Di berdewamiya êrîşên asîmanî yên dewleta Tirkiyê ji bo ser çekdarên PKK ê di nava axa Başûrê Kurdistanê de, îro jî balefirên dewleta Tirkiyê baregehên çekdarên PKK ê bombebaran kirin, êrîş li çiyayê Gare hatîye pêkanîn.
Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, êvara îro roja pêncşemî 19/11/2020an, li saet 6:00ê êvarê balefirên dewleta Tirkiyê baregehên PKK ê li gundê Karava ê ser bi navçeya Çemankê li çiyayê Gare bombebaran kirine.
Tê zanîn ku duh jî balefirên dewleta Tirkiyê li saet 4:30 êvarê baregehên PKK ê bombebaran kirin dema ku 2 mûşek li bingehên PKK ê li rojavayê aqarê gundê Bêbadê yê ser bi navçeya Çemankê li çiyayê Gare day.
Herçend ku êrîşên bejayî yên dewleta Tirkiyê ji bo ser bingehên PKK ê di nava axa Herêma Kurdistanê de hatîne sekinandin, lê belê heya niha êrîşên asîmanî bi rêya balefirên diron û F16 tên encam dan û bi vê sedemê zirarek herî mezin bi Başûrê Kurdistanê ketiye.