Dîroka PKK ê ya 43 Sala û dîroka Mafia

PKK dîrokek 43 salan li pey xwe hişt. Zirofên derketina PKK ê têkiliyên wê bi dewletê re, dîroknasên wêrek yên ku merheleyên di van 43 sala de PKK ê derbas kirî, binvîsin wê hebin. Hinek mijar piçû, piçû jî be nuke jî hatine nivîsandin. Bi rastî, mijara me ya vê nivîsê ne lêkolîna wan qonaxên dîrokî yên PKK ê ye. Em dixwazin encamên ku ji hêla PKK ve hatine bidesxistin binirxînin. Ji ber ku encamên PKK ê bi qasî pêvajoyên dîroka PKK ê bi giranî hatine manîpûle kirin. PKK-KCK û şaxên wê di hemû salvegera de derdikevin û sala nû ya li pêşiya xwe weke sala serfiraziyê îlan dikin, diyar dikin ku wan sala borî çiqas li berxwedan kirine. ji salên 90 an ve her sal ji bo PKK ê weke sala serfiraziya tê îlankirin.

Dîroka 43 salan a serketinên PKK

Gelo pkk qala çi serkeftinê dike? bîlançoya 43 salan ji bo bakurê Kurdistanê wêran bûna 5 hezar gundan, 4 milyon mirov koçber bûn, 200 hezar girtî, 45 hezar kes di nav refên gerîla de jîyana xwe ji dest da. Nêzîkî du milyon mirov koçberî Ewropa bûne. Cihên ku Dewletê tu carî nekarî bû bigire, dilê berxwedana Kurdayetî Cizîr hate şewitandin û êdî nikare tevbigere. Di encama operasyona ku di bin navê Xendeqan de hatî destpêkirin 9 bajar hatin wêran kirin. Kurdî bûye zimanek ku tenê pîr û kal dizanin û pê diaxivin. Zarokên me yên ku navên wan azad, Bêrîtan, Arîn hene lê yek peyv bi Kurdî nizanin. Ma ev serketina PKK ê? Ger di mawê 43 salan de bihostek ax rizgar ne kiribe, dijmin ji welat derxistin em bidin alîyekê, dijmin biribe parçêndi yên welat jî; û zimanê dayikê jî dabe bîrkirin, Vêca PKK behsa çi serkeftina dike gelo?

Serkeftina medyayê?

PKK bi ragihandinê hêza peyvan baş bikar tîne. Ew di xeyalkirina bûyeran de pir şehreza ye. Ew bûyeran xeyal dike û bi rêya medyaya xwe propaganda dike. Mirov we difikire ku PKK her gav li ber xwe dide û bi ser dikeve. Mînakî, Cemil Bayık di axaftina salvegera PKK ya îsal de dibêje ku “pêşeroj paradîgmaya me ye”. heke we paradîgmayek welê heye ku dikare pirsgirêkên hemî cîhanê çareser bike, çima ew nikare pirsgirêkên Kurdan çareser bike. Ji 2000 an ve, PKK pêvajoyek nû û guhertinên nû yên paradîgmayê dike. Lê ji wê deme heya nûke li Kurdistanê her tişt pirtir xirab bû û zêdetir berbi xirabî yê ve diçe.

Em dikarin bêjin ku di 43 salan de serketina yekane ya PKK ê serkeftina çapemenî û propagandê ye. Medyayek wan heye ku dikare têkçûnên xwe veşêre, ku dikare rastiyan veşêre, û wiya wekî ku PKK di bin her şertî de serfiraze, nîşan bide. Ji xeynî vê, PKK ê çi serketin tune. PKK Bakurê Kurdistanê radestî dewleta Tirk kirîye. Tevî hemû faşîzma dewleta Tirk, PKK nikare çalakiyek tenê jî bike, leşkerên Tirk hema hema hemû çiyayên Bakurê Kurdistanê girtine. Li Bakur gerîla nema ye. Tenê carna bi yarmetîya hevalbendên xwe li sersînor bi tawana sîxuriyê kurda dikujin. Ji xeynî vê, ne çalakiyek liser dewletê ne jî çalakiyek ku Tirkan nerehet bike, nake. Lê şêwazê PKK ê yê çek bikar anînê hemû Kurdan aciz dike.

 Wê demê PKK çi ye? Ew çi dike? Ew wê hêza çekdarî ji bo çi bikar tîne? Ma her kesek ku çek bi deste têkoşîna rizgariya neteweyî dimeşîne?

Mafia çi ye? Mafia Kurd kî ne?

