Rêxistina PKK ê ev demeke ji boy têkbirina danûstandinên aliyên Kurdî yên Rojava Kurdistanê ketîye nava hewlên mezin de, dawî car baregehên ENKS ê şewtandin, êrîşa Sihêla a ser pêşmergehan jî diçe ‘eynî armancê û Mazlûm ‘Ebdî nikare ji ber Qendîlê dengê xwe bike.
Li gel dest pê kirina danûstandinan li nêvbera PYD ê û ENKS ê ku ev pêvajo bingeha xwe ji peymana Duhokê a bi serpiriştiya Mes’ûd Barzanî digire, rêxistina PKK ê hewlên mezn dane ji bo ku ev danustendin rastî şikestinê bin, ji ber ku serketina danûstandinan bi wate ya bê bandor mana PKK ê li Rojava Kurdistanê tê, lewma û her ku diçe PKK e hewlên xwe yên têkbirina van danûstandinan tund tir dike.
Ev dû rojin li rojava çi diqewime?
Kê ferman da YPG ê sînorê başûr bibezîne û êrîşî pêşmerge bike?
Ev 2 rojên li Rojavayê Kurdistanê tiştên nexweş û têkder çêdibin, êrîş diçin ser ofîsên ENKS ê û partiyên di nava ENKS ê de, ala kurdistanê tê şewtandin û siyasetmedar tên tehdîd kirin, ew êrîş kurdên rojava ditirsînin, ku bibin sedema xerab kirina nêzîkbûna aliyên kurdî.
Ofîsa ENKS ê li ‘Amûdê û ofîsa partîya Elwehde ya Kurdistanî li Hesekê hatine şewtandin, ENKS e dibêje: “armanca wan êrîşan xerab kirina danûstandinan e”.
Partiya Al-Wehde, daxuyanyek belav kir û got: “ciwanên şoreşger bi molotofan êrîş birin ser ofîsa wan li Hesekê, Ala Kurdistanê şewtandin, tiştên di hundir de xerab kirin û têk birin, ew êrîş nakevin xizmeta yekrêziya kurdî de”.
Herwiha berbanga roja sêşemê, ofîsa sereke ya ENKS ê li ‘Amûdê ji aliyê çend kesên nenas ve hat şewtandin.
Mihemed ‘Umer şêxmûş, serokê ofîsa ENKS ê li ‘Amûdê dibêje: “ev bûyer li pêş çavê rêveberiya xweser çêbûne û rêveberiya xweser tu lekolînek dest pê nekirine”.
Şewitandina ala kurdistanê li ‘Amûdê piştî şewitandina heman ala li Dirbêsiyê bi dû rojan tê.
Fermandarê giştî yê hêzên Sûriya ya demokratîk Mezlûm ‘Ebdî, ji wan karan nerazî ye, lê belê nikare bi sedema Qendîlê dengê xwe bike.
Ya rast rêxistina PKK ê ku destê xwe xistiye nava her tiştî li rojava, bi zanebûn û pîlan van tewanan bi destê rêxistinên xwe yên bi navê “ciwanên şoreşger” dide meşandin, fermanên şewitandina baregehan rast ji Qendîlê tên û Cemîl Bayik te’lîmata ji bo vê mebestê dişîne.
bûyera provaksîyon ya şeva derbasbûyî a çekdarên YPG ê jî li ser pêşmergehan li Sihêla, beşek jê bo ‘eynî armancê ye, ‘eynî navendinê “Qendîl” biryar ji bo daye, anku amanca xerab kirina danûstandinan, ji ber ku me’lume ku PKK e bi nêzîkbûna Mezlûm ‘Ebdî ji başûrê kurdistanê pir ‘acze û dixwaze kirîzekê li nêvbera YPG ê û başûr de bixulqîne ji bo ku rê ji bo têkbirina van danûstandinan were xweş kirin.
“Rêveberiya xweser” tuneye “rêveberiya PKK ê” heye
Rêveberiya Qendîlê ji mêj de ye qadroyên xwe di nava rêxistinên rêveberiya xweser da çandine, ev kadro piranî jê alîgirên pêkhateya ‘elewî ne û girêdayî rejîmên Sûrî û Îranê ne û karê wan tenê çêkirina pirsgirêk û kirîzane ji bo ku rêkeftina aliyên rojava were têk birin, pirs li vir ewe, gelo çima PKK e dixwaze vê bike? Bersiv hêsane, PKK e dixwaze rejîm li desthilatê bimîne ji bo ku berjewendiyên wan nehên têk birin, çunke heger rêkkeftina kurdî çêbibe û lêvegera kurdî hat avakirin, li wê demê tu roleka PKK ê li rojava namîne.
Mezlûm ‘Ebdî Kewê rikeha PKK ê
Mezlûm ‘Ebdî ji destpêka danûstandinan fêm kir ku PKK e wê rojava bi derdê bakur bibe, lewma ji nîsana îsalê ve, hewlên xwe yên bê tesîr kirina PKK ê dest pê kirin, xwe nêzî başûr kir û Amerîka ji bo vê mebestê piştgirî da Mezlûm, lê ev bo sedem ji bo hêrsbûna rêveberiya Qendîlê.
PKK e li vir ne sekenî, belku balê xwe di nava HSD ê de û di nava rêveberiya xweser de bihêztir kir û niha gihiştiye astekî ku balê Mezlûm bê tesîr maye û balê PKK ê li rojava bihêze.
Mezlûm li ser van karên PKK ê li rojava nerazî ye, lê belê nikare dengê xwe bike, ew mîna kewê di rikehê de ye, tiştek ji wî dernakeve.
PKK e dixwaze peymana bi partîya îrade re bibe bingeha çareseriyê
Qonaxa yekemîn a danûstandinên aliyên Rojava Kurdistanê, li meha nîsana îsalê destpêkirine û heya 17 xizîranê dewam kirin, ev qonax bi serketî hat hesab kirin, aliyên rojava peymana Duhokê bi bingeh wergirtin, ew peymana li dema xwe Mes’ûd Barzanî Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanî serperiştî kirî.
Di peymana Duhokê de, xala sereke ev bû ku lêvegerek siyasî ji bo rojava were avakirin, hemû alî têde bin û erka wê avakirina stratejîya giştî û yekhelwestî be, hemwext çêkirina hevpariyê di rêveberiya xweser de û tevlî kirina hemû pêkhateyên rojava di pergala hukimraniyê de.
Lê belê wiha dixuye ku gelek astengî derketin, ji opozisyona Sûriyê û herî zêde ji partîya yekîtîya demokratîk balê PKK ê yê Rojava Kurdistanê.
Ya rast rêxistna PKK ê, dixwaze li ciyê peymana ENKS ê û rêveberiya xweser, peymana rêveberiya xweser li gel partîya Îrade a Qedrî Cemîl ku partîyeke bi fikra Lînînî Markisî, bibe bingeha çareseriyê.