kiltûrê qebûl kirina îxanetê, derdekî bi êştir ji îxanetê bi xwe – Beşa 1

kiltûrê qebûl kirina îxanetê, derdekî bi êştir ji îxanetê bi xwe
  • Rêbwar Kerkûkî

Bi helkefta 16ê Oktoberê, helkefta bi êştirîn û karesatbartirîn îxanet di dîroka gelê Kurd de min bi fer zanî ji aliyek din ve li vê karesata netewî ku dagîrkaran û îxnetkaran bi ser doza neteweya kurd anî binêrim. Dixwazim bizanim aya eger lawaziya xwenaskirina netewî nebaye, grûpekî biçûk û bê şîyan û kalfam dikarîn wê kareseta netewî bi serê kurdan bînin û nîva axa başûrê welat bidin dest dujminên kurdan?

Guman di vê yekê de nîne ku di qonaxa Rizgariya netewî  a hemû netewekî de grûpek hebûye ku ji ber berjewendiyên şexsî û grûpî yên xwe milê xwe daye di gel dagîrkaran û îxanet li neteweya xwe kiriye. “Abraham Lincoln” serokê Amerîkayê di vê derbarê de dibêje: “di şoreşa hemû neteweyekî de, gel bi ser 3 desteyan parve dibin. Desteya yekem kemîneyekin ku xebatê dikin û ji bo rizgarkirina neteweya xwe xuhê dirêjn û xwînê didin. Desteya duyemîn jî kemîneyekin ku ji ber berjewendiyên bertengên xwe yên şexsî û grupî pişt dikin neteweya xwe û di sengerên dagîrkeran de cî digirin û li dijî şoreşgêrên neteweya xwe şer dikin. Grûpa sêyemîn piraniya civakî ne ku di çaverê bûnê dene bizanin kîjan alî wê bi ser bikeve û li dûv aliyê serketî dikevin”.

Anku em dikarîn bibêjîn ku îxanet kirin li xebata rizgarîxwazane ya netewê de tişteke xerîb nîne û herçend ku Tirajîdî û ne lojîkî ye hinek ke li dijî neteweya xwe şer bikin, lê belê weke ketwar berdewam di dîrokê de hebûye. Di dîroka xebata netewî ya gelê kurd de jî cihê daxê ye îxanet beşeke neveqetiyayî ye ji dîroka wê xebatê û bi dehan caran kurd ji lotkeya azadbûnê ber bi xwarê girêl kirîne. Lê belê ya ku dinava kurdan de bi eşkere tê dîtin û di kêm bizavên netewî yên din de hest pê tê kirin, “kiltûrê qebûl kirina îxanetê ye”. Di nava hemû neteweyekî de îxanetkar li cem hemû tex û çînên neteweyê qirêjin û weke qirêjtirîn mirov lê tê nêrîn, lê cihê daxê ye dinava me kurdan de hêjan hene hinek kes ku pirr bi lezgînî îxaneta îxanetkaran ji bîr dikin, çepleyan ji bo lê didin û li dûv wan dikevin.

Ger li van sê salên dawyê bizivrîn bi eşkere wê bibînîn ew îxanetkarên ku li gor hemû lojîkan û yasayên mirovî û exlaqî û netewî, pêdvî bû hatiban darzandin û sizadan lê belê berevajî di bilindtirîn asta partiyan de cî digrin û hêjan li ser kêncên negetîvên xwe bo ser doza netewî ya kurdan berdewamin. Karesata 16ê Oktoberê û ew îxaneta mezin ku grûpa kalfamên nav YNK ê bi serokatiya Lahor û Aras Şêx Cengî encam day bi êş û karesatbar bû. Me zêdegavî nekiriye ger bibêjîn ew karesat weku domanekê li ser hest û nesta her kurdekî wê bimîne û bi van nêzîkan nayê ji bîrkirin, lê ya ji wê karesatbartir û bi êştir ew dîmen bûn ku di dema hilbijartinên kongreya YNK ê û seredana Lahor bo cem beşekî ji endamên serkirdatiya YNK ê hatye dîtin. Ji 16ê Oktoberê karesatbar tir ev bû ku piştî îxanetê komek ji xelkê li derdora Lahor kom dibûn, dest ji bo wî lê didan û wêne digel dikşandin û dawyê hevserokî ya YNK ê weke xelatê îxaneta wî pêşkêşî wî kir.

