Heke Duran Kalkan li xayîna digere, pêwîste li ku derê binêre?

Duran Kalkan

Duran Kalkan Di hevpeyvîna xwe ya şeva 24ê Tebaxê de li ser Mesopotamya TV, ku yek ji wan saziyên medya ya PKK ê ye, di axaftina xwe de li dijî Pêşmergey peyv û tawanbarîyên balkêş kirin.

Duran Kalkan ev  got: Em dixwazin ku hemû hêzên Kurd li tenişta xwe bibînin, Gerîla dixwaze li gel Pêşmerge mil-milanê dijî dagirkeran şer bike, lê dîyarde destnîşan dikin ku Pêşmerge li aliyê Artêşa Tirkiyê radiweste, Yên ku li Tirkiyê piştgirî dide AKP ê û MHP fê aşîst e, Yên  li Kurdistanê jî piştgirî diken xayînin.

Rêvebirîya PKK ê wek trol tevdigere

PKKê di demên dawî de siren (direksiyon) li ser, şer li dijî Başûrê Kurdistanê ve şikandîye, Hemî rêveber û sazî pay hevdû bi TV yê re diaxivin, gotaran dinivîsînin, û agahiyên ku bingehek wan tuneye, parve dikin, ew PKK e ya ku xwe pir mezin dibîne weke wan trolên ciwan yên li ser medya ya civakî nûçeyên derew belav dike, ewana hemî ji bo operasyonekî têgehî çêdikin dikin.

PKKê biryar da ku li dijî Pêşmerge şer bike û ew ji bo vê yekê binesaziya pêwîst amade dikin, PKK ê ev pêvajo ji meha Nîsanê bi Zînî Wertê da dest pê kirin, ew pêvajo hîn jî berdewam dike, axaftina Duran Kalkan jî berdewamiya vê biryardariyê ye û vê carê na bêje PDK e, ew vekirî dibêje Pêşmerge, lê Duran Kalkan çend tişt hene ku pêwîste bizane.

Ya yekem: Duran Kalkan di axiftina xwe de carek jî behsa dewleta Tirkiyê heya behsa arteşa Tirkiyê jî nekir û nikare bike jî, ji ber ku PKK e hevkariya AKP ê – MHP ê ji bo xwe wekî pirsgirêk dibîne, ne dewleta dagirker ya Tirk, ew dibêje em naxwazîn dewleta Tirkîyê hilweşînîn, em axê naxwazîn, wan kiryarên ku 98 salan dewleta Tirk li sere gelê Kurd  tîne anko qetklamên li ser Kurdan pêşxistî naxaze bibîne, PKK e wê dide nişandan ku dewleta Tirk pir başe lê rêveberîya AKP ê tenê xerabe, Lê Kurd nayên vê yekê, divê Duran Kalkan û partiya wî berî her tiştî bikare bêje bi dewletê re bibêje tu dewletekî dagîrkerî, kêşa netewa Kurd di esas de li gel dewleta Tirke ne tenê li gel  hikûmetên demkîne, PKK e kêşeyê berovajî dike.

Abdula Ocalan û  Misaqa Millî

Ya dûyemîn: Duran Kalkan dibêje “Pêşmerge piştgiriyê dide faşîzma AKP ê – MHP ê, ev xiyanet e”, heke em rast bibêjîn, yek ji hêzên pêşeng ên li Rojhilata Navîn ku va 20 salên dawî piştgiriyê dide dewleta Tirk û hikûmeta AKP ê, PKK û rêberê PKK ê Abdula Ocalan e, ger duran Kalkan dixwaze xayînên piştgirîya Tirkiyê dikin bibîne;  di serî ew kesê pirojeya Tirkîye bûnê avakirî, nasnameya jorîn a Tirkîyeyê û ewê Mîsaqî Millî kirî rojeva Kurd de û meşrûîyeta wê çêkirî kî be ew xayîne anko yên ev hemû çêkirî Abdula Ocalane, bila wî weke xayîn bibîne.

