Îro 40 roj bi ser şehîdkirina bazê mala Alîxan derbaz dibe
Îro 40 roj bi ser şehîdkirina bazê mala Alîxan , anku Xazî Salih Alîxan, berpirsê asayîşa gomirka Serzêrî, yek ji wan rûyên ciwan yên ‘eşîreta Berwariya ku di 8ê Çirîyê de ji hêla PKK ê ve hate şehîd kirin derbas dibin.
Posted by Darka Mazi Kurmanci on Tuesday, November 17, 2020
Îro 40 roj bi ser şehîdkirina bazê mala Alîxan, anku Xazî Salih Alîxan, berpirsê asayîşa gomirka Serzêrî, yek ji wan rûyên ciwan yên ‘eşîreta Berwariya ku di 8ê Çirîyê de ji hêla PKK ê ve hate şehîd kirin derbas dibin.
Xazî Salih Alîxan li 8î Çirîyê jiberku roja bêhinvedanê bû çû gundê xwe, bêhinvedanê. Ewî baxçeyekê biçûk yê babkî hebû. Ew gulleya li ber çavên zarokên wî li bedena wî ketî laşê wî parçekir. Keça wî ya biçûk Serîn bi çavên matmayî li bavê xwe yê ku li ser erdî birîndar razay, dinêrî. Alîxan sererayî hemû hewildanan nehate rizgarkirin. Wî pişt xwe pênc zarok û jinek çavbarîn hêla.
Şehîd kirina Alîxan ne biryar û plana yekîneyên PKK ê yên li wê deverê bû. Ew bi biryareke navendî ya PKK ê-KCK ê hate terorkirin. Daxuyaniyên ku li ser navê hevserokatiya Konseya rêvebera KCK ê dihatine dan, dide xuya kirin ku biryarek hevbeş ji bo encamdana cînayetan li başûrê kurdistanê hatiye dayin. Di vî warî da, îhale bi Murad Karaylan hate dayîn, jiberku serokê hêzên çekdar e. Ji xwe di Tebaxê de, hevseroka KCK ê Besê Hozat ê di hevpeyvînekê de got ku kuştina alîgirên Partîya Demokrata Kurdistanê rewa ye, û her şerekê digel Partîya Demokrata Kurdistanê bi birakujî nayê hesab kirin.
Bi kurtî, kujerên Xazî Salih Alîxan ev sê kesene: Cemîl Bayik, Besê Hozat û Murad Karaylan. Dana daxuyaniyeke fermî ya PKK ê-KCK ê di derbarê şehîd bûna Xazî da û hasakirin ji encam dayîna vê terorê, vê rastiyê naguhere ku Xazî Salih Alîxan ji hêla PKK ê û bi biryara rêveberên wê partiyê ve hatiye terorkirin.
Xazî Salih Alîxan ku li roja 8î Çirîyê bi destên qirêj yên PKK ê hate teror kirin, di vê belge fîlmê da ku li sala 2017ê da hatîye çêkirin, bas li xebat û tekoşîna rojên sext yên bizava rizgarîxwazî ya gelê kurd dike, Xazî çîroka derbasbûna xwe û grûpek ji canfîdayên Kurdistanê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê dike, çi hate rêya wan, çi erk bû Serok Barzanî pê sipartî û çawa vegerîn, bi kurtahî Xazî weke ‘egîd jiya û li ser rêya wilatparêziyê can feda kir.
Xazî Salih di vê belge filmê da çîrok û serpêhatiya hejmarek canfîdayên kurdistanê bas dike, bi tenê dîtina vê belge filmê bese ji bo ku mirov bizane kî ji aliyê PKK ê ve tê armanc kirin, ev belge fîlme diyar dike her kesê wilatparêz be, her kesê ji bo vî welatî kar bike û xebat kiribe, kesê ku çi caran razî ne bûy bikeve bin bandora dujminan, dibe armanca PKK ê.
Şehîd Xazî li vir bas li hindek serpêhatîyên xwe di gel komek ji pêşmergeyan dike, ew bas li derbasbûna grûpek ji pêşmergeyan ji Rojhilatê Kurdistanê ber bi Bakur û li wir ber bi Başûr dike, pêngav bi pêngav, dem bi dem her tiştî bi dîkomênt bas dike.
Xazî Salih di gel hevalrêyên xwe da li sala 1990ê bi biryara Mes’ûd Barzanî, bi çi
awa gihiştin Başûrê Kurdistanê?
Dema çûy Bakurê Kurdistanê leşkerên Tirkiyê çi j vê grûpa pêşmergeyan xwest
û pêşmergeyan çi bersiva leşkerên Tirkiyê da?
Wan bi çi awa debara jiyana xwe dikir?
Pêşmergeyên birîndar çawa hatine dermankirin?
Gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bi çi awa serederî di gel wan dikir?
Xwarina wan di dema pêşmergetiyê de çi bû?
Jîyê Xazî çend bû dema bûye pêşmerge?
Dema xatirxwastinê li bajarê Şinûyê Barzanî çi got Xazî?
Kê bo fermandarê vê grûpa pêşmergeyan?
Berisva van pirsyaran û bi dehan pirsyarên din di vê belge fîlmê de bibînin.