kiltûrê qebûl kirina îxanetê, derdekî bi êştir ji îxanetê bi xwe – Beşa 2
Sedema vê yekê ku di nava netewe û texên jêrdest de kiltûrek dirust dibe ku îxanet kirin li cem wan normal dibe û pirr bi lez îxaneta îxanetkaran ji bîr dikin û li dûv wan dikevin, ji bo kiltûrek mezintir vedgere ku pisporên civaknasiyê navê :kiltûrê koletiyê” li ser danîye.
Tevî ku “koletî” pirr berbelave, lê belê cewherê sereke yê wateya wê dikare ev be ku “kole ji kesekî re dibêjin ku ji bal kesekî yan grûpekî serdest tê bindestikirin, berhema hizir û zevlekên wî di warê berjewendiyên serdestî de tê bikar anîn û hevdem haşa li hebûn û şûnasa wî tê kirin”.
Bê goman koletî destpêkê bi zulm û zorê dest pê dike lê belê piştî demekî hinek ji koleyan dikevin bin kênca îdolojî ya aliyê serdest û bi heza xwe berdewamiyê bi koletiyê didin û hinek caran jî bi koletiya xwe şanazin. Li vir e ku kiltûra koletiyê serhil dide. Kiltûrek ku di rêya îdolojîk ya armancdara netewe û texa serdest tê wêne kirin û bi sedema propaganda û alavên nerm yên dagirkerî di nava koleyan de berev pêş dibin.
Koletî du corên serekene, ya yekê dagîrkirina ax û nîştîmanê netewekî ye bi rêya top û tank û amûrên din ên şer ku bi dagîrkariyê bi rêya “hêza req” (Hard power) tê naskirin û ya duyemîn ku bi nerîn min a herî xetere, koletiya hizir û fikarên kesane bi rêya “hêza nerm” (Soft Power) ku we dike bo mînak takekî kurd xwe ji Tirk û Ereb û Farsekê kêmtir bibîne û hewl bide weke Ala Talebanî û Ocelan, derewekê dirust bike daku xwe bi neteweyeke dagirker û serdest ve girê bide.
Di warê soft Power neteweya serdest û dagîrker bi îmhakirina dîrok, buha û bi giştî şûnasa netewa bindest hewl dide “huşmendiyek sexte” ji wan re dirust bke û mêskê wan dagîr bke. Bi awayekî ku takê neteweya bin dest, gel û nîştîmanê xwe bi çavekî sivik û bê buha dibîne û weke çavkaniya şermê dizane. Hevdem şanaziyê bi neteweya serdest û dagirker dike û hewl dide xwe bi beşekî ji wan bide nîşandan.
Koletiya hizir û bîran pirr xeter tire jiberku hizra merovê azad bûy dawiyê dikare hêza req a dagîrkaran têk bişkîne û koçka dagîrkaran îmha bike
Dema ku xweş xizmetî yên Ala Talebanî ji ‘Ereban re digehe astekî ku haşatiyê li bav û kalên xwe dike û dixwaze esla xwe bide pal Eşîrek Erebî a sehra nişîn, vê yekê pêwendî bi vê koletiyê ve heye. Dema ku Ebdulla Ocelan di nava balefira Tirka de bi şanazî ve bas ji vê yekê dike ku dayîka wî Tirke, yan li Sûriyê xwe bi Elewî û hev nifşê malbata esed dizane, wê jî peywendî bi vê kiltûrê koletiyê ve heye. Dema axaftin bi Tirkî di nava refên PKK ê de weke nîşaneya pêşketinê tê hesabkirin û axaftina bi zimanî kurdî dibe nîşaneya nexwêndewarî û paşverûyî yê ev serketina Tirkiyê di dagîrkirina hizra kesên di nava vê rêxistnê de nîşan dide. Dema ku alîgrên Lahor cengî û kolke bazirganekî diz ê weke Şasiwar ‘Ebdulwahîd bas li vegerîna başûrê kurdistanê ji bo ser hikûmeta ‘Îraqê dikin sedema wê ew kole bûna hizrî ye. Ev jî ku heya niha li kurdistanê de nehatîne darzandin û sizadan nîşaneya vê yekê ye ku beşek ji takên kurd li başûrê kurdistanê û bi taybet navçeya Silêmaniyê hêjan hizir û fikarên wan bin destê dagîrkaran e û azad nebûye.
Koletiya hizir û bîran pirr xeter tire jiberku hizra merovê azad bûy dawiyê dikare hêza req a dagîrkaran têk bişkîne û koçka dagîrkaran îmha bike. Lê belê ger kesek ji aliyê hizrî ve ji koletiyê nehatbe rizgarkirin li vê demê ger bi her sedemekê jî desthilata req a dagîrkaran jî li ser nemabe dîsan ew bi xwe dê wilatê xwe bêxe bin destê dagîrkaran. Dibe bûyerên 16ê Oktoberê li Kerkûk di vî warî de mêze bikîn.