Abdula Ocalan bixwe ji bo şandeya HDP ê ya ku di 23 sibata 2013an de çûbûne serdana wî, wiha dibêje: “Yê ku va 10 salan AKP e li ser linga girtî ezim, hêza me AKP e derxiste holê”, yên ku AKP e li ser linga girtî û ji bo AKP dewletê bixe bindestê xwe harîkarî ya wê kirî kîye heku me naskiribe wê demê pêwîste Duran Kalkan ji Abdula Ocalan ra bibêje tu xayînî, Ji ber ku yê ku dema AKP dikete nava givaşê de yê bo harîkarîya AKP ê name dinivîsîn, bangawazîya agirbesê dikir û pir pesinê serokê MÎT ê Hakan Fîdan didan, Abdula Ocalan bi xwe b û, Abdula Ocalan Ocelan hertim bi hewara AKP ê  di cû.

Ev 30 sale we nahêla ye Pêşmerge bikeve Heftanînê

Ya sêyemîn: Duran Kalkan dibêje ku ew dixwaze Pêşmergey û Gerîla mil bi milê hev bibîne, ew dibêje, bila Pêşmerge werin Heftanîn ê bi me re şer bikin, Duran Kalkan û tevgera wî PKK e ji sala 1990an û vir ve nahêle yêk Pêşmerge bikeve wan deverên ku dibin kontirola wan de ne, Ji salên 90an ve, yêk Pêşmerge ne kariye biçe Heftanînê û hilkişe serê çiyayê Xantûr, PKK ê nehişt ku hêzek tenê ya Pêşmerge bikeve Geliyê Zapê, Xakûrkê, Ne Weke hêzek rêxistinkirî jî nekarîbûn bi tena serê xwe têkevin van herêman, Duran Kalkan dibêje werin em bihev ra axê biparêzîn lê ev 30 sale te û partîya te nehiştîye yêk Pêşmerge bikeve wê axê, “Dema palî keftî bin dûvikî” Pêşmerge tê bîra we, wê dema we dest bi şer kir, we bi hikûmeta Kurdistanê re şêwirmendî kir, ma we raya Pêşmergeyan girt? Naxêr.

Ma ne ew Hevalê we yê ku hûn va 50 sale bi hevra ne anko Cemîl Bayik bû yê  ku ji bo Pêşmerge reş bike daxuyanî dida çapemenîya Ewrûpa û Tirkiyê, Digot harîkarî nedin Pêşmerge ew nikarin şer bikin bi xirabî derbarê hêza Pêşmerge de xebatê lobî dimeşandin, Ew kî bû? bê goman ew Cemîl Bayik bû, Mistefa Karasû bû û ew trolên artêşa we ya çapemenîyê bûn.

Gurgê kincê pez li xwe kirî

Bi salan, PKK e Pêşmerge wekî netewperwerê paşverû, feodal û paşketî nîşa girseya xwe dikir, Dijminahiya PKK ê li gel PDK ê wate wî halî ku êdî Kurd di axa xwe da parçe bibinve, PKK ya ku ji bo Kurdan bakûr li gel dewleta tirk bibin yêk di xebite lê parçe bûn û cuda bûn di nav mala Kurdan ava dike, wê cûdahiya nerînên di nav Kurdan de wekî mijarek jiyan û mirinê bikar tîne û Kurdan wekî dijminê hev dû dest nîşan dike.

Evro PKK ê di nava girseya xwe de rewşek welê ava kirîye ku Pêşmergê, Başûrê Kurdistanê û PDK ji dewleta Tirk û leşkirên wê zêdetir wekî dijimin dihête dîtin, PKK ê Kurdekî wesa çêkir ku bi ala Tirkî re hevaheng be, lê Ala pîroz a Kurdistanê weke sembolê feodalîzmê bibîne û nefretê jê dike.

Evro Duran Kalkan weke gurgê kî ku kincê mîha li xwe kirî wê dide nişandan ku ne ewin yên ku ev 30 salin gundên Başûrê Kurdistanê dagir kirî û nahêlin gûndî û Pêşmerge bikevin van deveran, Pîşre jî bê ku şerim bike bangawazî yê dike Pêşmerge û dibêje werin em bi hevra şer bikîn. Armanca Duran Kalkan ê Tirk ewe ku sibe an jî dûsibe bibêje heke tû neligel mi nî wê demê tu dijminî, bi vê hincetê dixwaze êrişkarîyên xwe meşru bike.

Pustên heman beş