Piraniya endamên YNK ê bi bê berçav wergirtina karvedanên negetîv yên îxaneta 16ê Oktoberê, piraniya wan qadroyên mezn yên partiya xwe ku ji damezrînerên YNK ê bûn û ew partî mezn kirbû xistin aliyekê. Take sûça wan kesan jî ev bû ku gotbû xyanet krin xerabe. Pranya endamê YNK ê ji ber gef û tema’kirina wan bi pêdana pere û pileyên hizbî ji layê Lahor û grûpa wî ve kesên wilatparêz li navenda biryardana YNK ê dûr kin.

Ew kiltûrê ku îxanet kirinê qebûl dike û weke helwestek normal dibîne mezintirîn asteng û xetere ye li ser rêya xebata rizgarîxwazane ya gelê kurd de û heya ku ev kiltûr neyê guherîn, pêdvî dike Kurdistan berdewam li benda îxanetên din be. Kiltûrek ku ger îxaneta sala 1966an qebûl nekiriba, piştrastim îxaneta 16ê Oktobera sala 2017an jî li dûv xwe ne di anî.

Cihê daxê ye ev kiltûr deme li civaka kurdistanê de zêdetir werarê dike û ger li meydana siyasî ya Kurdistanê binêrîn wê bibînîn serkirdayetiya beşekî ji partîyan di dest hinek kesan de ye ku kêmtirîn baweriya wan bi doza netewî ya kurdan nîne û bi hemû awayekî dijatiya wê dikin. Kes haşatiyê ji vê yekê nake ku pergala navçeyî û navdewletî kênca pozetîv û negetîv li ser rizgariya neteweyan û yek ji wan neteweya kurd heye, lê ya ku pêtir tirîn dirb li doza netewî ya kurdan daye, nebûna xwe nasîna netewî û îxaneta hinek kesan bûye ku li bin navê kurdayetiyê de Kurdistan û xebata wê ya rewa ji nav dibin.

Ger dema yek ji b nav serkirdeyên siyasî ku li bin navê olê de amade nabe ji bo rêzgirtin ji ala kurdistanê rabe ser lingan, ji bal xelkê ve hatiba lenet kirin wê demê ti kesek din peyda nedibû bi navê demokrasiyê bizavekê dirust biku ji bo dijatî kirina referandom û serixwebûna kurdistanê. Ger gelê kurd leşker kêşî ya pasdarên Îranê ji bo ser xebatkarên rojhlata kurdistanê li koyê protesto krinba û le’net li biryarderên wê kiriba wê demê leşker kêşî ya supayê Îraqê û heşda Şebî bi fermandariya Qasim Suleymanî yê terorîst ji bo ser Kerkûkê û navçeyên veqetandî ji kurdistanê pêk nedihat.  Ger di dema xwe de silogana “Bakur Başûr Rojhilat” a Apo û haşakirina wî li rojava kurdistanê pirotesto kiriba bê guman dagîrkirina ‘Efrînê û Serê Kaniyê û cihên din ên rojava pêk nedihat. Ger destwerdanên Îranê lê Silêmaniyê ji bal xelkê ve hatiban pirotesto kirin, niha êdî kesê wêrekî nedikir bi eşkere bas li lamerkeziyê û dabeşkirina herêma başûrê kurdistanê bike. Her weha ger niha jî siyaset û karên dije netewe yên grûpa îxanetkarên 16ê Oktoberê û proje yê xendiqandina kurdan ê Apo û Îmraliyê pirotesto nekîn, bê guman nikarîn li hêvîya vê yekê bîn ku bigihîn rizgariya yekcarî.

Di beşa diduyan de wê hewl bidîn bi kurtî bas li sedemên dirustbûn û werara kiltûrê “îxanet qebûl kirinê” û rêyên çareseriyê bikîn.

Ev mijar berdewam dike…

Pustên heman beş