Zaro û sinêle sotemenîya şerê PKK ê ne
Navenda ragihandin û çapemeniyê a HPG ê, îro nasnameya dû Gerîlayên ku li vê mehê canê xwe ji dest dane eşkere kir, yek jê keçeka biçûke ku pêwîste li şûna keleşê, bûkeke “Barbî” di dest da ba.
HPG ê di daxuyanîya xwe da eşkere kirîye ku ev Gerîla ên bi navê “Mihemed Sedîq û Hacer Mûsa” di êrîşeke hewayî a dewleta Tirkiyê de li çiyayê Gabarê ê parêzgehîya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Hacer Mûsa weke HPG ê wêneyê wê parve kirî, keçeka biçûke ku mirov dikare bibêje hêjan di jiyê sinêleyê da ye û di vê temenê de di sîstem û exlaqê çi komên mirovan, wilat û partiyên çekdar de nîne mirov werin çekdar kirin, yan di şeran de werin bi kar anîn.
HPG ê tenê gotîye ku ev Gerîla li çiyayê gabarê şehîd bûne û dem û ciyê şehadetê li gel hinek wêneyên wê parve kirine û tu amaje bi temena wê keçê yan mêjûya ji dayk bûna wê nedane.
Hacer Mûsa, weke HPG ê belav kirî xelka bajarokê Tirbespiyê ê Rojava Kurdistanê ye û di nava rêzên PKK ê de bi kod navê Warşîn Egît di hat nas kirin.
Partîya Karkerên Kurdistanê û bi taybet paş ku li salên dawiyê hejmareke zor a Gerîlayên wê bi sedema siyaseta şaş a wê partiyê rêzên wê bi cî hiştin, pena ji bo revandina zaroyan birîye, pêgeha Darka Mazî li rojên 9 û 10/8/2020an mijara bikarînana PKK ê ji bo zaroyan bi berfirehî li jêr navê “Gerentîya berdawamîya PKK ê: Şervanên zarok” û “Tayma Kurd şervanên zarok yên PKK ê nîqaş kir” belav kir bû û têde behsa wê yekê kir bû kanê PKK e bi tu awayî zarokên Kurdistanê weke sotemenîya şer bi kartîne.