zarokên agirî çalakiyên ku PKK ê bi wan ciwanan didan kirin pey re jî digot haya me jê nîne û li me guhdar nakin, bila rêveberiya rojava jî nebêje em di zorê dane û li me guhdarî nakin, mise’da me bikin, bila bi van helwestan nêzîkî vê bûyerê nebin, ev helweste nayê qebûl kirin, bi vê êrîşa li ser PDKS ê hatî kirin diyar bû ke ne bes tenê dewletên herêmî yên dagîrker tifaqa netewî ya kurdan naxwazin, di nava PKK ê de jî baskekî bi hêz ê li dijî yekîtîya netewî disekine heye û pêwîste em vê rastiyê bibînîn, emê li benda fermana ku Cemîl Bayik dayî qadroyên xwe bimînîn.