Kê Bêrîtan Kuşt û kê jîyan û mirina wê kir tabloyek xeyalî?

Gulnaz Karataş ya ku bi kodê Bêrîtan tê naskirin, yek ji wan kesa ye yên herî zêde derbarê wê de nûçeyên derew û manipûle hatî çêkirin. Ger em binêrîn ji roja mirina wê di 25 î Çiriya Pêşîn a 1992 an de, di derbarê wê de tiştê hatine gotin; ew çax em dê dibînin ku şêwazê mirina Bêrîtan ê li gorî pêdiviyên demkî, di daxuyaniyên PKK ê û daxuyaniyên rêveberên PKK ê de dihête guhertin. PKK di nava pêvajoyên sîyasî de dijminê kê be, dibêje wan Bêrîtan we kuştî ye. PKK her carê çîrokek cuda vedibêje. Ji ber ku sedema sembolîzekirina mirina Bêrîtan ê ji destpêkê ve ji ber berjewendiyên siyasî bû ye.

Rêzgirtin ji yê mirî û jiyana mirovan tune. Ger Bêrîtan ji nava gora xwe rabe, ewê pêşî tif bike rûyê wan kesan yên ku jiyan û mirina wê ji xwe re kirî deriyê berjewendiyan.  Bêrîtan keçek bi rûmet bû, dema ku fehm kir ew Kurd e beşdarî tekoşînê bu. Ji çi kesî re sere  xwe  ne tewand, heya ji pkk re jî. Di jiyana xwe ya, sal û nîv di nava PKK ê de, Bêrîtan ê bi çi rengî serî li ber PKK an jî rêveberên wê yên herêmê re ne tewand. Ji ber vê sedemê, ew her dem dihate teşhîr kirin, bi giranî dihate rexne kirin û di navenda xebatê di hate dûrxistin. Wê demê, ew Bêrîtan a, ku serî ji çi kesî re ne tewandî bi mirina wê re PKK ê ji  bo xwe kir bingehê sînaryo ya berjewendiyan.

Kî dizane Bêrîtan çawa jiyana xwe ji dest da?

Bi vekirî dibêjîn, kes nizane Berîtan çawa û di kîjan rojê de jîyana xwe ji dest daye. PKK ê filmek li ser mirina wê duristkir weke tê qal kirin, pêşmergan bang kirîyê û jê re gotîye were teslîm bibe lê Bêrîtan gotîye “ez xwe radestî Xaînan nakim” û xwe li latê de avêtîye.

Lê ya rast ev e: Bêrîtan li eniya bi navê Lêlkan bi giranî birîndar dibe. Ev eniyek e ku pêşmergeyên YNK lê diman. Birîndar û yên nebirîndar xwe ji vî girî berdidin û diçin, tenê li wî girî Bêrîtan di rewşa xwe ya birîndar de dimîne. Ji ber ku Bêrîtan kesek dirêj e û girê ku ew lê ye jî pir asê bû, kesî hewilneda ku Bêrîtan ê şûnda bîne. Di heman rojê de, fermandarê wê herêmê Osman Ocelan, bi nûnerên YNK û PDK ê re dinava hevdîtinê da ye. Di navbera wan de ji bo sekinandina êrîşan Peyman tê çêkirin. Ango dema Bêrîtan bi birîndarî li wî girî hatî hiştin di navbera Pêşmerge û PKK ê de şer û pevçûn nebûn.

Hemû mirovên li kêleka Bêrîtan rizgar dibin û wî girî diterikînin. hemî birîndar jî têne rizgarkirin. Osman Ocelan bi xwe bi PDK û YNK re peymanê îmze dike. Li gorî peymanê, dê hemû hêzên PKK ê biçin kampa Zelê ya nêzîkî sînorê Îranê. Hemî gerîlayên li Heftenîn, Çelê (Çukurca) û Xaxurkê bi wesayîtên ku ji hêla PDK û YNK ve hatine şandin derbasî Zelê dibin. Hemî birîndar li nexweşxaneyên Hewlêrê têne dermankirin. Mirovên li tenişta Bêrîtan bi xwe birîndar bûyî jî, li vir têne dermankirin.

Piştî ku Bêrîtan li girî tê hiştin, êdî tu endamekî PKK ê naçe cihê bûyerê û ji wê çi agahîya nagirin. Tiştê ku em dizanin ev e ku pêşmerga gelek birîndarên ku li çiya hatîn hiştin kom kirin û ew derman kirin, yên ku xwestin vegerin PKK jî dîsa vegerandin kampa zelê.

Di derbarê bûyera Bêrîtan de  agahî ya rastîn ewe, ya ku me li jor nivîsandiye. Yên di bejin  vî ev got yêdî ew got hemû film min..Lê Belê Evdila Ocelan bi km dûrî bûyer ê wî weke ku bûyerê dizane şirova pêşdixe û nirxandinan dike. Bêrîtanê weke sembol diafirîne.

