Nabe mûçeyên fermanberan têkilî siyasetê werin kirin

Nabe mûçeyên fermanberan têkilî siyasetê werin kirin

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê, îro bi Serok Wezîrê Îraqê re ragihand ku nabe bi tu awayî mûçeyên fermanberan têkilî siyasetê werin kirin û got ku ev mafekî rewa ê Gelê Kurdistanî ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beyaneke nivîskî de, naveroka civîna nêvbera Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî parvekir û têde diyar kir ku serdana Serok Wezîrê Îraqê ji boy Herêma Kurdistanê amajeyeke erênî ye ji bo çareser kirina pirsgirêkên nêvbera Hewlêr û Bexdayê, taybet pirsgirêkên girêdayî budce, petrol û Navçeyên Kurdistanî, hemwext mafên darayî yên hêzên pêşmergeyan.

Di daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê de wiha hatîye nivîsandin: “Mistefa Kazimî tekezî li ser wê yekê kir ku kirîzên nêvbera Hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta federal de, ne tenê mûçe û budceye û got ku ew bihêvî ne kirîzên asê mayî di paşerojeke nêz de li ser bingeha destûr werin çareser kirin”.

Mesrûr Barzanî bi Mistefa Kazimî ragihand ku mûçeyên fermanberên Kurdistanê yan her navçeyeke din a Îraqê mafekî rewa ê Gele û nabe bi tu awayî têkilî kêşe û giriftên siyasî werin kirin.

Her wiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê û Îraq bi giştî rastî asteng û kirîzên darayî û rewşekî nelbar a tenduristiyê hatine, berhevîya xwe ji bo karê hevbeş ji bo çareser kirina wan kirîzan bi awayekî ku di berjewendîya gel da be, nîşan da.

Mesrûr barzanî tekezî li ser çareser kirina pirsgirêka budce û petrolê û navçeyên kurdistanî ên dervey îdareya Herêmê û mafên destûrî ên hêzên pêşmerge nîşan da, bi taybet ektîv kirina mîkanîzma hemahengiya ewlehiyê li nêvbera pêşmerge û arteşa Îraqê li navçeyê Kurdistanî de.

Li himber serdana mistefa Kazimî, Mesrûr Barzanî amaje kir ku hatina şanda ast berz a Îraqê ji boy kurdistanê, amajeyeke erênî ye ji boy çareser kirina pirisgirêkan li ser bingeha destûr û avakirina mekanîzmeke nû ji bo têkilîyên Hewlêr û Bexdayê.

Serok wezîrê Îraqê ragihand, serketina her beşeka Îraqê serketine ji boy tevahiya wilat û got: “ez geşbînim ku bi alîkarî û hemahengiya nêvbera pêkhateyên beşên Îraqê, wê bikarîn bi ser asteng û kirîzên niha zal bibin û têgihîştineke nû û baş ji boy çareser kirina kirîzan were çêkirin”.

Pustên heman beş