Yên ku Kerkûk û navçeyên din ji Kurdistanê standin û xistin hembêza Heşda Şeibî û dagîrkaran, hêza req a Îraqîyan nebû belku “koletiya hizrî” a hinek kurdên lawaz bû
Kerkûk û navçeyên kurdistanî yên din ku dikevin derveyê îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hatbûn azadkirin û pêşmerge têde bicî bibûn. Hêza req a dagîrkeran kênca xwe nemabû. Kurdan bi azadî û kelecan beşdarî di referandoma serixwebûna kurdistanê de kir bi hevberkirin digel navçeyên din, bilindtirîn rêjeyên beşdar bûnê û bilindtirîn rêjeyên dengên “belê” ji bo serxwebûna Kurdistanê xistin nava sindoqan û li benda rizgariya yekcarî bûn.
Yên ku Kerkûk û navçeyên din ji Kurdistanê standin û xistin hembêza Heşda Şeibî û dagîrkaran, hêza req a Îraqîyan nebû belku “koletiya hizrî” a hinek kurdên lawaz bû ku cihê daxê ye ew qas mejîkê wan hatiye dagîrkirin ku xerabtirîn û lawiztirîn kesên neteweya serdest ji bihêztirîn û bi rûmet tirîn kesên neteweya xwe pê bihêztire. Yên ku Kerkûk xistiye bin destê Îraqê tankê Abrams yên Amerîkî û hêza leşkirî ya heşda şeibî û supayê pasdarên îranî nebûn belku ew têhizrîna kole û dagîrkarane bû ku berdewam axaftinên kêm bi rêberên kurdistanê didin, henek bi canfîdayî û dîroka neteweya xwe dikin û li mejîkê xwe yê biçûk û dagîrkirî de cihek ji bo desthilatdariya kurdî nemaye û nikarin bawer bikin ku jiyar û şaristaniyeta kurdan sed caran pêtrî a Tirk û fars û Erebên dagirker dewlemendtir û mirov dust tire û kurd dikarin her wek di dîrokê de encam daye, binaxeya desthilatdariyekê bidane ku hemû Cîhan ji bo rêzgirtin ji wan Şuqeyên xwe danin.
Pêwîst dike xwe şaş nekîn û vê rastiyê qebûl bikîn ku heya hizir û bîr û têfikrîna xwe ji koletiyê rizgar nekîn, nagihîn rizgariya yekcarî
Kiltûra qebûlkirina îxanetê beşek ji pêşhatên kiltûra koletiyê û etomîzebûna kesên neteweya bin destin û heya dema ku hinek kes hebin ku hêjan hizir û bîr û mejîkê wan di bin kontirola dagîrkaran da be, kesên îxanetkar ji bo berjewendiya xwe bikar tînin û ev jî piroseya rizgariya netewî bi zehmet tir û pirr têçû tir dike. Dema vê yekê hatye ku ew kurdên bi navê partayetiyê li dûv Lahor û grûpa wî ketîne, zincîreya koletiyê ji mejîkê xwe qut bikin û ji îxanet karên 16ê Oktoberê re bibêjin êdî rê nadîn ew destkeftên ku kurdan bi xuyna hezaran zaroyên xwe û bi hezaran derbederî bi dest anîne, hûn li himber hezaran dolaran de û di şevekî de jinav bibin. Dema vê yekê hatye ku alîgrên PKK ê fêm bikin ku kar kirin ji bo tirkiya ya demokratîk û bihêztir di b navê “biratiya gelan” de, ji bilî bedbextiya zêdetir ji bo kurdan ti berhemeke din nabe û rê nedin hizra Tirkî rêxistina wan dagîr bke û axaftin û nivîsîn bi Tirkî weke nîşaneya pêşketinê were mêze kirin û yên bi kurdî jî di axvin weke kesekî nexwîndewar mêze bikin.
Pêwîst dike xwe şaş nekîn û vê rastiyê qebûl bikîn ku heya hizir û bîr û têfikrîna xwe ji koletiyê rizgar nekîn, nagihîn rizgariya yekcarî û hevdem berdewam rê ji bo îxanet û pîlanên dujminan xweş dibe. Bi wê hêvîyê ku Kurdistan bigehe rizgariya yekcarî û bi çavên xwe dadgeh kirina îxanet karên 16ê Oktoberê û hemû îxanet karên din yên doza kurd bibînim û bi çavên xwe bibînim ew kes dihên sizadan ku bi îxaneta xwe dema sê salane keşek bi êş û azar di hest û nesta hemû kurdên wilatparêz de dirust kiriye.
Li dawyê bejna xwe li himber wan şehîdan ditewînim ku li 16ê Oktoberê û paşan li Pirdê û Sihêla û Mehmûdîyê bi xwîna geş a xwe rê neda pîlanên xaînan û dujminên gelê kur ji bo dagîrkirina hemû statoya herêma başûrê kurdistanê ser bikeve.
Kurdayetî û kurd bûn şanaziye û piştrastim rojek dê were Kurdistan bi ser dujmin û dagîrkar û Xaînan de serkeve û wê bigehe rizgariya yekcarî.