Piştî ku yek ji endamên encûmena parêzgeha Suleymaniyê bi navê “Mihemed Şêx Wehab” ku ser bi bizava Goran e bi sextekarîya fatoreyan li deriyê sînorî yê Perwîzxan hat tawanbarkirin, navbûrî çend rojan wenda bû, lê piştî wergirtina telîmatan ji aliyê berpirsên xwe ku ew kar bi wî daye encamdan îro çû dadgeha Kelar û hat binçavkirin.
Li gor zanyariyên pêgeha Darka Mazî li başûrê kurdistanê Mihemed Şêx Wehab digel grûpeke 40 kesî de bi piştevaniya rasterast ya Lahor ê Şêx Cengî hevserokê YNK ê hejmarek herî zêde ji fatoreyan li deriyê sînorî yê Perwîzxan sexte kirîne ku buhayê wan digehe nêzî dehan melyon dolaran.
Piştî derçûna biryara desteserkirina navbûrî ji bal dadgeha Suleymaniyê ve, navbûrî bazdabû û çendekî xwe li Kerkûkê veşartibû, lê belê piştî çendîn rojan û paş ku Lahor ê Şîx Cengî garantî day wî ku nahêle ti zirar li wî û bavê wî bikeve, îro çûye dadgehê û dadgehê biryara girtina wî derkiriye.
Herçend hejmara kesên bi sextekirin û karê qaçaxçîtiyê hatiye sûçbar kirin digihîje 40 kesan lê heya niha bi tenê 20 kes hatîne desteserkirin, di niha de kesên ku ev sextekariyê bi van kesan dayî encamdan hewl didin bi hemû awayekî alîkariya van tawanbaran bikin daku rûyê wan yê rast eşkere nebe, jiberku hinek ji wan kesên hatiye girtin îtîraf kiriye ku hinek berpirsên bilind yên YNK ê li pişt vî karê wan de ne.
Ev cara yekemîn nîne ku bas li qaçaxçîtî û sextekariyan li deriyê sînorî yê Perwîzxan tê kirin, pêş niha jî “Elî Heme Salih” parlementerê bizava Goran di Parlamentoya Kurdistanê de çendîn caran bas li van karan kirbû û ragihandibû hinek berpirsên PDK ê û YNK ê li deryên sînorî mijûlî karê qaçaxçîtiyê ne lê diyar bû ku hinek ji berpirsên bizava Goran jî yên ketî bin bandora Lahorê Şêx Cengî û karê qacaxçîtiyê û sipî kirina pereyan dikin, li dawî car Alî Heme Salih ragihandibû ku niha xaçaxçîtiyek pirr ecêb derketiye ew jî qaçaxçîtiya “Serûpêkan” ku kes jî xwe lê nake xwedî.
Weha diyar dibe ku bi firotina 51٪ ji axa Kurdistanê li 16ê Oktobera sala 2017an ji aliyê Lahorê Şêx Cengî ve hêjan ji pereyan têr nebûye, yanjî axayên Lahor pereyê wî bi dirustî radestî wî nekiriye ku niha qaçaxçîtiyê bi serûpêkên heywanan dike.