Ew daxuyaniya Mesûd Barzanî di 2/11/2020 ji bo raya giştî ya Kurdistanê hatî weşandin xwedî girîngiyek dîrokî bû. Di vê peyamê de, Barzanî got “Min şerê navbera Kurdan heram kir, lê pêwîste helwesta min nayê xirab kirin.” peyvên Barzanî bi baldarî hatibûn hilbijartin. Wî armanc û plana PKK ê ya vekirina erdên nû rexne kir, lê dîsa jî diyar kir ku ew li dijî şerekî navxweyî ye. Daxuyaniya Barzanî gotina herî maqûl û avaker bû ku me di van mehên dawî de di aloziya navbera Kurdan de bihîstiye.
Lê piştî daxuyaniya Barzanî, şerê medyayî yê ku PKK ê di biharê de li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dayî destpêkirin hîn dijwartir bû. Ji rêveberên PKK ê Cemîl Bayik bigire heya nûçegihanên PKKê her kes îdîa kir ku Barzanî banga şerê navxweyî dike. Di heman demê de wan êrişî hêzên pêşmerge yên li herêma Çemankê kirin. PKK ê bi vî rengî, xwest bibêjin Barzanî banga şer kir û pêşmerge êrişî me kirin. PKK ê nexşeya senaryoyê li ser çapemenîya xwe temam kir.
Lê belê, Barzanî çi gotiba jî, da PKK van êrişan ket. Ji ber ku PKK ê bi daxuyanîya konseya rêvebir a KCK ê ku di 25 ê Tebaxê de hatî weşandin de biryara şerê xwe ragihandibû.
Her kesê ku dijminatiya Kurdistanê dike êrişî Barzanî dike
Gelek hêz hene ku ji hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê acizin. Projeyek van hêzên ji mêjve heye ku êrişî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û dixwazin wê hilweşînin. PKK jî di vê projeyê de ye. Bi gotinek din, PKK endamekî vê eniya ku dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê hilweşîne ye.
PKK bi rastî dijayetiya xwe ya Kurdistanê di bin navê dijatî ya PDK de vedişêre. Lê sedemek heye ku ew dijminahiya PDK ê jî bike. Ji ber ku PDK, wekî partî, yek ji mîmarên sereke yê damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. PDK xwedî dîrokekî têkoşînê, siyaset û dîplomasiyê ya sedsala ye. PDKê di sedsala bîstan de li çar perçên Kurdistanê fikra azadiyê hembêz kir û bandorek mezin li ser bidestxistina têkoşînek hemdem a neteweyî ya Kurdistanê dike. Bê guman, gelek tevger hene, lê PDK ê ji Mahabadê virde yekemîn partî bû ku di rastîya Kurd de erka xwe birêve birinê ava kirî, fikr û ramanên dewlet bûnê şînkirî em dikarîn bibêjîn weke bişkûja despêkê bû li Kurdistanê. Wê bişkûjê çîlda û îro bûye dareke mezin. hemû kurd li bin siya wê darê dişên bicivin. Dibe ku kêmasî an xeletî hebin. Lê ev rastiyê naguherîne ku PDK hêza herî bingehîn e ku ji şêx Seîd, şêx Ubeydullahê Nehrî û mîrata serhildêrên Çiyayê Agirî, Qazî Muhammed û heya yê Simko ê Şikakî… PDK ê ew destkeft ji sedsala 20 a derbasî sedsala 21 kirî ye.
tekoşîna netewî ya Kurdistanê a 50î sala, bû sedem ku Barzanî û pirsgirên Kurdistanê wekhev werin dîtin
Bi rastî PDK, mîrate yê şêwazê sîyaset a Barzanî ye. Mesûd Barzanî rêberîya vê kevneşopiya dîrokî, ya van 50 salên dawî yê dike. Barzanî piştî 1990 de di bidestxistina statoya navneteweyî ji bo Kurda roleke mezin leyîst. Ger li ser navê perçeyek axê ku cîhan îro bi fermî qebûl dike Kurdistan hebe, heke alayek hebe ku di qada navneteweyî de wekî ala Kurdistane hatiye pejirandin, di vê destkeftê de pişkek mezin a Mesûd Barzanî heye. Barzanî li cem Amerîka û Ewropa hêza dîplomasî û siyasî ya Kurdan e. Hewldana tunekirina Barzanî tê wateya hewldana tunekirina hêza dîplomatîk a Kurdên li cîhanê.
