Ehmet kaya 20 sal berê hat bin ax kirin lê belê heya niha ew zindî ye

Ehmet kaya 20 sal berê hat bin ax kirin lê belê heya niha ew zindî ye

“wî bi jiyan û sitranên xwe şoreşek  li dijî Sitemê encam da”

20 salin ku min Ehmet Kaya ji dest daye, hêjan ew êş û azarên bi rêya sitranên xwe weke kevaleke hunerî ê bêhempa wêne kirî dibînim, hêjan sitranên wî bi Eşq û Evîn tên guhdarî kirin.

20 salin ku min Ehmet Kaya ji dest da ye, Ehmet Kaya ku bi sedema celteya dil li Parîsê, li 16 çirîya duyê 2000an de canê xwe ji dest da, di goristana “Peré Lachaise” a Parîsê hat veşartin, nêzî 35000 însanan beşdarî merasîma bin ax kirina wî bûn, Ehmet Kaya ku heya niha sitranên wî zindî ne, wî bi jiyan û sitranên xwe şoreşek li himberî sitemê encam da.

Kaya bi sedema kurd bûnê tûşî stem û nefî kirinê bû

Wî di jiyana xwe a 43 salan de her ji Adyaman heya Parîsê, di nava êş û azarên gel de jiyan dikir, ew bi sedema kurd bûnê û hejariyê, tûşî stem û nefî kirinê bû, jiber vê yekê baş hate pêş çavên gel.

Ew di sala 1957an de weke pêncemîn zaroyê malbateke ku koçberê Malatya bibûn hate ser dinyayê, bavê wî karkerê kargeha dirist kirina perçeyên Sumir bank bû, ew çû bû dibistana bineretî li Malatya, di temenê 6 salan de bi rêya Cewalê xelatên bavê xwe digel hunerê aşîna bû, piştre û li salên mayî ji xwendina xwe di tomargeheke tomar kirin û firoştina kasêtan de dest bi kar bû, li sala 1972an de malbata Ehmet Kaya ji egera hejariyê koçberê Sitenbolê bûn û jiber vê egerê Kaya neçar ma dibistanê bicî bihêle, wî weke xwendkar di Baxçe û ciyên din ên cuda cuda de kar kiriye, wî di vê demê de, pisgirêka koçber bûnê ji bajareke biçûk ji bo bajareke mezin ezmûn kir.

Kaya heya dawî jiyana xwe azara kurd bûnê ezmûn kir

Ehmet Kaya her ji destpêkê heya dawî satên jiyana xwe, êş û azarên kurd bûnê ezmûn kirin, di zarokatiya xwe de ew hinekî bi zimanê Tirkî dipeyvî.

Ehmet Kaya ku di jiyana xwe a zaroktiyê de bi zimanê kurdî nedikarî bi peyve, ji bo dirist kirina Albûmên kurdî û gotna awaz û sitranên kurdî xem dixwarin.

Yekemîn Albûma wî bi navê “Girîya zaroyekê” li sala 1985an de hat parve kirin, paş salekê anku li sala 1986an wî rêvîngî ya xwe weke hunermendeke nasyar bi Sitrana Şafak Türiküsi journey continued berdewam kir, heya sala 1999an de Ehmet Kaya 10 Albûm yek li pey yek dirist kirin.

Hinek ji kasêtên wî dihên girtin û hinek caran konsertên wî dihên qedexe kirin, TV dest bi weşana xwe dike lê belê paş demeke kurt weşana xwe qut dike, Ehmet Kaya hêdî hêdî ber bi kurdistanê dimeşe.

Ehmet Kaya: “dixwazim Sitraneke kurdî bibêjim û kilîp bikim, piştrastim kesên wêrek di nava hewe da hene ku vê kilîpê parve bikin”

Li 10 Şubata sala 1999an di konvanisyona şahzade Hotêl de bi amadebûna encûmenên rojnamevanan ku her sal di merasîmên pêdana xelatan de li vê Hotêlê amade dibin xelatekê werdigre û di axaftina xwe de paş wergirtina xelatê dibêje: ez vê xelatê bi navî rêxistinên mafên însanan, bi navê Dayikên Şemî yê “ew Dayikên zaroyên wan nediyar û hemû rojên şemî li dibistana Galatasara girevan digrin” bi navê hemû hunermendan, bi navê hemû Gelê Tirkiyê distînim, û min divê tiştek din jî bibêjim jiberku ez bi regez kurdim, ez dixwazim di Albûma xwe a nû de Sitraneke bi zimanê kurdî bibêjim û vê Sitranê kilîp bikim, ez bi bawerim ku kesên wêrek di nava hewe da hene ku vê kilîpê parve bikin, ger parve nakin jî nizanim wî çi bêjin li himber Gelê kurd de û pêdvî dike gelê Tirkiyê hîsabê bi were bike, ez spas dikim.

Paş vê axaftina Ehmet Kaya hinek ji mêhvanan karvedana xwe nîşan dan, wan Ehmet Kaya nefrîn kir û alavên li ber dest avêtin Ehmet Kaya, ev hinek ji wan axaftina ne yên ku kesên di merasîma pêdana xelatê de amade bûy bi Ehmet Kaya gotî: tu Rojnamevanek nîye berisva vî kesî bide? Vî zelamî der bikin, tu tiştek li Tirkiyê nîne bi navî kurd.

Ev Sitranbêjên Tirkiyê serkêşên wan êrîşa bûn yên li ser Ehmet Kaya hatine kirin: Îbru Gundeş, Serdar Ortaç û Reha Muhtar.

Ehmet Kaya: “nabe kesên Sitranan dibêjin ji tirsê bitirsin”

Ehmet paş vê yekê bi tenê ma di nava Tirkiyê de, paş ku rojnameya Hürriyet hinek nûçe li ser navbirî di ropelên rojnameyê de nivîsandî, ku bû sedema vekirina dosîyeke yasayî li dadgehê, bi vî awayî Ehmet Kaya bi 3 sal û 9 mehan zîndan kirinê tê hukim kirin.

 Ehmet Kaya naçar dibe koçberî Ewropayê bibe, ew paş demek kurt ji celteya dil di nava mala xwe de li Parîsê wexera dawyê dike û vê cîhanê bi cî dihêle.

Ehmet Kaya di axaftineke xwe da li Ewropayê dibêje: rojek wê were kesek vê serpêhatîyê binvîse ku zelamekê dixwest Sitraneke kurdî bibêje lê jiberku ew kurd bû rê bi wî nehat dayîn, ew tu wilatan perçe perçe nake, û ew kesên vê serpêhatîyê dixwînin, wê bizanin ku ew kesên Sitrana dibêjin nabe ji tirsê, bitirsin.

Pustên heman beş