Hevserokê YNK ê Lahor Cengî niha ji hêla civata Kurd ve baş tê nas kirin. Lê ev nav û dengê wî ne ji karên baş, ji kiriyarên ne baş tê.
Gelê Kurd yekem car navê Lahor Cengî dema îxaneta Kerkûkê bihîst. Lahor Şêx Cengî, digel birayê xwe Aras Şêx Cengî, wekî mirovên ku Kerkûk radestî arteşa Iraqê û Heşda şebî kirîn derbasî dîroka Kurd bû. Mixabin, di dîrokê de, her tim mirovên baş ne navdar in, di heman demê de xayîn jî meşhur dibin. Lahor jî bî xîyanetkarî ya xwe navdar bû. Hemû Kurd dizanin ku Lahor Cengî wekî aktorê sereke yê îxaneta Kerkûkê navdar e. Bi rastî, Lahor Cengî bixwe jî dizane ku ew bi vê îxanetê navdar bûye. Ji bo ku muhra îxanetê li ser navê Lahor Cengî rabibe nûke jî ji bo wî şano yeke qehremanî dixwezin bilîzin.
Ji bo wêneyekê bi xurtî xwe têxe di navbera dîplomatên biyanî de
Van demên dawî de li Kurdistanê hinek kêşeyên ku têne jîyan kirin ji bo Lahor Cengî hêvîyekê çêdikin ku xwe weke mirovekî xebatkarê Kurd bide nîşandan, lê bi zelalî tê dîtin ku ev şanoyeke ku tenê di medyaya civakî de tê pêşandan. Lahor Cengî her gav hewl dide ku bi parvekirina wêneyan û parvekirina di saziyên xwedan wezîfeya diplomatîk da li ser medyaya civakî xwe girîng û bibandor dest nişan bike. Em nizanin gelo kesên ku ji vê yekê bawer dikin hene an na, lê tiştek ku mirov pê bawer bike li holê tuneye. Ji ber ku hevdîtinên fermî nînin. Lahor Cengî wisa dixuye ku vê dawiyê bi erkdarên Wezareta Derve ya Amerîkî re, konsolosxaneya giştî ya Brîtanya, re danûstendin kiriye. Lê bi çi sifetî?
Lê belê, wateya van danûstandinan di asta siyasî û diplomatîk de nîne. Ji ber ku çi ji van danûstandinan bi sifatekî fermî nehatine çêkirin. Yek ji wan saziyên ku wî hevdîtin li gel kirî, di navnîşanên xwe yên fermî de behsa van hevdîtinan nake. Ti hevdîtin di nava fermîyetekê de nehatîye kirin. Di nava baxçeyekê de, li dora maseyekê, bê al û bê filema têne kirin. Weke ku çûye qehwexanê çayekê vexwet hatîye pêşwazî kirin. Wisa dixuye ku mîna zarokên ku dixwaze li gel bûk û zava wêne yekê bikşîne xwe bi xûrtî di xwe navbera bûk û zava de. Lahor cengî jî ji bo wêne yekê bi xûrtî xwe dixe navbera dîplomatên bîyanî de.
Berhem hêjan yê qerên Lahor dide
Gelo Lahor Cengî van hevdîtinan çawa saz dike? Bê guman, bi rêya şirîkê xwe yê ticarî û sîyasî ango serokomarê Iraqê Berhem Salih re. Berhem Salih ji wezîfedarên dîplomasî rica dike, ew jî weke kesekî bê erk wî qebûl dikin. Heya wî wekî serokê Partî yê jî nabînin.
Konsolê Giştî yê Brîtanya Stephen Hickley, ku wêneyên bi saziyeke sivîl re ya ku pê re hevdîtin kirî di weşîne û bersîva her şîroveyê jî dide, lê wî ev hevdîtine weke hevdîtineke dîplomatîk ne weşand û qeyd nekir. Lê li ser heman rûpela Hickey, wêneyên hikûmeta fermî, serok û pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistanê hene.
Ango di holê de çi hevdîtinên dîplomasî tune ne. Wekî din, di cîhana siyasetê de, welê her kesê xwe davêjîte pêş weke diplomat nabînin. Siyaset û dîplomasî, bi hîleyên lingî mîna Lahor Cengî ku ji deriyê sînor ê Başmaxê pere dizînê nayê kirin.
Di asta siyasî û dîplomatîk de civînên Lahor tu ramanake nîne
Wekî din, Lahor Cengî dibêje ku ev civîn ji bo çareserkirina “pirsgirêkên aborî yên gelê Kurdistanê” têne li dar xistin. Lê belê, ev civîn ji xwe Hikumeta Herêma Kurdistanê dike. Hikûmeta Kurdistanê û Bexda di derbarê pirsgirêkên aborî de lihevkirinek pêşîn encam da. di sîstemên fermî de çi takekes li ser navê xwe nikare hevdîtinên dîplomatîk bike. Dîplomasî kare Hikûmeta ne û yên ku Hikûmet destnîşan dike bi ciddiyet û esaletekê hevdîtinan diken. Pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşî li hevdîtinên partî û şexsan bigire ku di bin navê dîplomasî de diçin nirxên neteweyî dikin mijareke bazirganîya sîyasî. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke ku bi çûyîna Lahor Cengî û hevdîtina bi konsolos re were çareser kirin. Em ê bêjin ma Lahor Cengî nizane ku ev civîn li gel Bexda çêdibin, lê kesê ku beşdarî van civînan bû kurê apê wî, Qubat Talabanî ye. Dîyar dibe ku ev hevdîtinên Lahor Cengî di asta sîyasî de bê wate ne. Hêza Lahor Cengî ya ku van hevdîtinan çêbike jî, zaten nîne.
Gava ku hûn van tişta hemûyan danin ber hev çi diyar dibe?
Gava ku hûn van tişta hemî ya daynin bahev çi dixuye? Ya ku Lahor Cengî dixweze bike şanoye. Bi rastî, çi giranîya Lahor Cengî di nezera welatekî rojava de tune. Ji ber ku ew dizanin ku derdora Lahor Cengi tenê komek hêzên taybetî- îstixbaratî yên girêdayî wî li Silêmaniyê hene û komek mirovên diz pêva kesek li dora wî tune ye. Ji ber vê sedemê, kes wî wekî navenda çareseriya pirsgirêkan û muxatabe kî bi navê Kurdistanê nabîne. Ji ber ku ew îxaneta Lahor Cengî dizanin. Ger ew hewceyî xayînekê bûn paşê dê gazî Lahor Cengî bikin û wî bibînin. Ji zirçepozê meyxaneyên serçinar ango Lahor Cengî çi serok dernakevin.
Berniyasbûna zû a Lahor, wek berniyasbûna wî kesî ye yê ko kaniya gund lewitandî
“Li gorî çîrokê, şivanekê dixwest ku ew jî weke kesên ku bi karûbarên xwe û destkeftên xwe ve bûne navdar, bibe kesekî navdar. Lê ji bo vê çi şiyanên wî tune bûn. Di dawiyê de, fikrekî biriqûk hate bîra wî. Di dema ku kaniya gund herî qerebalix bû, ew çû û rîte kaniya gundî de. Bi vî rengî, ew pir navdar bû. Êdî her kesî ew bi “kesê kaniya gund lewitandî” nas kir.
Erê, mirov niha Lahor Cengî nas dike, lê wekî aktorê sereke yê îxaneta Kerkûkê wî bi tilîyan dest nîşan dike. Kurdan çi pêwîstî bi xayînan nîne.