Gazproma Rûsî li Başûrê Kurdistanê berhemanînê zêde dike

Gazproma Rûsî li Başûrê Kurdistanê berhemanînê zêde dike

Gazproma Rûsî plana zêdekirina karên xwe yên li Herêma Başûrê Kurdistanê radigihîne.

Kompaniya Gazprom a Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, heta niha jî girîngiyeke mezin dide zêdekirina karên xwe li bazara Herêma Başûrê Kurdistanê.

Gazprom destnîşan dike ku Rojhilata Navîn di çarçoveya berjewendiyên stratejîk ên kompaniyê de ye.

Di daxuyaniya Gazpromê de hatiye diyarkirin, tevî astengiyên ku ji ber vîrûsa koronayê derketine holê, îsal di cîbicîkirina projeyan de li herêmê berdewam bûn û li bîra çar a li kêlgeha Serqerla ya li Germiyanê dixebitin û asta berhemanînê ber bi zêdebûnê ve diçe. Di daxuyaniya Gazpromê de hatiye: li Herêma Başûrê Kurdistanê ji destpêka berhemanînê ve, li kêlgeha Serqela heta niha çar milyon ton petrol hatiye berhemanîn.

Pustên heman beş