Li parêzgeha Dêrsima ya Bakurê Kurdistanê rêyên 25 gundan ji ber berfê hatine girtin, ji aliyê tîmên taybet ên bi vekirina rêyan ve tên vekirin.
Li Dêrsimê ji ber berf û pûkê rêya gundan ji çûn û hatinê ra hatiye girtin.
Berfa ku duh li bajêr lê kir û bi bandor bû di jiyana rojane de bû sedema zehmetiyan.
Ji ber berf û pûkê rêya 5 gundên li ser navendê, 6 gundên li ser navçeya Xozatê, 3 gundên ser navçeya Mazgêrdê, 5 gundên ser navçeya Qisle, gundekî li ser navçeya Pilemûriyê û 5 gundên li ser navçeya Pêrtaqê ji çûn û hatinê re girtî ne.