Bîrewerî ya Bêrîtan dibe amûra siyasî

Hêzên PKK; yên ku bi pêşmerge re ketin şerê kozika, di rewşek dijwar de ne, nikarin xwe hemberî pêşmerge ragirin, hemî çeperên pêş wenda dikin. Dewleta Tirk jî wê deme de, bi dewleta Iraqê re  peymanek çêkiriye û dest bi operasyona derveyî sînor dike.

Dema ku ji bo PKK ê, her tişt ber bi xilasbûnê ve diçû, hêzên PDK-YNK civînek pêşkêş dikin û bi PKK ê re, lihevkirinekê çêdikin. Ev Peyman jiyana nêzîkê 2000 gerîla rizgar dike.  Nivîskar Ruşen Çakır di gotarek xwe ya ku wî di 2008 an de behsa xebatkarekî ewlehiyê yê payebilind ê Tirkan digot, “Heke başûrîyan ew li destê me dernexistiba, me hema hema PKK e tune dikir.”

Hêzên PKK ê ji tunebûnê rizgar dibin, lê Abdullah Ocalan ji vê peymanê ne kêfxweş e.

Ji bo têkoşîna navxweyî û motîvasyona xebatkaran, Apo hewceyê sembolê ye, ji bo ku zextê li ser menewîyata şervanê xwe bike. Ji nişka ve ew Ocelan di derbarê Bêrîtan de telîmatekê belav dike û dibêje: pêşmergên Talabanî gazî Bêrîtan kirin û gotin teslîm bibe, Bêrîtan teslîm nebû, wê ji wan re got, “Ez tu carî xwe radestî we nakim, hûn Xaîn in, hûn ji Başûr tên û êrîşî şoreşa Bakur dikin.”  Naha başûr di bin bandora şehadeta Bêrîtan de ye, her kes qala wê dike”

Piştî vê axaftina Evdila Ocelan, jiyan û mirina Bêrîtan vediguhere tabloyek xeyalî. Di sala 1994-1998 an de, dema ku têkilîyên YNK-PKK baş bûn, tê gotin ku Bêrîtan gotiye “Ez teslîmî kevneperest û pajverûyan  nebim”. Navê YNK ê ji bûyera Bêrîtan tê derxistin. Di 1999 de, têkilîyên YNK ê û PKK ê xirab dibin ev car Ocelan ji Îmralî dibêje “Zilamên Talabanî Bêrîtan qetil kirin”.

Dema ku şerê PKK û YNK di 2000 de dest pê kir, dîsa tê bîra PKK ê ku eniya ku Bêrîtan ê jiyana xwe ji dest da, eniya pêşmergên YNK bûn. Heya sala 2013 li kuştina Bêrîtan ê di stuyê YNK ê de bû. Lê dema ku PKK dîsa bi YNK re li hev kir,  Piştî ku Cemîl Bayik bûyî  hevserokê Konseya Rêvebir a KCK ê li gel YNK û Îranê peymana stratejîk îmze kir, vê car PKK ê dîsa di bûyera Bêrîtan ê de direksiyon şikand ser PDK ê ve. Beriya her tiştî, Ayla Akat Ata di 2015 de gotibû, “pêşmergeyên PDK Berîtan kuşt”. Piştî hin nerazîbûna ew dibêje min we negotî ye. Gav bi gav, îsal, saziyên KCK, PJAK, KJK, û hwd. Di belavokan de dibêjin Bêrîtan teslîmî PDK nebûye.

Bi gotinek din, PKK pirsgirêka Bêrîtan her deh salan carekê ji nû ve dinivîse. Nêzîkatiya du rû û berjewendî parêz a bûyera Bêrîtan ê cewherê PKK ê dide nîşandan. Bêrîtan weke sembolek ê ku ji bo şerê di navbera Kurdan de tê bikar anîn. Tişta balkêş ev e ku Zîlan (Zeynep Kınacı), ku xwe di arteşa Tirk de teqandibû, niha hema hema hatî ye ji bîr kirin. Ji ber ku têkilî û stratejîya PKK-Tirkiye hewce dike ku çalekîya Zîlan ê paşde were girtin. PKK li gel îlankirina şer a li dijî Başûrê Kurdistanê îsal bûyera Bêrîtan ê derdixe pêş, da ku menewîyata şervanên xwe ji bo şerê başûr amade bike.

Hoo rêveberên PKK! Ger cîhanek din hebe, hûnê bi çi rû li Bêrîtan ê mêzekin û derewên we li ser wê çêkirîn, bersiv bidin.

Pustên heman beş