Di êrîşa şeva derbasbûyî ya PKK ê de li ser hêzên Pêşmerge ku li sînorê parêzgehîya Dihokê pêkhatbû, efserekê Pêşmerge şehîd ketîye, medyaya PKK ê jî dibêje: 3 çekdarên wan birîndar ketine.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, paş ku li şeva derbasbûyî çekdarên PKK ê êrîşî nuqteyeka hêzên Pêşmerge li sînorê gundê bi navê Dêreşê yê parêzgehîya Dihokê kirî, efserekê hêzên Pêşmerge bi navê Abdulrahman Emîn ku pileya mîlazim yek heye û ji Bakurê Kurdistanê ye, şehîd ketîye.
Ev Pêşmerge li şeva derbasbûyî li gundê bi navê Sergelê yê girêday qeza Amêdiyê, bi sedema êrîşa çekdarên PKK ê li destpêkê birîndar ketbû û îro 14/12/2020an canê xwe ji dest da û şehîd ket.
Abdulrahman Emîn xelkê Bakurê Kurdistanê ye û îro cesedê wî, wê li goristaneke bajarê Zaxo bi axê were sipartin.
Tê zanîn ev cara dûyemîne çekdarên PKK ê li sînorê parêzgehîya Dihokê êrîşî hêzên Pêşmergeyan dikin, di êrîşa meha rabûrî ya navçeya Çemankê de, pêşmergeyek şehîd ket û yekê din birîndar bûye.