Bi buhatirîn pereyê kanzayî li cîhanê tê firotin

Bi buhatirîn pereyê kanzayî li cîhanê tê firotin

Li 8 meha oktobera îsalê, bi buhatirîn parçe pereyê kanzayî ku dolareke zîvî ye, di mezadekê de were firotin, li sala 2013an ev parçe bi milyonên dolaran hatibû firotin.

Li gor tora medyayî ya CNN ê, li roja 8/10/2020an, parçe pereyekê degmen yê kanzayî wê were firotin ku ew jî dolareke ji kanzayê zîvî li sala 1794an hatîye çêkirin, ev dolar li sala 2013an bi qasî 10 milyon dolaran hatibû firotin.

Rêkxerên vê mezadê pêşbînî dikin, buhayê vê perçeya kanzayî pêtir lê bibe.

Dêmê jinekê li ser alekê wî dolarê zîvî tê dîtin ku bi awayê xwedawendeka kevnar a Yewnanistanê ye û bi ramana azadiyê li ser hatîye nexşandin, hem wext ev bi yekem parçeya perey a kanzayî tê hejmartin ku li Amerîkayê li ser dema Corc Waşinton hatîye çêkirin.

dolar

Li wê demê tenê 1785 parçe jê hatine çêkirin, heya niha tenê 130 parçe jê mane.

Ev parçe dihatine çêkirin ne ji bo xelkê asayî ku kalayên xwe pê bikrin, lê belê ji bo kongirêsmen û texeka dest nîşan kirî a hem wilatîyan dihatine çêkirin, ji ber ku li wê demê Amerîka di kirîza kêmîya kanzayên giran buha de bû, ew kirîza bi sedema şerê serxwebûnê bi ser de hatî û her wiha ev parçe weke hêmayek ji bo vê dewleta genc hatibû çêkirin.

Pustên heman beş