li ku derê dijminekî Kurdistanê hebe, ew pêşî êrişî Mesûd Barzanî dike
Di pirsgirêka Kurdistanê de rola Barzanî ya diyarker û stratejîk bûye sedem ku hemû dijminên Kurdistanê heman dem bibin dijminê Barzanî jî. Bi gotinek din, li ku derê dijminekî Kurdistanê hebe, ew pêşî êrişî Mesûd Barzanî dike. Ger hûn îro li çepê Tirka binêrin, ji rastgirên welatê xwe bêtir dijminahiya Barzanî dike. Yalçin Kuçuk dijminê Barzanî bû, wî digot; “heke ez tenê bimînin jî, ez ê çekê hilgirim û li dijî Barzanî şer bikim.” Hinek çepgirên Tirk kêfxweşiyek mezin nîşan dan dema ku Barzanî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê îstifa kirî li sala 2017 de. piştî ku Kerkûk ji hêla Heşda şabî ve hat dagirkirin. Çima?
Ji ber ku tekoşîna netewî ya Kurdistanê a 50î sala, bû sedem ku Barzanî û pirsgirên Kurdistanê wekhev werin dîtin. Kesên ku li dijî netewebûna Kurd û Kurdistanê derdikevin bi eşkere dema ku nebêjin bila dewlet a Kurda nebe, bila Kurd xwe bi rêve nebin, ji Kurdan re statoya sîyasî nehê dayîn, şûna vê dibejin em dijminê Barzanî ne. Dema ku PKK jî nikaribe bêje ez ji hebûna saziyek wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nerehetim û ev sazî ji hêla min ve nayê qebûlkirin, ew vê carê dibêje, ez li dijî Barzanî û PDK me.
Pirsgirêka PKK ê bi hemî kurdan re ye
Bi rastî di helwesta PKK a dijî Barzanî de armancên bi vî rengî hene. Dijberiya PKKê ya li gel Barzanî ne li gorî bûyerên rastîn e. Dijberiya PKK ê ya li dijî Kurdistanê xwe wekî dijayetiya Barzanî nîşan dide. Ya rast eve ku pirsgirêka PKK ê ne bi PDK ê re, di rastî de bi hemû Kurdistanîyan, gelê Kurd, dewletxwaz û nijadperestên Kurd re heye.
PKK ji sala 1977 an û vir ve bi dehan rêxistinên Kurd re di nava pevçûnê de ye. PKK ê Di çalakiya ku damezrandina partîya xwe îlan bike ango fîşeka yekem jî ne berdaye dagirkeran, ew gulle berda kurdan. Piştra, PKK li dijî DDKD, Kawa, KUK dest bi şer kir. PKK ji destpêka 1980 an ve li Rojava li dijî rêxistinên wekî PDK-S dest bi karanîna çekan kir, û di sala 1990 de dijwarî ya xwe zêde kir. PKK ê bi rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê re jî şer kirî ye, Di Gulana 2015 an de, PKK 2 pêşmergeyên PDK-Î yê ku dixwastin biçin sînorê Rojhilatê Kurdistanê şehîd kirin. PKK rêxistineke ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan şer kiriye. Ew rêxistineke ku ne tenê li dijî rêxistinan di heman demê de li dijî kesên ku PKK e rexne kirî jî şer kiriye û berdewamî dike.
şerê çapemeniyê yê ku PKK bi Zinê Wertê daye destpêkirin bi Çemankê re veguhest şerekî çekdarî
PKK partiyeke ku di nav partiyên Kurdan de, yê herî zêde li dijî Kurdan şer kiriye. Ger em bêjin ku yê demek herî dirêj li dijî Kurdan şer kirî kî bû, bersiv bê gûman PKK ye. Ger em bêjin kîjan partî bêtir dijminatiya partiyên Kurdistanî dike, bersiv dîsa PKK ye. Ev ne propaganda ye, li gorî verî û agahîyên dîrokî hatîye tespit kirin. Her çend PKK di şerê navbera Kurdan de bixwaze roleke bêgunehiyê bilîze jî, her Kurdê aqilmend dizane ku rastî ne wusa ye.
şerê çapemeniyê yê ku PKK bi Zinê Wertê daye destpêkirin bi Çemankê re veguhest şerekî çekdarî. Kesên ku dixwazin şer raweste, divê sê tiştan bizanibin. Yê ku ev şere dayî despê kirin PKK ye, sedema şer ajandeya PKK ya veşartî û qirêje, hewildana lawazkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê xiyanetek neteweyî ye.