Dema ku em dibêjin mafya, bîra her kes li rêxistinên sûç, bazirganiya tiryakê, û pevçûnan tê. Lê belê, Mafya di destpêkê de tevgereke gelêrî bû. Lê belê; di Serdema Navîn de li Sîcîlya yê dijî hukumê Misilman û Spanî mafya tevgerekî piçûk ya çekdarî bu. “Mafya” hem di Fransî û hem jî di Îtalî de tê wateya rêxistina veşartî.

Wê serdemê mafya tevgerek e ku ji bo parastina mirovan derketi bû holê. Di dîrokê de dem bi dem derdikeve holê. Pêşketina wê ya dawî di sala 1860 de pêk tê. Qralê Napoli yê Ferdinand 5 e mîn li Sîcîlyayê li dijî êrîşa Fransî rêxistinek ava dike. ji peyva kevin Mafia, ew navê rêxistinê MAFIA (Morte Alla Francia Italy) dike, wateya “Italya diqêrîne dibêje ji bo Fransa mirin”. Mafya bihêztir dibe, ew rêxistinek ku di serî de mirovan diparêze, belengazan diparêze, malbat di nav xwe de têne rêxistin kirin. Di rewşek dijwar de, gel li dora Mafyayê kom dibin. Bi demê re, ew di berdêla parastina zeviyan axayên mezin dikin. Ew întacê kesên ku bacê nadin dişewitînin û dikujin. Ew gav bi gav dest datînin ser hemû ax ê. Ew mafê jiyanê nadin tu malbat û karsazan. Di dema Musolini de, li Sîcîlya li dijî rêxistina Mafya hate şer kirin. Ew neçar man ku ji Sîcîlya derkevin û li bajaran bicîh bibin. Ew çax êdî wan dest bi bazirganî û tiryakê kir. Erê, yekem tevgera ku em dizanin “mafya”ew li ser bingehek wusa ava dibe. Gava ku ew tevgerek rizgariya netewî bu lê ew paşî dibe rêxistinek sûç û tewanan.

Bi rastî, dema ku em encamên dîroka 43 sala ya PKK gihiştiyê mêze dikîn em dibînîn ku çi çûdahî ji mafya tune ye. awayê ku PKK hêza xwe bikar tîne ji ber awayê karanîna çekan her ku diçe berbi rêxistineke mafîya ve diçe û xirab dibe. despêka Rêbaza xebata PKK ê çi dibe bila bibe, PKK di qonaxa ku nûke gihiştîyê pirr xer bûye. PKK buye tevgereke bê armanç. Armanca PKKê niha tene xwe xurtkirina û parastina berdewamîya hebûna xwe ye.

Ji bo berjewendiyên Kurdistanê tiştek ku PKK plan bike tune. Dev ji hemî dîrokê berde, metirsiya PKK ê ya têkbirina bajarên Kurdistanê tenê ji bo tifaq û berjewendiyên siyasî di van salên dawî de, taybetî di şerên xendekan de, asta gendeliya siyasî ya ku PKK gihiştiye nîşan dide. Li gorî datayên berdest, di van pevçûnan de herî kêm 285 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, li deh bajaran bi hezeran mirov koçber bûn, bêmal man, zarok travmayek giran a psîkolojîk jîyandin. Ger li deverek ewqas mirin hebe, ew qas kes li derve bimîne, û neçar bimînin koç bikin, divê hûn xwedîyê armancek mezin a damezrandina welatekî bin. Ger armancek we ya mezin tune be wê deme hûn bizavekî pirr gendelin. Çete bûyîn heye, mafya heye. Ew mafya ye çekan ji bo ku koma xwe xurt bike bikar tîne.

PKK hêzekî çekdar ê mezin dest xwe de digire. Wê hemî hêza xwe ji Bakur kişand, hemî hêza xwe anî û li başur cîbecî kir. Bi fermana serokên PKK ê bi sedan ciwanên perwerdekirî û motîve amade ne ku bimirin. Kî tiştek çêtir pêşkêşî PKK ê bike ew dê wan ciwan wê ji bo wî berjewendî bi de kuştin. PKK ê şerê xendeka ji bo hinek tifaqên sîyasî li Tirkiye, û pispisa Îranê li guhê wê kir, da despê kirin. PKK ê li beramber jirîkî bi Îranê re kirin ê, oxira 1000 ciwanan da ber çav. PKK niha xwe amade dike ku wan ciwanan li hember Başûrê Kurdistanê bide şerkirin

Rastiya salvegera 43 salîya PKK ê ev e ku bi demê re ew bûye mafya. Ev êdî nikare vê rastîya xwe biguhere. Ji bo me Kurdan Di serdemek wiha kirîtîk û hestîyar de, PKK, ku bê armaneke siyasî tevdigere û li gorî para xwe bi dagirkeran hevkarî kirinê xwe nade paş, ji bo me Kurdan îro pirsgirêka herî mezine.

Pustên heman beş